‘Astengiya polîsan parastina tecawizê ye’

  • jin
  • 17:23 18 Tîrmeh 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê jinên ku xwestin êrişên zayendî yên li dijî zarokan pêk tê şermezar bikin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. 
 
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û jinên HDP û sendîkaya KESK’ê xwestin têkildarî destdirêjî û tecawiza ji hêla çawişan pispor ve herî dawî li Şirnex û Êlihê pêk hatin, li Kuçeya Hunerê şeremzar bikin. Lê polîsan bi îdîaya “Tiştek wisa çênebûye” destûr neda ku jin daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan jinan bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û çalakiyê qedexe kir. 
 
Jinan diyar kir ku polîsan hêceta nîşanî wan daye destdirêjî û tecawizê diparêz in. Jinan li hember helwesta polîsan a astengdar bertek nîşan da û gotin ew ê ne ji polîsan ew ê ji îfadeyên zaroka mexdûr esas bigirin. 
 
Li gel astengiya polîsan jî jinan dirûşmeya “Zarok bêdeng dimîne, tu bêdeng nemîne” berz kir û pişt re belav bûn.