‘Jinên sosyalîst berdin’

  • jin
  • 14:27 27 Tîrmeh 2020
  • |
img
MÊRSÎN - Jinên HDP’î yên li Mêrsîn û Antalya daxuyanî dan, xwestin ku jinên sosyalîst ên hatibûn binçavkirin, serbest bên berdan. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Mêrsînê, derberê binçavkirina Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîsên Bindest (ESP) Ozlem Gumuştaş, Hevseroka HDP’ê ya Artemêt Sevî Ozden, Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Hatîce Denîz Aktaş û endamên Navenda Rêveberiya Navendê de daxuyanî da çapemeniyê û bertek nîşan da. Daxuyanî li avahiya bajêr hat lidarxistin. Hevserokên HDP’a Mêrsînê û gelek endamên partiyê beşdar bûn. 
 
Hevserokê HDP’ê ya Bajar Gulbahar Şofer di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Tiqafa AKP û MHP’ê êrîşên xwe yên l idijî jinan dewam dikin. Her roj bi operasyonên binçavkirinê, dixwazin jinan bêdeng bikin. Lê bila baş zanibin ku ewê nekarin bi van polîtîkayên xwe yên zextê jinan têk bibin. Berevajî ev yek biryardariya me ya têkoşînê mezintir dike. Kes nikare têkoşîna hevalên me bi darizîne. Em bang li hemû jinan dikin. Werin em hemû bi hevre derbarê xwe de biryar bidin û bi hevre dengê xwe bilid bikin.”
 
ANTALYA
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Antalyayê jî, têkildarî binçavkirinan li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de dowîzên “Têkoşîna jinan nayê asteng kirin” û “Jinên sosyalîst serbest berdin” hatin vekirin û gelek jin beşdarî civînê bû.
 
Selma Yavûz, li ser navê jinan daxuyanî da çepemeniyê û wiha got: “Tavilê jinên sosyalîst berdin. Em ê tu carî destûrê nedin polîtîkayên dijmînantiya jinan. Em her tim li qadan bin. Emê mil bidin milê hev û têkoşîna xwe mezin bikin.”