Polîsan mudaxeleyî çalakiya jinan kir

  • jin
  • 16:11 6 Çile 2018
  • |
img

ENQERE – Li Kolana Sakarya ya Enqereyê jinên li hev kom  bûn û xwestin pênasekirina Diyanetê ya têkildarî zewaca zarokan protesto bikin rastî mudaxeleya polîsan hatin. 

Li Kolana Sakarya ya Enqereyê gelek jinên ku di nav de endamên partiyên siyasî jî hebûn bi boneya pênasekirin û gotinên Serokatiya Karê Diyanetê ya têkildarî zewaca zarokan anî ziman protesto bikin li hev kom bûn. Jinên xwestin li vir daxuyaniya çapameniyê li dar bixin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan qedexekirina çalakiya li derdora Kizilayê hincet nîşan da û xwest jin belav bibin. Jinan li dijî gotin û polîtîkaya Diyanetê bertek nîşan da û daxuyaniya xwe dewam kirin. Lê polîsan bi awayek tund mudaxele kir. Polîsan bi guleyên plastîk û gaza îsotê mudaxele kir. Jin bêyî daxuyaniya xwe xelas bikin neçar man ku belav bibin.