'Dengê Sara, Fîdan û Leyla li kuçeyan olan da’

  • jin
  • 15:45 9 Çile 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Li gelek navend û bajaran 3 siyasetmedarên jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyên bî biranîn hatin lidarxistin û jinan soza bilindkirina têkoşînê nû kirin.

 
RIHA
 
Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) a Rihayê, 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku li paytexta Parîsa Fransayê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn. Bîranîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê hat lidarxistin, rêberên HDP, DBP ên bajêr û navçeyan û gelek jin beşdar bûn. Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, di bîranînê de axivî û diya kir ku ew ê tu carî pêşengên têkoşîna jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Laylemez ji bîr nekin û wan bi rêz û minet bibîr tînin. 
 
‘DIVÊ 5 Û 9 ÇILE BIBE HEFTEYA TÊKOŞÎNÊ’
 
Surucu, anî ziman ku qetilkirina sê siyasetmedarên jinên kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir a di hefteya komkujiya Parîsê de, ne tesadüfe. Surucu, dest nîşan kir ku jin û gelê kur dli dijî koletiyê têkoşîna azadiyê bilid kin û wiha axivî: “Hevalên me yên di berxwedana rêveberiyên xweser de pêşengtî kirin, vîn, berxwedan û eşqa azadiyê qezenc kirin. Divê li dijî komkujiyên Parîs û Sîlopiyê li her malê, her kolanê, gund û bajaran têkoşîn û berxwedana azadiyê bê birêxistinkirin û mezin kirin. Ji ber vê yekê em ê dîroka 5 û 9 Çile mîna Hefteya Bilindkirina Têkoşîna ya li dijî komkujiyên jinên siyasetmedar bigirin dest. Em li ku derê dibin bila bibin, em ê soza xwe ya bilindkirina têkoşînê bidin.” 
Bîranîn piştî berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN 
 
Li Mêrdînê jî sê siyasetmedarên jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengtiya Platforma Jinan a Mêrdînê bi tevlîbûn HDP û DBP’ê li avahiya HDP’ê hat lidarxistin. 
 
Bîranîn piştî pêşandana sinevîsyona “Dîroka berxwedanê ya ji Sarayan heya Sêvêyan” bi dawî bû. 
 
AMED 
 
Hevparên TJA yên Amedê, 3 siyasetmedarên jin ên kurd li Salona Vedat Aydin a avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê bibîr anîn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, Aktîvîstên TJA, Meclisa Dayîkên Aştiyê, rêveberên HDP’ê, DBP û gelek jin beşdarî bîranînên bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê sînevîzyona “Dîroka berxwedanê ya ji Sarayan heta Sêvêyan” hat pêşandan. Aktîvîsta TJA  nihayet Taşdemîr di bîranînê de axivî û wiha got: “Komkujiyek bi plankiri bû. Mîna tevgera jinên kurd em soz daye wan ku emê têkoşîna wan bidomînin.” 
 
Dûre parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknaz Uca jî, diyar  kir ku ji ber ku wan felsefeya Sakîne naskirin, weke jinên kurd serê wan bilinde. Dayîka Aştiyê Kudret Elalmaz jî bang li hikûmeta Fransayê kir ku kujeran bidarizînin û got: “Şehîd namirin.” Jinan ji bo bi berzkirina tilîliyan piştgirî dan Elalmaz.
 
Bîranîn, piştî pêşandana staran û şîîrên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR
 
TJA li Îzmîrê jî 3 jinên kurd bibîr anîn. Bîranîn li Rêxistina DBP’a Îzmîrê bi tevlîbûna rêveberên HDP, DBP’ê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, endamên ESP’ê û gelek kesan hat lidarxistin. Dayîka Aştiyê Cemîle Aydin di bîranînê de axivî û wiha got: “Sêvêyan ala têkoşîna Sakîneyan li erdê nehiştin û bi têkoşîna xwe, mûhra xwe li dîrokê xistin. Em ê vê têkoşînê mezintir bikin. Piştî axaftinan sînevîzyona derbarê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hat pêşandan. 
 
QAMIŞLO 
 
Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li ber çerxereya Sewami ya aliyê rojhilatê bajarê kom bûn û ji bo şermezar kirina komkujiya Parîsê meş lidarxistin.  Şêniyên ku berê xwe dan cihê destpêkirina meşe. wêneyên sê têkoşeran, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û Kongreya Star hildan.
Ji welatiyên Derbesiyê, Girkê Legê û Amûdê re welatiyên Erep û Suryanî jî beşdarî meşê bû.
 
 KOBANÊ
 
Bi meşeke girseyî ku bi hezaran şêniyên kantona Kobanê tevlî bibûn komkujiya Parîsê ya dijî sê jinên têkoşer pêk hat, hate şemerazkirin.
 
Şêniyên bajaroka Sirînê û gundên wê li nêzî çerxereya Jina Azad gihîştin şêniyên herêma Kobanê û ji wir dest bi meşê kirin. Meşa ku bi piştgiriya jinan dest pê kir, wêneyên sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bilind kirin.