‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’

  • jin
  • 09:21 17 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÊRSÎN - Jinan, diyar kirin ku Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya wan a herî girînge û gotin: “Divê baş bê zanîn ku, em bi biryarin mafê jinan biparêzin.” 

 
Di warê hiqûqî de, ji bo pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê Peymana Stenbolê weke yek ji gavên herî girîng tê dîtin. Lê desthilatdariya AKP’ê dixwaze vê peymanê biguherîne. Bertekên li dijî guhertina peymanê dewam dike. Rêxistinên jinan ên Mêrsînê jî, bertek nîşan dan û diyar kirin ku Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya wan a herî girînge û nabe ku bê guhertin. 
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê Gulay Şen, anî ziman ku ev Peyman, peymana têkoşîna azadiyê jinê û wekheviya di navbera jina û zilan de datîne holêye. 
 
Şen, diyar kir ku ev peyman mafê parastinê dide jinan û wiha axivî: “Di encama têkoşîna jinan de ev peyman hatiye bi dest xistin. Desthilatdarî ji vê peymanê acize. Ligel ku yekemîn îmzekarê wê ye jî, lê bi tu awayî ev peyman bi cih ne anî.” 
 
‘DESTILATDARIYA WEKHEVIYÊ RED DIKE YE’
 
Endama Tevna Parastina Jinan Çigdem Serîn jî, da zanîn ku Peymana Stenbolê ewlekariya  jinane û wiha got: “Li gorî madeyên Peymana Stenbolê divê jin li hemberî tundiyê bên parastin. Bi armanca pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284’an hat derxistin. Lê ev tu madeyên vê peymanê nehatin bi cih anîn. Bi taybetî piştî rapora komîsyona berdanê ya TBMM’ê, li dijî Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284’an dest bi kampanya reşkirinê hat kirin.”
 
‘EMÊ JIYANA XWE BI PARÊZIN’
 
Serîn, dest nîşan kir ku polîtîkayên desthilatdariyê weke tundiyê li jinan vedgere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emê ji bo jiyan û mafê xwe Peymana Stenbolê biparêzin. Em bang li hemû jinan dikin ku têkoşînê mezin bikin. Peymana Stenbolê dide jiyîn. Em dixwazin bijîn û emê jiyana xwe bi parêzin.”
 
‘BI KEDA JINAN PEYMAN HAT QEBÛLKIRIN’
 
Endama Komeleya Gunebakan Selma Yazici jî, anî ziman ku Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya wan a herî girînge û wiha bilêv kir: “Bi saya keda  jinan Peymana Stenbolê hat qebûlkirin û tekane nexşerêya me ye. Wisan xuya dike ku komek serdest a xwedî hişmendiyen mûhafazkar dixwaze jinê bixe plana duyemîn. Ev jî dişibe daxwaza efoya îstîsmara zayendî ya TCK’a 103’yemîn. Em bi 281 rêxistinên jinan û 91 rêxistinên STO yên piştgir re li dijî efoya îstîsmara zayendî ne. Em xwedî Peymana Stenbolê û qanûna 6284 derdikevin. Têkildarî vê me daxuyanî da bû. Divê baş bê zanîn ku, em bi biryaran ku mafê xwe biparêzin. Li welat pirsgirêkên pir girîng hene. Krîza aborî, bêkarî, pêvajoya pandemî, cînayetên jinan û îstîsmarên zarokan hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em dixwazin kampanyayên cuda bibînin. Nabe ku mafên zarok û jinan bên xespkirin.”
 
MA / Omer Akin