Li Wanê daxuyaniya jinan hat astengkirin

  • jin
  • 14:36 31 Cotmeh 2020
  • |
img

WAN - Li Wanê, jinan xwestin ku binçavkirina Berdeveka TJA’yê Ayşe Gokkan şermezar bikin, lê polîsan destûr nedan wan. Jinan li ser vê yekê bi lêxistina çepikan û berzkirina tilîliyan bertek nîşanî polîsan dan. 

Aktîvên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan Partiya Demokratîk a gelan (HDP) ya Wanê, xwestin ku li ber avahiya rêxistina partiyê ya bajêr binçavkirina Berdevka TJA’yê û 13 kesên din şermezar bikin. Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di nav de, gelek jinan xwestin li ber avahiya partiyê kom bibin, lê polîsan destûr neda wan. Taşdemîr li ser navê jinan di hevdîtina bi polîsan re kir de, diyar kir ku ew dixwazin li ber avahiyê daxuyanî bidin û ev mafê wan ê herî demokratîke. Lê polîsan bi hinceta biryara qedexeya walîtiyê, destûr nedan û xwestin jin belav bibin. 
 
BI BERZKIRINA TILÎLIYAN BERTEK NÎŞAN DAN
 
Taşdemîr û jinên ligel wê, derketin ber derî û mertalên polîsan dehf dan, lê polîsan destûr neda ku kes derbikeve derve. Jinan li ser vê yekê bi lêxistina çepikan û berzkirina tilîliyan bertek nîşanî polîsan dan.