Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin

  • jin
  • 10:30 2 Adar 2021
  • |
img
ENQERE - Kader Yontem a bi gef û tundiya Rustem G. re rûbirû maye dibêje “ez pir ditirsim” û dixwaze dengê wê were bihîstin. 
 
Kader Yontem (17) hêj 17 salî bû bi darê zorê hat zewicandin. Ew yek ji wan jinan e ku li dijî tundî û gefan dixwaze li jiyanê li ser piya bimîne. Ji ber tundiya sîstematîk pê re rûbirû ma wê û hevjînê xwe hevberdan. Zarokek wê heye. Demek li sitargeha jinan ma. Pişt re li ser zextên malbat û xizmên xwe sê meh berê cara duyem bi Rustem G. neçar ma bizewice. Yontem got ew bi mehra olî bi Rustem G. re zewicî ye û Rustem G. muptelayê tiryakê ye. Yontem anî ziman ku hem ew hem jî keça wê her tim bi tundiyê re rûbirû dimînin û ji roja ew zewicî ye ve bi tundî, heqaret û gefa kuştinê re rûbirû maye. Yontem diyar kir ku ji ber gef lê tên xwarin ew û keça xwe pir ditirsin û dixwaze dengê wê were bihîstin.