Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em dê bi hêz beşdarî kongreyê bibin

  • jin
  • 12:30 6 Çile 2018
  • |
img

WAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê beriya 3’emîn Kongreya HDP'ê ya Giştî, bi dirûşmeya "Gotina em bêjin, hêza em biguherînin heye" konferans pêk anîn. Jinan di konferansê de peyama "Em dê bi hêzek mezin û bi gulan beşdarî kongreyê bibin" dan. 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, bi dirûşmeya "Gotina em bêjin, hêza em bikin heye" li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Wanê konferans pêk anîn. Di konferansê de pankart û afîşên "Gotina em bêjin, hêza em biguherînin heye", “Em dê ji faşîzmê re bêjin Raweste", “Em xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve diçin" vekirin. Di Konferansê de Parlamenterên HDPê Bedîa Ozgokçe Ertan, Dîlan Dirayet Taşdemir, Mizgîn Irgat, Endamên Meclîsa Jinan ên HDP û DBP'ê yên Bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê, Nûnerên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz, (OHP), Nûnerên KCDû ÎHD'ê jî di navde gelek kes amade bûn. 
 
Ewil Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemir axivî û diyar kir ku armanc dikin beriya 3'emîn Kongreya HDP’ê ya Giştî li gelek bajaran konferansên jinan pêk bînin û wiha got: "Em armanc dikin ku bi tevlêbûnek bi hêz beşdarî kongreyê bibin. Em serî li hemberî qederê natewînin. D salên dawî de zext û zordarî gelek zêde dibe. Dixwazin em serî li ber wan xwar bikin. Lê em bi van konferansan dixwazin piştevanî û tekoşîna xwe bêtir xurt û bi hêz bikin. Faşîzma ku dixwaze xwe li ser pişta kurdan xurt bike dê zêde berdewam neke. Ji ber ku dê hêza jinê ya bi rêxistin vê yekê têk bibe. " 
 
EM ÊDÎ VÊ QEDERÊ QEBÛL NAKIN
 
Dîlan Dîrayet Taştemîr, anî ziman ku her dem ji jinan dixwaze ku ji vê qederê razî bin û serî li hemberî zilmê bitewînin û wiha bi da wî kir: "Em êdî vê qederê  qebûl nakin. Sakine Cansiz, di serdema Kenan Evren de tevî hemû zext û îşkenceyê serî li hemberî wan danenî. Em jî wekî jinan li hemberî zilma wan serî danînin. Em dê îro jî li dijî faşizmê têkoşîna xwe mezin bikin. Îro hemû cîhan têkoşîna jina kurd ji bo xwe mînak dibîne. Wekî jina kurd pêşengiya me gelek girîng e. Hişmendiya mêrê serdest li her derê xwe dide der. Ji Hilbijartina 7'ê Hezîranê heta niha îktîdar dixwaze hêza jina pêşeng tune bike. Hewl dide bedena jinê teşîr bike. Li kolanan jinan qetil dike. Hewl didin pergala jin dixwazin tune bike. îktîdara erk a mêrîtîyê îro li dijî pergala hevserokatiyê ya HDP’ê hevserokan dike hedef. Dixwazin vîna jinê tune bikin. Lê em destûr nadin vê yekê." 
 
 
Piştî axaftina Dîrayet Dîlan Taşdemir civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.