Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin

  • jin
  • 14:01 3 Adar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Aktîvîstên TJA'yê û Meclisa Jinan a HDP'ê li navçeyên Basa, Sîlopî û Hezexê bi wesîleya hefteya 8'ê Adarê li jinan qerenfîl belav kirin. 

 
Xebatên jinan yê 8'ê Adarê bênavber didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên HDP'ê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li navçeya Basa ya Şirnexê xwestin li jinan qerenfîl belav bikin, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Tevî hemû astengiyan jî jinan bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li jinan qerenfîl belav kirin. 
 
Her wiha akîvîstên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê li navçeya Hezex û Silopiya yên Şinrexê jî qerenfîl li jinên koçer belav kirin.