Piştî rojnameger Guney û jin hatin binçavkirin 'şahid' hat guhdarkirin

  • jin
  • 19:52 16 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Îfadeya berdevka MKGP û edîtora Ajansa Jinnewsê Ayşe Guney hat girtin. Kar û barê rojnamegeriyê, çavkaniyên nûçeyan, tevlîbûna merasîma bîranînê ya Mûsa Anter û serdana wê ya Leyla Guven wekî delîlên sûc hat dîtin. Derket holê ku piştî Guney û jin hatin binçavkirin "şahid" hatiye guhdarkirin.  

 
Di 14'ê tîrmehê de berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û edîtora Ajansa Jinnewsê Ayşe Guney hatibû binçavkirin û 3 roj in li şaxa TEM'ê ya Amedê di bin çavan de tê girtin. Îfadeya Guney îro hat girtin û li bendêyê sibe sewqî edliyê bê kirin. Di îfadeyê de gotinên şahîdê nepen yên “ZS35SN58UV52PG10”, axaftinên di telefonê de wekî delîl hatin hatin nîşandan. Dîsa faliyetên rojnamegeriyê jî ji Guney hatin pirsîn. 
 
Di lêpirsînê de pirsa xebatên Jinnewsê, nûçeyên ku derbarê Komeleya Jinan a Rosayê, hevdîtinên ku bi çavkaniya nûçeyan re hatî kirin hat pirsîn. Di lêpirsinê de pirsa "Hûn endama Komeleya Jinan a Rosayê ne?" jî ji Guney hat kirin. 
 
Her wiha di lêpirsînê de serdana Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de bû ku hat kirin jî hat pirsîn. Di heman demê de daxuyaniyên ku Guney li ser rojnamegeran dayî jî wekî "talîmat" hat nirxandin. Li hemberî pirsên ku hatin kirin Guney da zanîn ku wan wekî rojnameger nekarin jineke di grevê de ye bi mirinê re rûbirû bihêlin û got: "Daxwazên wê hebûn û me jî wekê rojnameger daxwazên Leylayê anîn ziman." 
 
Nûçeyên ku hatîne çêkirin û tevlîbûna wê ya biranînan jî wekî talîmat hatin nirxandin. Di lêpirsînê de qala tevlîbûna wê ya birananîna Musa Anter a di 20'ê îlonê di sala 2019'an de hat kirin û wekî sûc hat pênasekirin. Guney derbarê mijarê de got ku bi daxwaza xwe tevlî biranînê bûye, li wir gelek rojnameger û ferdên malbata Mûsa Anter jî hebûn. Li  aliyê din derket hole ku piştı Guney û jin hatin binçavkirin û şûn de, "şahid" hatiye guhdarkirin. 
 
 
Hat diyar kirin ku Guney a ku lêpirsîna wê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû, wê sibe sewqî edliyê bê kirin.