‘Nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin’

  • jin
  • 16:16 30 Cotmeh 2020
  • |
img
AMED - TJA'yê li Amedê derbarê girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de, diyar kir ku binçavkirinên li dijî krîmînalîze kirina TJA’yê qebûl nakin û got: “Nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) a li Amedê derbarê binçavkirina Berdevka xwe TJA’yê Ayşe Gokkan de li pêş avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Peyasê daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Zelal Bîlgîn axivî. Bîlgîn, bibîrxist ku 8 roj in Hevserokên HDP’ê yên Amedê û navçeya Yenîşehîrê di bin çavan de ne.
 
‘NASNAMEYA JINÊN MUHALÎF HEDEF TÊ GIRTIN’
 
Bîlgîn, da zanîn ku desthilatdariyê êrîşeke din a arasteyî jinan serê sibê pêk anî û wiha axivî: “Desthilatdarî demekî dirêje dixwaze saziyên jinan ên ku ji bo destkeftiyên jinan dixebitin bê bandor bike. Êrîşên li dijî jinên kurd ên ji têkoşîna jinan a cîhanê re bûne îlham her roj xwe diguherîne û berdewam dikin. Em binçavkirinên bi armanca krîmînalîzekirina TJA’yê tên kirin qebûl nakin. Bi van êrîşan bi taybetî hêza çalakiyên jinên kurd, nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin.”
 
‘EM Ê WE LI QADAN ACIZ BIKIN’
 
Bîlgîn, destnîşan kir ku li dijî zextan bêdeng nabin û wiha berdewam kir: “Bi hemû astengiyan jî em ê li qadan bin. Li gor agahiyên hatine ber destê me Ayşe Gokkan ji ber dozeke ku 2014’an de derbarê wê de hatiye vekirin binçavkirine. Bi nasnameya xwe ya jinê li her qadê têkoşiyaye û faaliyetên jîn û jiyandinê esas girtiye.” Bîlgîn, anî ziman ku ji Ayşe Gokkan a ku ji 14’ê Tîrmehê û vir ve du caran hatiye binçavkirin nikarin sûcdar derxînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê berdewam bikin ku we li qadan aciz bikin. Heta ku jiyaneke azad were avakirin em li vir in.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.