‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'

  • jin
  • 09:14 20 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Rêvebira Komeleya Piştevaniyê ya Newroz Kurd-Baskê û Endama Komîteya Parastina Jinê ya Rojavayê Julîa Iglesîas Lopez got: "Ocalan, roniya hêviyê ye, ji bo hemû mirov û gelên azadîxwaz." 

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 86'an de ne. Ji xeynî girtîgehan li gelek deverên cîhanê jî li dijî tecrîdê çalakî tên lidarxistin. 
 
Li Herêma Baskê ya Xweser a Spanyayê Rêvebira Komeleya Piştevaniyê ya Newroz-Kurd-Baskê (Asociacion Vasco Kurda Newroz) û Endama Komîteya Parastina Jinê ya Rojavayê Julîa Iglesîas Lopez, ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Ocalan, li welatê xwe gelek çalakî û kampanya li dar xistine. Lopez, destnîşan kir ku Ocalan roniya hêviyê ye, ji bo hemû mirov û gelên azadîxwaz." 
 
Lopez, bilêv kir ku 30 sal berê li madrîdê li Asociación Hispano-Kurda (Hîspano-Komeleya Kurd) kurd nas kirine.
 
Lopez, anî ziman ku bûyerên Rojhilata Navîn bandor lê kirine û bi vî awayî nêzî kurdan bûye û got: "Wê çaxê pri ciwan bûm. Lê bûyerên li Rojhilata Navîn bandorek mezin li min kirin. Wê çaxê li Madrîdê ofîsa Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) hebû. Min li wir hin dost û heval nas kirin. Bi saya wan min bîrdoziya Birêz Ocalan û tevgera rizgariya Kurdistanê baş vekola." 
 
FELSEFEYA OCALAN 
 
Lopez, anî ziman ku piştî ku gelê kurd nas kiriye, fikrên wê di warê siyasî, bîrdozî û hesît de kemilîne û tesîrek mezin ji felsefeya Ocalan girtiye. Lopez, diyar kir ku têkoşîna li ser asasên bîrdoziya Ocalan sînorên berxwedanê derbas kirine û got: "Li seranserê cîhanê xwe di fikrên wî de dibînin. Divê em jibîr nekin ku em di nav pergala mêrî de koloniye in. Abdullah Ocalan, dibêje, heya jin bên eciqandin û serî bitewînin civakeke azad ne pêkan e." 
 
TÊKOŞÎNA JINA KURD 
 
Lopez, destnîşan kir ku divê li her derî piştgiriya têkoşîna jina kurd bê kirin û got: "Ji ber ku rizgariya jinan, tim taloqî dû şoreşê hatiye kirin, diviyabû perspektîfa tevgerên şoreşger biguheriya. Ji ber ku mirov dev ji cihêkariyên xwe bernand, afirandina civakeke azad ne pêkan bû. Lê belê Ocalan ev pergalên bîrdozî hemûyan da ber rexneyan û korelasyona di navbera dewlet, kapîtalîzm û baviksalariyê de derxist holê." 
 
ŞIKANDINA VÎNA GEL 
 
Lopez, ji bo tecrîda li ser Ocalan got: "Îşkence ye." Lopez di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi îşkencekirina Ocalan, dixwazin vîna gelê kurd bişikînin. AKP-MHP, bi tecrîdkirina Ocalan, dixwazin gelê kurd şantaj bikin. A rast dewleta tirk, bawer dike ku dê bi girtina hemû muxalifan û muxalefeta bîrdozî bi ser bikeve. Ji dewleta tirk weye, partiyek û çend milîtan li ber wê na, lê ev ne rast e. Tevgera azadiya kurd, ji partiyekê û çend milîtanan wêdetir e. Bi tena serê xwe pergalek e. Ocalan, kir ku tovê reha wê di civakê de zîl bide." 
 
KAMPANYAYÊN LI BASKÊ 
 
Lopez, bal kişand ser kampanyayên ku li welatê xwe jî dikin û got: "Em sohbetan, konferansan, pêşangehan û mîtîngan li dar dixin. Her wiha em danezan û manîfestoyan jî dinivîsin. Me cilda 1 û 2'yan a 'Manîfesto Ji Bo Şaristaniyek Demokratîk' berpêş kirin. Em di hemû çalakiyên xwe de behsa Ocalan dikin. Heger em behsa Ocalan nekin, em ê nikaribin tiştên li Kurdistanê çêdibin nîqaş bikin." 
 
HÊVIYA GELAN 
 
Lopez, destnîşan kir ku Ocalan roniya hêviyê ye ji bo gelan û got: "Tevkariya Ocalan a ji bo mirovahiyê pir girîng e. Lewma ji bo xelaskirina wî divê em pri bixebitin. Ew, serkatorê çareserkirina pirsgirêka kurd e. Roniya hêviyê ye, ji bo hemû mirov û gelên azadîxwaz."