Jinên KESK’î xwesin diyanet bê girtin

  • jin
  • 14:57 4 Çile 2018
  • |
img

AMED - Jinên KESK’î xwestin diyanet bê girtin û wiha gotin: “Diyanet hewl dide, guhertinên qanûnî yên AKP’ê ku dixwaza biguhere, bi civakê bide qebûl kirin."

Meclîsa Jinan a Plarforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) a Amedê, derbarê daxuyaniya Wezareta Karê Diyanetê ya "Zarokên balix bûyî dikarin bizewicin" a di malpera xwe de weşand û bi vê yekê re dixwaze îstîsmara zarokan teşwîq bike û zewaca zaroktiyê meşrû bike  de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li 1’emîn Şaxa Egîtim Senê hat lidarxistin û endamên Meclîsa Jinên KESK’ê tevlî bûn. Sekretera 1’emîn Şaxa Egîtîm Sena Amedê Mîzgîn Yavuz, di civînê de daxuyanî da û wiha got: “Bi desthilatdariya AKP’ê îstîsmar û tundiya li dijî jin û zarokan zêdetir bûn. Fetwayên hatin weşandin û qanûnên hatin derxistin îstîsmara li ser jin û zarokan meşrû kirin.”  
 
Yavuz, diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi pergala 4+4+4 ku kir meriyete, pêşî li zewicandinên zarokatiyê vekirin û wiha axivî: “Bi vê yekê mafê perwerdê yê zarokan ji wan hat dizîn. Bi vê sererastkirinê re 2 mîlyon zarok ji derveyî perwerdê hatin hiştin. Zewicandina di temenê biçûk de berhemê hişmendiyekê ye. Bi qanûna miftîtiyê jî pêşî li îstîsmara zarokan vekirin. Mufredata perwerdê jî zayendpereste. Fetwayên hatin weşandin jî rastiya hişmendiya desthilatdar a li dijî jin û zarokane.” 
 
'DIYANETÊ BIGIRIN'
 
Yavuz, bertek nîşanî daxuyaniya Wezareta Karên Diyanetê ya li ser bertekên hatin dayîn, weşand da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev fetwa ne tesadûfin. Daxuyaniya ‘zarokên keç 9 salî dikarin bizewicin û bibin ducanî, zarokên kurd jî 12 salî dikarin bizewicin û bibin bav’ a Serokatiya Karê Diyanetê, dixwaze qanûnên AKP’ê yên dixwaza biguhere bi civakê bide qebûl kirin. Diyanet vî karî dike. Ji ber vê yekê em dixwazin Serokatiya Karê Diyanetê bê girtin. Em hemû sererastkirinên qanûnî yên jinan ji qadên çemawerî dûr dixin, bi xwe ve didin girêdan, îstîsmarê zêde dikin û teşwîqa îstîsmarkirina zarokan pêş dixinqebûl nakin û red dikin.”