Zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kirin

  • jin
  • 15:39 27 Tîrmeh 2020
  • |
img
AGIRÎ – Qeyûmê danîn Şaredariya Giyadînê, zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kir.
 
Hevşaredara Navçeya Giyadînê ya Agiriyê Betûl Yaşar hat binçavkirin û di 13’ê tîrmehê de Qeymeqamê Navçeyê Hasan Dogan wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Qeyûm midurek zilamek tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kir. 
 
Midura Polîtîkayên Malbat û Jinan Benazîr Aydemîr ku midûrê qeyûm tayînî şûna wê hat kirin diyar kir ku tu teblîgatek fermî negihîştiye ber destên wan. 
 
Hevşaredarê Giyadînê Evren Demîr ê qeyûm tayînî şûna wan hat kirin da zanîn ku ev sepana qeyûm dikin nayê qebûlkirin û zîhniyet jinan tune dihesibîne li ser kar e.