'Ji bo mafê xwe yê jiyanê em tecrîdê bişikînin'

  • jin
  • 09:04 30 Îlon 2020
  • |
img

STENBOL – Jinên HDP'î destnîşan kirin ku tecrîda li ser Ocalan di heman demê de tê wateya bertengkirina qadên jiyanê yên jinan û gotin, ji bo mafê jiyanê divê tecrîd bi dawî bibe. 

Her diçe şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girnatir dibin. Gelek kes tînin ziman ku divê tecrîda ku her diçe şer kûrtir dike û bandorê li jiyanê dike ji holê bê rakirin. Nexasim jî bi pêvajoya şerî re taciz, tecawiz, şidet û kuştina jinan pir zêde bûye. Jinên HDP'î xwestin tecrîda li ber jiyana azad astengiyeke mezin e bê rakirin. 
 
BNADORA TECRÎDÊ YA LI SER JINÊ 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Stenbolê ya HDP'ê Beser Çelîk, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li dijî gelê kurd û jina ye û got, bi zêdebûna tecrîdê re kuştin, îstismar, taciz û tecawiz jî zêde bûne. Çelîk, diyar kir ku tecrîd bi awayekî yekpare ye û bandorê li tevahiay civakê dike û got, bandora wê ya li ser jinê jî dorfireh e. 
 
‘ME QEBÛL NEKIR, EM Ê QEBÛL NEKIN JÎ' 
 
Çelîk, destnîşan kir ku tu carê tecrîda li ser Ocalan qebûl nekirine û wê tu carî jî qebûl nekin û got: "Bidawîbûna tecrîdê, tê wateya hebûna civakeke azadîxwaz. Tê wateya ku wê gel bi rihetî xwe bînin ziman. Lewma ji bo tecrîd bi dawî bbe divê em li her derî bitêkoşin." 
 
‘JI BO MAFÊ ME YÊ JIYANÊ' 
 
Hevberdevka Rêxistiniyê ya HDP'a Stenbolê Pinar Turkê jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan sûc e û got, berî her tiştî tecrîdeke ku li dijî gelê kurd e. Turkê diyar kir ku li hemû qadên jiyanê jin jî tên tecrîdkirin û got, jin wê ji bo parastina mafê xw eyê jiyanê tecrîdê bişikînin û wê li dijî wê têkoşînê dorfirehtir bikin. 
 
TÊKOŞÎNA CIVAKIYΠ
 
Turkê got: "Pespektîfa Birêz Abdullah Ocalan, ewilî pêşî li ber jinên kurd vekir û hîn jî vedike. Azadiya jinê û têkoşîna azadiyê ya ji bo cvakê ya Ocalan, tê etcrîdkirin. Ji lewra gava meriv lê mêze dike, di warê civakiyî de guherîn û veguherîneke mezin çêbûye. Ocalan çi bibêje, berambaeriya wê ya di civakêd e heye. Tecrîda li ser fikran li tevahiay civakê belav bûye. Lewma em dikarin bi têkoşîneke civakiyî tecrîdê bişikînin." 
 
‘DIVÊ JI BINÎ VE BÊ TUNEKIRIN' 
 
Dilxwaza HDP'î Xalê Akkaya jî anî ziman ku ji ber tecrîdê li Tirkiyeyê her tiş serobino bûye û got, tekane xelasiya ji vê yekê Îmralî ye. Akkaya, gotina "Gelê ku jina wê ne azad be, wê azad nebe" a Ocalan bibrî xist û got, tekane rêberê ku azadiya jinê esas digire Ocalan e. Akkaya, destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Ocalan ji binî ve bê tunekirin.
 
Akkaya, diyar kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe divê pêşî muxalefet û jin têkoşînê dorfirehtr bikin û got: "Bi şev û biroj divê li dijî tecrîd têkoşîn bê dorfirehkirin. Ancax em bi vî awayî karibin tecrîdê bişikînin. Nexasim şikadina tecrîda li ser Ocalan deynê me jina ye. Dem dema ku pratîka gotinê ye. Çimkî wisa bawer dikim ku têkoşîna heyî ya li dijî tecrîdê kêm e. Li dijî zilmeke bi vî rengî têkoşîna me ya heyî ya li hemberî tecrîdê kêm e." 
 
MA / Semra Tûran