Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin

  • jin
  • 15:37 1 Adar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîstên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê, li gelek bajaran çalakî li dar xistin û starta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dan. Jinan di çalakiyên pêk anîn de, gotin; “Emê bi hezaran jinan re kolanan tije bikin. Wê têkoşîna me dewam bike.” 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek bajaran, bi awayekê hemwext çalakî li dar xistin û starta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da.
 
STENBOL
 
Meclîsa Jinan a Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Ji bo jinan edalet” de xwest li Qada Cumhuriyetê ya Bakirkoyê daxuyaniyê bidin lê polîsan asteng kir. Polîsan Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî di nav de gelek jin dorpêç kirin û dan zanîn ku bi fermana Walitiya Stenbolê destûr nadin çalakiyê.
 
Jinan jî bertek nîşanî vê yekê da û pirsa “Çima ji kongreyên AKP’ê re pandemî tune ye çima ji jinan re heye?” pirsîn. Jinan diyar kirin ku astengkirin bi 8’ê Adarê re têkildarê û bi gotinên “Em ê bi hezaran kesan kolanan tejî bikin. Wê têkoşîna me bidome” helwesta polîsan şermezar kirin.
 
RIHA 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê û aktivîstên TJA’yê, li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê, daxuyanî da çapemeniyê û starta 8’ê Adarê da. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Bi berxwedana jin dimeşin azadiyê” vekirin û dowîzên “Ji bo jinan edalet” û “Jin wê bi berxwedanê tecrîd bişikinin” hilgirtin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinan. Surucu, da zanîn ku li dijî jinan polîtîkayên komkujiyê tên birêve birin û wiha got: “Li kolanan, li malê û qadan jin tên qetilkirin. Emê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên desthilatdariyê têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
Daxuyanî piştî axaftinê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû. 
 
SEMSÛR
 
Aktîvîstên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê yên Semsûrê jî, bi heman armancê li hev kom bûn û starta çalakiyên 8’ê Adarê dan. Hevseroka Bajêr Zelîha Karinca, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser destketiyên jinan. Karinca, dest nîşan kir ku li dijî her cure êrîşên li ser jinan ewê têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
Piştî axaftinê daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN 
 
Yek ji bajarên ku TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê starta bi dirûşmeya "Em Li dijî Qirkirina Jinan, jiyanê Li dijî Tecrîdê Azadiyê Diparêzin" 8’ê Adarê dan, Mêrdîn bû. Jinên ku li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê kom bûn, daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka TJA’yê Eylem Amak, di daxuyaniyê de axivî. 
 
Amak, di destpêka axaftina xwe de, diyar kir ku ew ê  8’ê Adarê ya vê salê bi dirûşma ‘Em Li dijî Qirkirina Jinan, jiyanê Li dijî Tecrîdê Azadiyê Diparêzin’ bidin destpêkirin û got: “Clara Zetkîn, Rosa Lûxembûrgan 8’ê Adarê bi têkoşîneke mezin, berxwedana ku dan 8'ê Adarê ji jinan re mîras hiştin.  Em bi hev re ji Emerîkaya Latîn heta Polonyayê, ji Hîndîstanê heta Kurdistanê em ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkara Cîhanê ve bimeşin.”
 
Amak, bal kişand ser buyerên ku jin di roja îro de dijîn û got  ku ev encamên polîtîkayên qirêj ên dewletê ne. Eylemê wiha axaftina xwe da berdewamkirin: “Desthilatdar hemû êrîşên xwe bi saziyên xwe û bi destên mêr pêk tînin. Qirkirina jinan wek polîtîkayeke mayînde didomîne. Ji ber ku em ji vê haydar in, em bêtir li nasnameya xwe, li zimanê xwe, li axa xwe, li hemû nirxên xwe yên ku hebûna me ne xwedî derdikevin. Bi pirsa ku ‘ez kî me’ me dest pê kir, jinên ku me berê nas nedikirin, em rastî hev tên, çîrokên me yên ku dişibin hev, şirîkantiya têkoşîna me, me tîne gel hev. Tenê em birêxistin bin em ê bikaribin qirkirina jinan bidin sekinandin û em vê yekê bi têkoşîna jinan hîn dibin.”
 
Amak, da zanîn ku tecrîtkirina vîna gelê Kurd, di serî de tecrîtkirina jinan û hemû civakê ye û got: “Dixwazin rastiya jineke ku mafê gotinê jê re nayê dayîn fikr û vîna wê tine bikin û vê jî bi polîtîkayên tecrîdê dixin jiyanê. Tecrît îro her çiqas wek di girtîgehan de ye xuya bike jî di malên me yên ku me mehkûmê şîdetê kirine û li kuçeyên me, ma em kî azad in? Li cihên ku em dimînin biguhere jî bi domdarkirina têkoşîna me ya bi her awayî em paşve gav navêjin. Li hemberî qirkirina jinan parastina jiyanê, van rojên tarî gihandina rojê û ji bo tecrîdê bişkînin, jinên ku berxwedana xwe bi çalakiya birçîbûnê didomînin bi hêxs ku em ji wan digirin careke din em 8’ê Adarê pêşwazî dikin, em têkoşîna xwe bilind dikin.  wek Leylayê gotiye "Li hundir an jî li derve ferq nake bi berxwedanê em têkoşîna xwe didomînin" wek ku Ayşeyê jî gotiye "Em Kurd in, jin in û li vir in" ji bo em jî vê dubare bikin li qadan tên gel hev.”
 
Amak, herî dawî wiha got: “Ji bo em sedsala 21'emîn bikin sedsala jinan, em bi mezinkirina îdiaya xwe, ji bo em 8’ê Adarê bi azadiyê bixemilînin. Ji bo ku em li her qada ku dimînin vegerînin qada têkoşînê, em bi hêza ku berxwedana Sara daye me re serî radikin. Em bi têkoşîna azadiyê ya ku şoreşa jinan pêk anîye têkoşîna jinan a cîhanê mezin dikin. Cihê kêfxweşiyê ye ku me şoreşa jinan a Rojava diyarî jinên cîhanê kir.”
 
Piştî daxuyaniyê jin derbasî avahiya navçeyê bûn û govend gerandin.  
 
WAN

Li Wanê jî, aktîvîstên TJA’yê û endamên Komeleya Jinan a Starê, bi dirûşmeya “Em Li dijî Qirkirina Jinan jiyanê, Li dijî Tecrîdê Azadiyê Diparêzin” starta 8’ê Adarê dan. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, endamên MEBYA –DER û TUHAYDER’ê jî di nav de, gelek jin li avahiya partiyê kom bûn.  Jinên ku kincên xwe yên gelîrî li xwe kirin, dawîzên “Em xwe diparêzin”, “Bijî yekitiya jinan” û “Jin jiyan azadî” hilgirtin.  

Di bernameyê de sînevîzyona balê dikişîne ser têkoşîna jinan hat temaşekirin. Jin dûre daketin baxçeyê partiyê û derbarê 8’ê Adarê de daxuyanî dan çepemeniyê. Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Jin dibin tecrîdê de ne. Nafê jinê nayê naskirin. Fikir û ramana wê tune tê hesibandin. Îro tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li tevahiya welat belav bûye û bandoreke mezin li jinan dike. Em ê heya dawiyê li dijî tecrî û polîtîkayên li ser jinan, jiyana xwe ya azad bi rêxistin bikin. Emê tu carî dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin.”

Jinan piştî daxuyaniyê, dirûşme berz kirin, li tilîliyan xistin û guvend gerandin.