Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin

  • jin
  • 12:23 22 Sibat 2021
  • |
img
ANTALYA - Mûrat K’yê ku tecawizî Ç.Y’yê kiribû û li gel rapora bijîşk û qeydên qemereyê yên cihê bûyerê jî serbest hatibû berdan, ji ber binpêkirina şertên kontrola edlî hat girtin.
 
Li navçeya Doşemealti ya Antalyayê di 30'ê îlona 2019'an de Mûrat K. bi referansa patron Ç.Y.'yê li wesayîtê siwar dike da wê bibe rawestgeha texsiyan. Lê belê Mûrat K., Ç.Y.'yê direvîne û destdirêjî wê dike. Piştî Ç.Y.'yê gilî kir Mûrat K. û G.K. hatin binçavkirin. Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Antalyayê jî bi şertê kontrolkirina edlî herdu kes berdan. Dû re Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê jî bi tawanbariya “kesî ji azadbûna wî bepar hiştin”, "desteserkirin", "birîndarkirina bi qestî" û "êrişa zayendî" îdianame amade kir. 
 
Mûrat K. yê gef li Ç.Y. û parêzera wê Bîlgenûr Yalçin xwaribû ji ber binpêkirina şertên kontrola edlî hat girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 11'emîn a Antalyayê ji ber bergiriyên şertên kontrola edlî kêm dimînin biryara girtina Mûrat K. da.
 
DIVÊ EDALET PÊK WERE
 
Parêzer Bîlgenûr Yalçin diyar kir ku bersûc demekî dirêje şertên kontrola edlî binpê dike û ji bo bê girtin meha derbasbûyî serlêdana girtina wî dabûn. Yalçin anî ziman ku edalet dema bersûc cezayê pêwîst girt wê pêk were.