Jin li qada ne: Serhildan didome

  • jin
  • 15:47 3 Adar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşengiya Meclisa Jinan a HDP’ê û TJA’yê li gelek bajaran jinan çalakî û şahî li dar xistin û daxuyaniya “Serhildana jinan a ji 1857’an dest pê kir didome” dan. 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê, ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li qadan belav bûn û çalakî û şahî li dar xistin.  Li Amedê, endamên Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi armanca balê bikişînin ser tundî û cînayetên li dijî jinan li Postaneya Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hatin gel hev û daxuyanî dan çapameniyê. 
 
Piştî daxuyaniyê jinan, ji bo berdana jinên girtî û pêkanîna Peymana Stenbolê ji Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê û Wezareta Edaletê re faks şandin. Li navçeyên Erxenê, Licê, Peyas, Yenîşehîr, Hezroyê yên Amedê jî bi beşdariya parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Dersim Dag çalakî hatin lidarxistin. 
 
WAN 
 
Li navçeya Ebexê ya Wanê jî jin bi boneya 8’ê Adarê li hev civiyan. Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan û Hevşaredara Şaxê a mazbata wê nehatibû dayîn Leyla Atsak jî, di nav de gelek jin beşdarî bernamê bûn. Parlamentera HDP’ê Orhan, di bernameyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna azadiya jinên kurd.
 
 Orhan, diyar kir ku jinan tu caran koletî qebûl nekirine û wiha got: “Jinan her tim li qadan bi deng û rengên xwe hebûna xwe ava kirine.  Îro dîsa dayikên me yên 70 salî girtin. Dayikan her tim aştî û azadî xwestine. Ev daxwaza dayikan desthilatdariya AKP û MHP’ê pir ditirsîne. Ger aştî û azadî pek were, ew ê tune bibin. Vê yekê baş dizanîn. Weke ku Leyla Guven û Ayşe Gokkan gotin, em ê tu carî bêdeng nebin û têkoşîna xwe dewam bikin. 
 
Piştre sînevîzyona hat temaşekirin û piştî pêşandana sînevîzyonê, jinan li ber stranên hunermendên herêmî gevend gerandin. Li navçeya Qelqelî ya Wanê jî jin hatin gel hev û çalakî li dar xistin. 
 
EDENE 
 
Li Edeneyê jî jin li Şaxa PTT’ê ya Edliyeya Edeneyê hatin gel hev û ji jinên girtî re qert şandin. Endama Platforma Jinan a Edeneyê Sevîl Araci Bek, li vir axaftinek kir û jinan vexwend meşa ku roja 8’ê Adarê li Pira Kasim Gulek li dar bixin. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî destnîşan kir ku wê jin li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin. 
 
MERSÎN 
 
 Li Mersînê jî jin li Şaxa Mafê Mirovan  (ÎHD) a Bajar hatin gel hev. Li vir Endama Platforma Jinan a Mersînê Zeynep Benlî axivî û diyar kir ku serhildana jinan ji sala 1857’an ve didome û got ku ew ê li dijî zextên li ser jinan di nav piştevaniyê de bin. 
 
Pişt re jin derbasî Şaxa PTT’ê ya li navçeya Akdenîzê bûn û ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şandin. 
 
ANTALYA
 
Li Antalyayê jî Meclisa Jinan a KESK’ê, li Şaxa Egîtim Sen’ê civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Berdevka Platforma Şaxên KESK’ê yên Antalyayê Devrîm Mol axivî û xwest ku Peymana Stenbolê bê pêkanîn. Mol, diyar kir ku daxwaznameya ku ji daxwazên wan pêk tê dê ji Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê û Wezareta Edaletê re jî bişînin. 
 
RIHA 
 
Li Rihayê jî jin li Rêxistina HDP’ê ya Pirsûsê hatin gel hev û bi elbane û tilîliyan serdana esnafan kirin û qurnefîl li wan belav kirin. Jinan piştre jî li Elîgorê şahiyek li dar xistin. Polisan di şahiyê de destûr nedan ku zirnê bê lêdan. Li ser vê jinan li ber elbaneyê govend gerand.