Li Bedlîsê mirina jinekê ya biguman

  • jin
  • 14:16 5 Adar 2021
  • |
img
BEDLIS - Melek Yamaç li navçeya Tetwane bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
Melek Yamaç a 20 salî, duh bi şev li gundê Kerp ê navçeya Tetwana Bedlîsê li malê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dayî, hat dîtin. Piştî ku malbalata Yamaç esker agahdar kirin, esker hatin cihê bûyerê û ji bo otopsiyê cenazeyê Yamaç birin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.