Aktivîsta TJA'yê: Em li dijî ya xirab a xweşik birêxistin dikin

  • jin
  • 09:13 24 Cotmeh 2020
  • |
img

MÊRSÎN – Aktivîsta TJA'yê Nûr Surer anî ziman ku wê bi kampanyaya ku dane destpêkirin li hemû tax û kuçeyên Mêrsînê rêxistinbûyînekê biafirînin û ew ê li dijî ya xerab a xweşik bi rêxistin dikin. 

Tevgera Jina Azad (TJA) bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyonên binçavkirinê, taciz, tecawiz, zextên li ser zimanê zikmakî û baweriyan di 15'ê Îlonê de ji bo 4 mehan bi navê "Em Xwe Diparêzin" kampanyayek dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ewilî atolye hatibûn lidarxistin. Li Mêrsînê jî di çarçoveya kampanyayê de xebatên tên kirin bênavber didomin. 
 
Aktivîsta TJA'yê Nûr Surer behsa xebatên ku li Mêrsînê dikin kir. 
 
Surer, anî ziman ku mudaxile hemû qadên jiyanê tên kirin û got, ewilî jî mudaxileyî jinê tê kirin. Surer got: "Vê yekê jî bi rêbazeke polîtîkaya şerê taybet dikin. Êrîşê tînin ser zimanê me, tînin ser kincên me û kenê me û het mudaxileyî kincên jinan ên ku dema ducanî dibin li xwe dikin jî dikin. Gava em bi awayekî giştî li evana binêrin, aşkere ye ku li welêt jiyan nemaye. Em ji jinan re tespîta vê yekê dikin. Kampanyaya 'Em Xwe Diparêzin' jî li ehmberî van êrîşan tevdigere. Em bi zimanê xwe vê yekê dikin. Dibek ku kursên me asteng bikin, lê em li taxan bi zimanê vê israrê bixwe rêxistin dikin."
 
FERASET 
 
Surer, diyar kir ku îro ro mayina li jiyanê bi xwe jî xweparastinê divê û got: "Heger em jin li hemberî vê hikûmetê, li hemberî pergalên tehekumker li ber xwe nedin, wê taciz, tecawiz û mirin her roj li benda me be. Em TJA vê ferasetê derdixînin holê. Em jinên ku xwedî dîrokeke berxwedanê ne. Heger polîtîkayeke sed salî ya asîmlasiyon, înkar û tunekirinê hebe, li hemberî vê dîroka rêxistinên jinan a berxwedêr jî heye. Hem li seranserê Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê tecrûbeyên me yên mezin hene. Em tevgera jinên kurd pêşî xwedî li xwezaya xwe derdikevin. Xwezaya me texrîb dikin. Vê yekê bi feraseteke tecawizkar û talankirinêd ikin. Li hemberî jinên kurd şerekî taybet dikin. Ev şer niha li nav kuçeyên me tê kirin. Li er çavan tiryak tê firotin, her roj zarokên em tên jehrîkirin û kuştin. Eb ne tiştien asayî ne. Lê dewlet dixwaze van tişten bike tiştine asayî û siyaseta xwe jî li gor vê dike. Em ê her tim li kuçeyan biqîrin û bibêjin ev ne tiştekî asayî ye." 
 
PARASTIN 
 
Surer, anî ziman ku rengevedana feraseta nêrzayî tespît kirine û ji ber vê kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" dane destpêkirin û got: "Me biryar girtiye ku li kû derê faşîm hebe em ê xwe biparêzin. Li pêşiya me 25'ê Mijdarê heye. Em ê li Mêrsînê 25'ê Mijdarê bi awayekî herî xurt birêxistin bikin. Em ê tax bi atx xebatên vê bikin. Em ê hemû awayên şidetê vebêjin. Em ê li dijî asîmlasiyonê xebatên serwextkirinê bikin. Em ê vê xebatê bi civînên taxan, bi meşên bi meaşle û bi kursên zimên bikin. Heya parastina jinê ya li dijî şidetê bibe tiştekî rêxistinbûyî em ê xebatên xwe bidomînin." 
 
'EM HÊRSÊ BIRÊXISTIN DIKIN' 
 
Surer, diyar kir ku ew jinine bihêrs in û got: "Me tiştên hatine serê me û cîhaneke çawa ji me re hatiye teheyulkirin baş dizanin. Em hêrsê bixwe rêxistin dikin. Îro ro li Tirkiyeyê xirabî hatiey brêxistinkirin. Lê em ê jî ya xweşik birêxistin bikin û bi vî awayî têkevin rê. Kampanyaya me bixwe perwerdehî ye. xebateke serwextkirinê ye. Ji bo vê jî em ê panelan li dar bixin. Bi rêveberiyên herêmî re planên me yî hevpar hene. Em ê li hemû bazarên Mêrsînê hem belavokan belav bikin hem jî xebatên xwe yên serwextkirinê bi rê ve bibin. Wê TJA di çarçoveya kampanyaya me de li tevahiya tax û kuçeyên Mêrsînê hem gotina xwe bibêje hem jî xwe birêxistin bike." 
 
WÊ ATOLYE BÊN LIDARXISTIN' 
 
Surer anî ziman ku ji roja ku kampanya dest pê kiriye heya niha li taxan belavokan belav dikin û behsa xweparastinê dikin û got: "Em ê atolyeyên bîbiriya zayendî, têkoşîna li hemberî zayendîparêziyê li dar bixin. Em hewl didin vê yekşemê jî hevdîtineke mezin a jinan organîze bikin. Em ê li wir bi erbaneyên xwe, bi govenda xwe bên ecm hev du û hem ê hem moral û motîvasyona xwe xurt bikin hem jî siyaseta îroyîn nîqaş bikin." 
 
MA / Omer Akin