Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn

  • jin
  • 14:41 1 Cotmeh 2020
  • |
img

ÎZMÎR – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, di çalakiya TJA’yê de diyar kir ku wê jin serî ji tundiya zilam daneynin û xweparastinê bi pêş bixin û ev tişt got: “Em ê jiyaneke bê xweparastin qebûl nekin. Ji bo vê yekê pêwistî bi rêxistinbûneke baş heye.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de li Parqa Ûgûr Mûmcû ya Guzel Tepe ya li navçeya Çîglî ya Îzmîrê, bi jinan re hat gel hev. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besriye Tekgor û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. 
 
 ‘EM Ê JIYANA BÊXWEPARASTIN QEBÛL NEKIN’ 
 
Leyla Guven, diyar kir ku yek ji armancên kampanya TJA’yê derxistina holê ya komkujiyên li hemberî jinan e û wiha got: “Wê TJA li hemberî komkujiyên jinan serî netewîne. Em ne namûsa kesî ne. Namûsa me welatê me û azadiya me ye. Divê em ji bo vê têbikoşin. Wê jin biqîrin dinyayê. Em ê serî ji tundiya we zilaman re netewînin û xweparastina xwe bi pêş bixin.  Em ê jiyaneke bêxweparastin qebûl nekin. Ji bo vê yekê pêwistî bi rêxistinbûneke baş heye. Dema ku Sakîna Cansiz li Zindana Amedê tuyê ser çavê Esat Oktay kir ev dîrok derket holê. Arîn Mîrkan ji bo Girê Miştenûrê nekeve laşê xwe kir bombe û bi ser DAIŞ’ê ve meşiya. Çareserî li wir hat afirandin. Jin tu carî bê çare nemaye.”
 
‘HEKE JIN ŞIYAR BIBE WÊ CIVAK ŞIYAR BIBE’
 
Guven, da zanîn ku jinên kurd gelek êş kişandine û ev tişt anî ziman: “Dewletê heta astekê zilaman tirsandiye lê bi jinan serî netewandiye. Lewre jin Gulten Kişanak e ku bi kûçikê Esat Oktay re 6 meh di heman hucreyê de ma. Jin Sebahat Tuncel e ku tu carî serê xwe ji zilmê re natewîne. Ji ber vê yekê herkese ku dixwaze  derkeve derve bixînin. Lewre dizanin heke jin şiyar bibe wê  civak şiyar bibe. Jina kurd şiyar bûye û ji hêla van ve tiştekî ku bê kirin nemaye.”