Li Rezanê çi diqewime?

  • jin
  • 13:26 28 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Li Rezanê di avahiyek 10 malbat tê de dijîn, kesên nasnameya wan ne diyar li ser diwaran nivîsên gef tundiyê li dijî jinan nivîsandin û derî xêz kirin. Malbat ji ber bûyerên li taxê bi fikarin. 

Taxa 5 Nîsan a Rezana Amedê ku bi bûyerên tacîz û tecawizê yên li dijî jin û zarokan di rojevê de ye, niha jî bûyerek balkêş û fikaran zêde dike rû da. Li ser dîwarên Apartmana Dogan a kolana  828’an a Cadeya Yusuf Îslam, kesên nasnameya wan ne diyar, Kurtenavê jinên di apartmanê de dijîn nivîsandin û nivîsên “Em li dû van jinane” û “Em li dû wene”  nivîsandin û deriyên malan xêz kirin. Welatiyên di apartmanê de dijîn, ji ber ku  serê sibê ev nivîs li ser dîwarên xwe ditin agahî dan polîsan. Polîsên hatin  cihê bûyerê, lêpirsîna şopa tiliyan kirin û îfadeyên welatiyên apatmanê girtin. Welatiyan derbarê mijarê de serlêdana sûc kirin û xwestin berpirs bên girtin. 
 
WELATIYÊN APARTMÊ BI FIKARIN
 
Yek ji welatiyên apatman Nazlî Karataş Ayaz a 35 salî, diyar kir 7 salin di heman apartmanê de dijî, lê heya niha rastî bûyerek wiha nehatiye û wiha axivî: “Li taxê di demên dawî de rêbazên tacîz û îstîsmara li dijî jin û zarokan hatine guhertin. Serê sibê dema min xwest zarokên xwe bibim dibistanê, min nivîs dîtin. Gava min derî vekir, min nivîsa ‘Em li dû van jinane’ dît. Ez behitîn û kabokên min lerizîn. Nivîs ji bo hemû jinan hatiye nivîsandin. Kesekê çima ev nivîs nivîsand nizanim. Ji ber vê yekê jî bifikarim.”
 
‘HEYA KU DERÊ?’ 
 
Ayaz, da zanîn ku hîna bersûcên tacîz û êrîşên bûyerên berê hatin jiyîn nehatine girtin û wiha got: “Heya kengî em ê rastî tacîz û êrîşan bên? Emê heya kengî bitirsin? Gelo hin kes dixwazin bêjin di hedefa min de jinên vê avahiyê nehe? Ev mejiyê me tevlihev dike û em hemû zewicîne. Bi salane em hev nas dikin. Em dixwazin demildest ev pirsgirêk bê çareser kirin.”
 
'DEST PÊ KÊ KETIN TAXÊ, NIHA JÎ HEYA MALA ME HATIN'
 
Jina binavê Bîrcan Çikar a 38 salî jî, anî ziman ku di demên dawî de li dijî jin û zarokan bi pergalî êrîş pêk tên û wiha axivî: “Sê salin li vir  dijîm. Serê sibê min bûyer bihîst. Pir bi fikarim, zarokên min hene. Berî mehekê li taxê cardin bi çekê êrîşî jinekê kirin. Niha jî heya mala me hatin. Ez weke jinekê xwe di ewlekariyê de nabînim. Dixwazim pêşiya vê yekê bê girtin.”
 
‘LI TAXÊ DEMEK DIRÊJE BÛYERÊN TACÎZ, TECAWÎZ Û DIZIYÊ RÛ DIDIN’
 
Remziye Gungur a 50 salî jî, da zanîn ku 40 sale li vê taxê dijî û wiha got: “Li taxê demek dirêje bûyerên tacîz, tecawîz û diziye rû didin. Em ji vê yekê ne rehetin. Kesên ku ev êrîş pêk anîn, ji çand û exlaqê civakê dûrin. Di apartmanê de hemû malbat dijîn û hemû kes hev nas dikin. Kesekê derve de hatî ev kiriye. Zarok û zêçên hemû kesê heye û em ne bêxwedîne.”