Hêla hevpar a jinên Rojava û Zapatîstayî: Pêşengî

  • jin
  • 09:14 1 Cotmeh 2017
  • |
img
STENBOL – Nivîsakar Hilary Klein, balê kişand ser şibandina rolên jinên Zapatîstayî yên Şoreşa Meksîkayê û yên Şoreşa Rojavayê û wiha got: “Jinan di refên pêş ên tevgera Zapatîstayê de cih girt û wan bi xwe ev yek kir. Jinên kurd ên Şoreşa Rojavayê jî heman tiştî dikin. Hemû dinya dizane ku ev jin çawa li dijî DAIŞ’ê şer kirine.” 
 
Nivîskar Hilary Klein ku şahidiya têkoşîna jinên şoreşa Meksîkayê kir û pirtûka “Companeres: Çîroka Jinên Zapatîstayî” nivîsand, balê kişand ser rola û rista jinên Şoreşa Rojavayê û Zapatîstayî. 
 
Klein, anî ziman ku jinên Zapatîstayî ji bo hemû kesên dixwazin li dijî neheqiyê bitêkoşin rêber in û wiha behsa nivîsandina pirtûka li ser jinên Zapatîstayî kir: “Bi parvekirin wêrekî û çîrokên hezkirinê yên jinên Zapatîstayî armanca min ew bû ku, rizgarkirina kolketîf çî ye, tiştên çawa dide hîskirin û pêkaniya vê yekê.” 
 
‘LI DIJÎ MÊRAN TÊKOŞIYAN’
 
Klein, diyar kir ku jinên Zapatîstayî li dijî hikûmeta Meksîkayê, feraseta nêrza û kapîtalîzmê şer îlan kirine. Klein, diyar kir ku dema di salên 1980’yî de Artêşa Rizgariya Netewî ya Zapatîstayê (EZLN) li qadên çiyayî û daristanên Chiapasê mirov girtine kar û wan bi rêxistin kirine, jinên Zapatîstayî jî li dijî mêran berxwedaneke mezin nîşan daye. Klein, dest nîşan kir ku jin xwestin daxilî EZLN’ê bibin û bi vê yekê xwestin jiyana wan biguhere. Klein, got ku piştî demekê jin bûn endamên kooperatîfên aboriyê, bûn îsyankarên gerîllayî, pêşengên siyasî, perwerdekar û şikil dane tevgera Zapatîstayê. 
 
‘ROLA JINÊN ROJAVAYÊ Û ZAPATÎSTAYÎ’ 
 
Klein balê kişand ser têkoşîna jinên Rojavayê û şoreşa Meksîkayê û ev tişt gotin: “Li çar aliyên cîhanê mirovan dît ku jinên wêrek ên Rojavayê çawa li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Di heman demê de bihîstin ku heman jin li Rojhilata Navîn çawa li dijî serdestiya mêr jî şer dikin. Gelek hêlên rola jinên Şoreşa Rojava û yên tevgera Zapatîsteyê ku dişibin hev hene. Jinan di refên pêş ên tevgera Zapatîstayê de cih girtin û wan bi xwe ev yek kir. Jinên kurd ên Şoreşa Rojavayê jî heman tiştî dikin. Li Chiapas û Rojavayê ji bo mirov nemirin jin jiyana xwe avêtin talûkeyê û di heman demê de ji bo rizgariya xwe jî şer dikin. Li her du hêlan jî jin di avaniyên leşkeri û siyasî de li pêş cihê xwe girtine.” 
 
Klein balê kişand ser têkoşîna jinên cîhanê jî û wiha got: “Ji bo tunekirina feraseta nêrza, ez dibêjim tenê bersivek heye. Divê hemû jinên cîhanê riyên rêzgirî, edalet û wekheviyê ji bo jinên civaka xwe bibînin. Ceribînin jinên Zapatîstayî dikarin ji bo jinên cîhanê bibin çavkaniya îlhamê û mînak. “
 
MA / Necla Demir