'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'

  • jin
  • 09:13 7 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Jinên ku şideta li jinê tê kirin û kuştina jinan wekî "qirkirinê" nirxandin, ji bo 25'ê Mijdarê li dijî şideta ku mêr li jinan dikin bang kirin û gotin: "Em faşîzmê birûxînin, azadiya xwe bi dest bixin." 

Li gor çeteleya meha Cotmehê ya Jinnewsê, zilaman 22 jin kuştine û 7 jin û 4 zarok jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Jin vê rewşa li welêt ku her diçe şideta li jinê tê kirin zêde dibe, wekî "qirkirinê" dinirxînin û niha ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê amadekariyên xwe dikin. 
 
ŞIDETA RÊXISTINBÛYÎ YA MÊRAN 
 
Berdevka Înîsyatîfa Em Dixwazin Bijîn Havva Cûştan, anî ziman ku şideta mêran bi awayekî rêxistinbûyî tê kirin û got, şideta li jinan tê kirin û kuştina jinan hattiye asta "qirkirin"ê. Cûştan, bilêv kir ku îqtidar jî jinên li dijî şidetê li ber xwe didin dike hedef û got: "Ji ber ku jin li ber şidet, taciz û tecawizê bêdeng namînin, polîtîkayên xwe yên êrîşkariyê ewilî li ser jinan pêk tînin." 
 
DEWLET WÎ DIPARÊZE 
 
Cûştan, bilêv kir ku êrîşên li jinan tên kirin ne tesaufî ne û got, ji ber polîtîkayên qirêjbûyî yên pergala serdest a zilaman a kaptîalîst jin tên kuştin.
 
Cûştan got: "Dewlet kujerên jinan diparêze. Dewlet bi vî awayî rê li ber kuştina jinan vedike. Me ev yek bi awayekî aşkere di doza Îpek Erê de dît. Eskerên dewletê tecawizî jineke ciwan kirin û dewletê got 'em we diparêzin.' Bi vî awayî peyam dan jinên kurd û gotin 'ev ji bo we misteheq, hûnê bitepisin.' Mêr dizanin ku dewlet wan diparêze. Lewma em bi şideteke rêxistinbûyî ya mêran re rû bi rû ne. Ev şidet cesaretê ji erkana dewletê digire. Lewma şideta mêran ne tesaduf e. Gava em behsa mêrên rêxistinbûyî bikin, ne mimkun e em behsa têkoşîneke bêrxistinbûyî ya jinan bikin. Lewma hevkariya jinan pir girîng e." 
 
Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş jî anî ziman ku êrîşên îqtidarê yên li ser jinan êrîşine sîstematîk in û got: "Têkiliya van êrîşan û êrîşên li ser derdorên şoreşger û demokratîk bi hev re heye. Îqtidar dixwaze jineke maqûl biafirîne û jinên vê yekê qebûl nakin jî bi şideteke îstematîk re rû bi rû dimînin. Ev êrîş ne êrîşine munferît in, êrîşên aqilê serdestîya mêrî ne." 
 
'JIN BARÎKATAN DERBAS DIKIN' 
 
Aktaş, destnîşan kir ku tenê vebijêrkeke jinan heye ew jî têkoşîna ku armanca wê rûxandina faşîzmê ye û ji bo vê jî îşaret bi têkoşîna jinan a li dijî êrîşan kir. Aktaş, bilêv kir ku jin êdî bi ser barîkatan de dimeşin û hewl didin wan derbas bikin û got: "Lewma berxwedana wan qewî bû, lê belê hatiye heya sînorekî. Êdî divê ew sînor jî bê derbaskirin." 
 
Aktaş, bi bonea 25'ê Mijadarê bang li hemû jinan kir û got: "Em faşîzmê birûxînin, azadiya xwe bi dest bixin."