'Êm ê bi karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan'

  • jin
  • 09:00 5 Adar 2021
  • |
img

ÎZMÎR- Endama Koma Nan û Gul a Îzmîrê Nûray Ozturk, anî ziman ku di dema pandemiyê de pirsgirêkên jinan ên di warê aborî, civakî û demokratîkbûyînê de zêdetir bûne û got: "Em ê bi daxwaza karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan." 

Li Tirkiyeyê pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kirin. Koma Nan û Gul a Îzmîrê Nûray Ozturk, daxwazên jinan û pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin nirxandin. 
 
KOD 29 Û GEFXWARIN 
 
Oztukr, bilêv kir ku sala par ji bo hemû karker û kedkaran bûye sebeba kûrbûna pirsgirêkên di warê aborî, civakî demokratîkbûyînê de û ev pirsgirêkê herî zêde bandor li jinan kirine. Ozturk, anî ziman ku di dema pandemiyê de jin bi heqdesteke kêm hatine şixulandin û di bin navê tehsîlaa xebata kurt de heqê wan hatiye xespkirin û got: "Çendî ku derxistina ji kar hatibe qedexekirin jî, lê belê bi Kod 29'ê herî zêde jin ji kar hatin derxistin. Ev kod wekî gefxwarinê hat bikaranîn." 
 
BARÊ ME DU QAT ZÊDETIR BÛ 
 
Ozturk, destnîşan kir ku ji ber ku dewletê di vê pêvajoyê de ji bo karker û kedkaran tu tevdîr negirtine, piraniya bar ketiye ser milê jinan. Ozturk, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de li malê barê jinan pir giran bbûye û got: "Lênerîna li zarok û extiyaran ji jinan re ma. Ev bar di dema pandemiyê de du qat zêdetir bûn. Bi perrwerdehiya ji dûra ve, barê perwerdehiyê jî ket ser milê jinan." 
 
Ozturk, anî ziman ku di vê heyamê de pirgsirêkên jinên tenduristkar jî giran bûne û piraniya jinên li malê dixebitin jî, keda wan hatiye xwarin. 
 
TAHDEYA LI JINÊ TÊ KIRIN 
 
Ozturk, bal kişand ser qanûna înfazê ya di dema pandemiyê de hat çêkirin jî û destnîşan kir ku bi vê qanûnê re kesên ku tahde li jinan kirine hatine berdan û van kesan cardin tahde li jinan kirine û ew kuştine. 
 
TÊKOŞÎN LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ 
 
Ozturk, destnîşan kir ku jin dê li dijî van pêkanînan û dê bi daxwaza karek biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan û got: "Em ê li her derî tevnên xwe yên rêxistinbûyînê û piştevaniyê xurtir bikin." 
 
Ozturk, anî ziman ku jin dê dakevin kuçeyan û got: "Ê ji bo jiyaneke azad û civakeke wekhev têkoşîn bilind bikin."