Li Rihayê kampanayaya 'Em Xwe Diparêzin': Em xwe û Ocalan tev de azad bikin

  • jin
  • 09:06 29 Cotmeh 2020
  • |
img

RIHA – Aktivîsta TJA'yê Medîna Efe xebatên di çarçoveya kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" de ku li Rihayê tên kirin nirxandin, diyar kir ku rastî dîmeneke ku jin hepsî nava çar dîwaran hatine kirin de tên û got: "Jin dixwazin ev kampanya bidome. Em ê jî di vê çarçoveyê de kampanyaya xwe mezintir bikin." 

Tevgera Jina Azad (TJA) bi şîara "Em Xwe Diparêzin" di 15'ê Îlonê de ji bo 4 mehan kampanyayek dabû detspêkirin. Kampanya li gelek bajaran didome û di çarçoveya kampanyayê de çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Aktivîsta TJA'yê Medîne Efe, çalakî û xebatên di çarçoveya kampanyayê de li Rihatê tên kirin nrixandin. 
 
XALEKE KAMPANYAYÊ TECRÎD E 
 
Efe, anî ziman ku yek ji armnca kampanyayaê jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Armanca me, em di çarçoveya kampanyayê de tecrîdê bişikînin û Birêz Ocalan azad bikin. Jin û civak hemû tên tecrîdkirin. Pergaleke derî mirovahiyê heye." Efe, diyar kir ku kampanyaya wan her kesî dihewîne û got, belavokên ku bi 5 zimanan amadekirin li gund û taxan belav dikin. 
 
ELEQEYEKE MEZIN 
 
Efe, bilêv kir ku di çaçroveya xebatên li bajêr de leqayî dîmeneke ku jin hepsî nava çar dîwaran hatine kirin de hatine û got, li gel vê jin bi taciz, tecawiz û şidetê re jî rû bi rû dimînin. Efe, anî ziman ku jin eleqeyeke mezin nîşanî kampanyaya wan didin û got: "Em diçin ku derê mirov pirgsirêkên xwe yên aborî û pirsgirêkên navmalbatî bilêv dikin. Her fikr û ramanên xwe jî bi me re parve dikin. Dixwazin kampanya dewam bike. Em ê jî di vê çarçoveyê de kampanyaya xwe mezintir bikin." 
 
YEKÎTΠ
 
Efe, diyar kir ku li bajarên herêmê li dijî jinan polîtîkayên êrîşa zayendî û tecawizê di dewrê de ne û got: "Me ev yek di bûyera Îpek Erê de dît. Gelek rewşên bi vî rengî hene. Li Rihayê jî tecawiz heye. Pergal tecawizê rewa dike. Lewma em dixwazin xwe bigihînin gelek jinan. Beriya her tiştî divê em tecrîdê bişikînin. Em jin divê bibin yek. Divê em mil bidin milê hev du, tecrîdê bişikînin û hem Birêz Ocalan hem jî xwe azad bikin."