Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin

  • jin
  • 09:26 3 Adar 2021
  • |
img

ARTVÎN - Li Artvînê jinên ku amadekariyên 8'ê Adarê dikin, anîn ziman ku dê bi awayekî bihêztir û rengîtir dakevin kuçeyan. 

Li seranserê cîhanê jin bênavber amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. Li Tirkiyeyê jî jin zend û bend badane û dest bi amadekariyan kirine. Li navçeya Hopa ya Artvînê endamên Civata Şanoyê ya Jinan jî ji bo dakevin qadan amadekariyên xwe dikin. 
 
QEYDÊN LI ZIMAN
 
Alev Akturk, diyar kir ku jin li ber tahde û kuştinan êdî dengê xwe hîn bêtir bilind dikin û xwe diparêzin û got: "Jin, li dijî pergala bavkaniyê têdikoşin. Axirê qeydên li zimanên me vedibin. Wêrekiya jinekê, li jinên din jî peyda dibe. Hat fêmkirin ku divê em bêdeng nemîn."
 
8'Ê ADARÊ: ROJBÛN E
 
Akturk, anî ziman ku jin di vê têkoşînê de canê xwe dane û got: "Jin, bixwîna xwe dîrokê dinivîsin. 8'ê Adarê tenê ne bilêvkirina hêrsa me ye. Belê, êş û bedêl hene, lê gava em xwe ji bo 8'ê Adarê amade bikin, divê em bi rengê xwe xwe amade bikin. 8'ê Adarê rojbûna me ye. Têkoşîna jinan, ne têkoşîneke mahdetirş e. Em ne yekreng in. Belkî di vê serdemê de destûra 8'ê Adarê neyê dayîn, lê dîsa jî me êlekên mor çêkirin, me kincên xwe, guharên xwe û pankartên xwe amade kirin." 
 
TÊKOŞÎN 
 
Sevîl Topal jî anî ziman ku têkoşîna jinên tirsek afirandiye û ji ber vê zext û zorî zêde bûne. Topal, bilêv kir ku nîqaşên derbarê Peymana Stenbolê yek ji van tişta ye. Topal got: "Neyteke wan a ku jinê biparêzin tune ye. Li her derî dibêjin jin û mêr ne wekhev in. Peymana Stenbolê ji ezmanan nehat. Bi têkoşîna jinan hat. Dibêjin 'em ê betal bikin.' Bila bibêjin, lê wê têkoşîna me dewam bike." 
 
HÊZA KUÇEYÊ 
 
Topal ku got "Dibe ku em ji nişka ve nikaribin cîhanê biguherînin, lê em dikarin devera ku lê ne biguherînin" destnîşan kir ku hem li kuçeyan hem li malan têkoşîn divê. Topal, anî ziman ku jin li kuçeyan çi qasî li hev kom bibin, ê dijminên wan ew qasî bitirsin û wê nikaribin li gor dilê xwe tevbigerin. 
 
BANGAWAZΠ
 
Topal, destnîşan kir ku 8'ê Adarê ne roja pîrozkirinê, roja têkoşînê ye û jinên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bibîr xist. Topal got: "Di 8'ê Adarê de mêr û xebatkarên şaredariyan gulan belav dikin. Ne hewce ye hûn gulan belav bikin. Em dixwazin hûn ji pêşiya me rabin. Bila jin jî li mala xwe rûnenên û li benda gulan nesekinin. Ji bo parastina keda xwe û mafê xwe, em dakevin kuçeyan." 
 
Emel Karahan jî destnîşan kir ku li hemû qadên jiyanê hene û bal kişand ser newekehvî û cihêkariyê. Karahan got: "Wekî elemanên sektora xizmetê li me dinerin. Lê, em ne ev in. Li bendê ne em bi rolên berê yên jinan tevbigerin, lê em naxwazin em vê bikin. Dixwazin jinan hepsî malê bikin. Pandemî ji bo wan bû firsend. Ewilî jin ji kar derxistin." 
 
JINA AZAD 
 
Nûray Ozkara jî destnîşan kir ku heger jin azad bibin ê nifşên azad bigihînin. Ozkara, diyar kir ku di 8'ê Adarê de ê jin dakevin kuçeyan û wê bi vî awayî peyamekê bidin pergala serdest.
 
MA / Tolga Guney