Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan canxelas e

  • jin
  • 09:08 23 Tîrmeh 2020
  • |
img
EDENE – Jinên ku Peymana Stenbolê ji bo xwe û zarokan weke “canxelas” dibinînin û li dijî derketina desthilata AKP’ê ya ji peymanê dertên, peyama berdewama têkoşîna ji bo jiyan û mafê xwe dan.
 
Tundî, tacîz, tecawiz, êrîşên zayendî ku li jinan tên kirin û întîhar, di rojeva welat de ne. Di van rojên ku li Êlih û Şirnexê çawişên pispor tacîz û tecawizî zarokan kirin û li Mûglayê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn bi hovane hat qetilkirin, daxwaza vekişandina desthilata AKP’ê ya ji Peymana Stenbolê ku ji bo jin û zarokan weke “canxelas” tê dîtin, di anv jinan de bûye sedema bertekan. 
 
‘EWLEHIYA JIYANÊ’
 
Rêxistinên jinan ên li Edeneyê, derbarê êrîşên ku li hemberî jin û zarokan pêk tên û daxwaza vekişandina desthilata AKP’ê ya ji Peymana Stenbolê de axivîn. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sûphiye Bayav, diyar kir ku ji bo mafê jin û zarokan nas neke êrîşî Peymana Stenbolê dike û wiha got: “Peymana Stenbolê ji bo jinan “ewlehiya jiyanê” ye.  Ji bo ewlehiya jinan ji holê rake, dewlet êrîşî peymanê dike. Weke jin em ê ji bo jiyan û mafê xwe dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘EM DIKARIN PAŞDE GAV BIDINE AVÊTIN’
 
Endama Meclisa Jinan a Edeneyê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Seher Kiliç, bi bîr xist ku di têkoşîna jinan a li dijî tundiyê de Peymana Stenbolê metneke navneteweyî ye û ji bo pêşîlêgirtina tundiya li jinê û navmalê ye. Kiliç, destnîşan kir ku tundiya li jinê binpêkirina mafê jiyanê ye û ev tişt anî ziman: “Sedema bingehîn a vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê nêrîna dewletê ya ji bo wekheviya jin û zilam e. Dewlet mexdûran naparize û ji bo pêkanîna biryarên tevdîrgirtina parastinê hesas tevnagere. Ev jî ji bo pêkanîna peymanê astengî ye. Heke em li qadê bin û têkoşîn û piştevaniya xwe bilind bikin dê karibin bi desthilatê paşde gav bidine avêtin.”
 
‘DEWLET CÎNAYETÊN JINAN DIPARÊZE’
 
Endama Meclisa jinan a Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê Aysel Kiliç , bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên dewletê tundî, êrîşên zayendî û kuştinên li hemberî jinan zêde bûne û ev tişt got: “Dewlet cînayetên jinan diparêze, meşru dike û mafên wan ên bingehîn didize. Em ê li dijî vekişandina ji Peymana Stenbolê derkevin.”
 
‘JI BO SAZÎBÛNA FAŞÎZMÊ DIXWAZIN CIVAKÊ MUHAFAZAKAR BIKIN’
 
Endama Piştevaniya Mor Pelîn Çîçek jî destnîşan kir ku Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan “canxelas” e û wiha got: “Li Tirkiyeyê, desthilat ji bo paşdebirina civakê û pûçkirina nirxan polîtîkayan diafirîne. Ji bo vê yekê jî destpêkê êrîşî destkeftiyên jinan dike û bi polîtîkayên cûda tundiya li ser jinan zêde dike. Ji bo sazîbûna faşîzmê desthilat, dixwaze civakê bike muxafazekar û dubendiyê bilind dike. Hewl didin pêşî li rêxistinbûna jinan bigirin. Wê jin rê nedin dizîna vê destkeftina xwe. Em bang dikin jin li dijî vê têkoşîn û piştevaniya xwe zêde bikin.”