'Betalkirina Peymana Îstanbul ne karê aqilan e'

  • jin
  • 09:01 28 Tîrmeh 2020
  • |
img
AMED - Nûnerên jin ên Amedê bertek nîşanî daxwaza betalkirina Peymana Îstanbul dan û diyar kirin ku betalkirina peymana Îstanbul ne karê aqilan e. Jinan diyar kirin ku ew ê ji bo civakek azad têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Hikûmeta AKP'ê xwest Peymana Îstanbul bê betalkirin û Tirkiye îmzeya xwe ji bin îmzeyê bikişîne. Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan got "Gel Peymana Stenbolê naxwaze. Hewce be em ê peymanê di ber çavan re derbas bikin." û xwest Peymana Stenbolê betal bike.  Wekilê Serokê AKP'ê Numan Kurtulmuş jî ji bo Peymana Stenbolê gotibû 'Çawa hatiye îmzekirin dê wisa ji îmzeyê jî bê kişandin.' Piştî daxuyaniya Serkomar Tayyip Erdogan û Cigirê Serokomar Nûman Kurtulmuş, mufredata Peymana Îstanbul anîn rojevê û mirin mirjara niqaşan. Peymana Îstanbulê di 11'ê Gulana 2011'an de ji bo rê li pêş tundiya li dijî jinan bigirin ji îmzeyan re vekirin. Peymana Konseya Ewropa ya Der barê Têkoşîn û Pêşîlêgirtina Tundiya li Nava Malê û Tundiya li Dijî Jinê li Stenbolê ji îmzeyan re hat vekirin û di 1'ê Tebaxa 2014'an de ket meriyetê. Her çend 6 sal berê Tirkiye ev peyman îmze kiribe jî hêj hikûmetê li gorî wê gav neavêtiye û li gorî erka peymanê pratîk pêş nexistiye. 
 
Li dijî van hewldanên Hikûmetê û rayedarên AKP'ê nûnerên rêxistinên civakî yên jin ên Amedê bertekên xwe anîn ziman. 
 
'NE KARÊ AQILAN E'
 
 
Rêvebera Sazumankar a Komeleya Jinan a Rosa Prz. Elif Tirenç, anî ziman ku demek dirêj e tundiya li dijî jinê pir zêde bûye û wiha got: "Li vir rola dewletê a di zêdebûna tundiyê de pir e. Peymana Îstanbul yek ji peymana li dijî tundiya jinê ye. Li gel ku ev peyman ji bo zarok û jinan pir girîng e jî hikûmet dixwaze wê betal bike. Ev peyman erkek mezin dide hikûmet û dewletên ku rola wê pêk bînin. Lê li şûna erka vê îmzeyê pêk bînin, em dibînin ku tundî zêde dibe. Nihaşên ku vê peymanê rakin dikin. Ger ku di rakirina peymanê de israr bikin tê wateya ku di tundiyê de israr bikin e." 
 
Tirenç, diyar kir ku armanca vê peymanê ewe ku dewlet rê li pêş tundiyê bigire û got: "Hem bi vê peymanê û hem jî bi zagona hêjmar 6284 gelek mafê jinê tê parastin. Jin bi van peymanan dikarin doza mafê xwe bikin. Lê em dibînin ku li dijî parastina mafê jinan rageşiyek heye. Jinan bi bedelên giran û têkoşînek mezin ev peyman da îmzekirin. Lê hikûmet li aliyekî naxwaze mafê jinê li gorî standartên cîhanê bê parastin û qebûlkirin û li aliyê din êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Sedema cînayetên civakî newekheviya perwerde, tenduristî aborî û siyasî ye. Di demên dawî de jinên li Amedê li dijî tundiyê bi çalak têdikoşin, têne binçavkirin û girtin. Lê jin dê li dijî vê hişmeniya mêrê serdest têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Tirenç xwest tu carî jin qada têkoşîn û berxwedanê terk nekin û bêtir ji bo mafê xwe têbikoşin. 
 
PEYMAN JI BO JINAN MIFTE YE
 
Hevseroka Şaxa 3'emîn a Egîtîm Sen'a Amedê Emine Koçyîgît jî anî ziman ku niqaşên vekişîna Peymana Îstanbul ne tesaduf e û got: "Peyman ji bo jinan mifte ye. Îqtîdara ku heta niha ev peyman nexistiye meriyetê sûc dike. Li şûna hesab bide, rêxistinên jinan dike hedefa xwe. Xwedî feraset û hişmendiya mêrê serdest e. Jin dê ji bo hemû reng bi hevre û wekhev bijîn û li mafê xwe xwedî derkevin tê dekoşîna xwe mezintir bikin. 
 
Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Ezgi Sila Demir jî niqaşên ku hikûmetê xistine rojevê wekî "Gunnedarî/futursuz" penase kir got: "Bi betalkirina vê peymanê dixwazin tundiyê asayî û rewa bikin. Bi vê yekê jinê bê qîmet dike û dike ya din. Ji civakê dûr dixe. Ev yek tê  wateya şerê li dijî jinê. Vekişîna peymanê, nêzîkatî û feraseta îqtîdarê ya li dijî jinê nîşan dide. "Ev nerîn dixwaze jinê di malê de hepis bike. Ji xeynî rola ku zayendiya civakî li ser jinê hatiye barkirin naxwaze rolek din bide wê. Naxwaze jinek azad derkeve pêşberî wê. Ev feraset û nerîna azad li dijî hev in. Hikûmet dixwaze hemû kesên li dijî vê yekê derdikevin wan bê tesir bike. Divê hemû jin li dijî vê feraset û hewldanê bêtir bi rêxistinî têbikoşin."