Li Kuçukçekmecê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 09:55 24 Cotmeh 2020
  • |
img
STENBOL - Jina bi navê S.U. li Kuçukçekmecê, ji aliyê hevjînê xwe M.U. ve hat qetilkirin. 
 
Li Taxa Mehmet Akîf a girêdayî navçeya Kuçukçekmecê ya Stenbolê, jina bi navê S.U. ji aliyê hevjînê xwe M.U. ve duh bi şev hat qetilkirin. Ciranên wan ên ku bûyer bihîstin, agahî dan ekîbên tenduristiyê û polîsan. Ekîbên hatin cihê bûyer diyar kirin ku S.U. jiyana xwe ji dest daye û polîsan M.U. binçav kirin.
 
Ekîbên tenduristiyê cenazeyê S.U. rakirin Morga Tipa Edlî ya Yenîbonayê.