70 salî ye, bêhed hatiye binçavkirin û cara 6'emîn e tê girtin

  • rojane
  • 09:21 12 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Şafî Hayme yê 70 salî di sala 1992'yan de ji ber zextên dewletê ji gundê Kemûkê ya Farqînê koçî Amedê kir. Ji sala 1992'yan ve heta 2020'an bêhesab hatiye binçavkirin. Hayme yê rêveberiya TUAY-DER'ê dikir cara 6'emîn hat girtin. 

 
Beriya em qala girtina Şafî Hayme yê 70 salî ku du roj berê hat girtin bikin, em hinek qala çîroka wî bikin. Şafî Hayme ji gundê Kemûkê ya girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê ye. Di salên 1990'î de zextên li ser gundan zêde dibin, polîtîkaya koçberî, şewitandin, binçavkirin, îşkence, girtin û cînayetên kujer ne diyar ketibû dewrê û hema bêje her roj li ser gundan zext dihatin birêvebirin. Malbata Hayme jî para xwe ji van zextan girt û ji ber şewitandina gund di sala 1992'yan de neçar man ji koçî navenda Amedê bikin. Li navenda Amedê jî zextên li ser ferdên malbata Hayme kêm nebûn û bênavber heta roja îro didomin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînek da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de di 9'ê hezîranê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Hevserokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Mehmet Emîn Guzel, rêveberên komeleyê Şafî Hayme, Hanim Akay, Muşeher Ulker, rêveberên berê yên komeleyê Leyla Ayaz, Abdulmenaf Kur û Husamettîn Kiliç, Ayten Kirtay, Zeynep Kiray, Rêzan Erîmfîk, Çekdar Çûbûk, Kazim Yayik, Selahattîn Çap, Haşîm Temîz, Îbrahîm Temîz, Mehmet Temîz, Huseyîn Temîz, Medenî Kirtay, Fatma Gul jî di nava de 22 kes hatibûn binçavkirin.   
 
Heta niha Hevserokê TUAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel, rêveberên komeleyê Şafî Hayme û Muşeher Ulker û rêveberê berê yê komeleyê Abdulmenaf Kur birin dadgehê û bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Hat gotin ew ji ber xebatên xwe yên komeleyê hatine girtin. 9 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 9 kes jî li Emniyeta Amedê tên ragirtin. 
 
70 SALÎ YE Û CARA 6'AN E TÊ GIRTIN 
 
Di nav ên hatin girtin de Şafî Hayme yê 70 salî ku rêveberê TUAY-DER'ê ye bi vê biryara girtina dawî re jî ev bû cara 6'emîn e tê girtin. Piştî gundê Hayme ji aliyê cerdevanan ve hat şewitandin û zext li wan hat kirin di sala 1992'yan de koçî Amedê kir. Ji sala 1992'yan ve heta sala 2020'an ango roja me ya îro Şafî Hayme bêhed û bêhesab hatiye binçavkirin û derbarê wî de doz vebûne. 
 
CARA EWIL DI 1998'AN DE TÊ GIRTIN 
 
Şafî Hayme di sala 1998'an de piştî hat binçavkirin cara ewil hat girtin. Hayme piştî salek di hepsê de dimîne tê berdan. Pişt re di sala 1999'an de dîsa tê girtin vê carê ji salekê kêmtir di hepsê de dimîne. Piştî sala 99'an 8 sal azad dimîne di sala 2007'an de dîsa tê girtin û 6 mehan di hepsê de dimîne. 
 
Piştî du salan di sala 2009'an de dîsa tê girtin û vê carê salek û nîv girtî dimîne. Di sala 2010'an de polîs dîsa bi ser malbata Hayme de digirin û cara 5'emîn Şafî Hayme digirin û dişînin girtîgehê. Hayme wexta ku li Girtîgeha Amedê girtî ye di heman salê de 3 lawê wî jî tên girtin û li cem bavê xwe girtî dimînin. Şafî Hayme piştî sê sal û nîvan tê berdan, lê girtina 3 lawê wî didome. 
 
2 KURÊ WÎ GIRTÎ NE 
 
Hayme di sala 2013'yan de tê berdan. Kurek wî jî di sala 2015'an de tê berdan. Niha kurek wî di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de û kurek wî jî di Girtîgeha Tipa F a Bolûyê de du kurê wê girtî ne. Şafî 5 caran ku berê hatiye girtin bi giştî 7 sal û nîv di girtîgehê de maye. Herî dawî  di  9'ê Heziranê de hat binçavkirin û girtin û şandin Girtîgeha Tipa D a Amedê.
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel
 

Sernavên din

13/06/2020
10:38 Leşkerî çopa xwe davêje Çemê Hêzil
10:23 Ji Muglayê banga tevlêbûna meşê kirin
09:57 Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev
09:38 Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn
09:08 Yukkol ê ji sedî 73 berasteng dibin çavan de bi tenê tê girtin
09:07 Parêzer Işik: Îqtidar îtaeteke mutleq dixwaze
09:06 MEBYA-DER: 22 malbatan gilî kirin
09:06 Ji bo qaleqolê cardin dar qirkirine!
09:00 ROJEVA 13Ê HEZÎRANA 2020'AN
12/06/2020
20:46 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
19:58 34 penaber li Deryaya Spî xeniqîn
15:06 Meclîsa Jinan a HDP'ê Malên Gel ziyaret kir
15:04 Li Agiriyê di 35 rojan de 6 jin bi guman mirin
14:51 Şaredarê Cizîrê yê berê Sabri Vesek bi vîrusa Covît-19 mir
14:45 Li Mahsertê 200 dolim zevî şewitî
14:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya amadekariya 'operasyonê'
14:34 150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî
14:20 Bêyî kujerên zarokên xwe bibîne koça dawî kir
13:58 Li Licê êrîşên li ser goran dewam dikin
13:42 Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat
13:38 TTB hişyar kir: Bi tedbîrên şexsî rê li pêş Covît-19 nayê girtin
12:07 Colemêrg, Wan û Bedlîs ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amade ne
11:56 Ciwanê ku polîsan ‘xayîn' îlan kir ji tirsa polîsan nikare ji mal derkeve
11:44 Ji Amedê peyama bi pankart!
11:40 Polîs pozê xebatkarekê tenduristiyê şikand
11:40 Li Ebexê gundek hat karantînekirin
11:30 Armanc gelê Edîrne û Colemêrgê bigînin hev
11:28 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:48 Twîtterê 7 hezar û 340 hesabên têkildarî AKP'ê girtin
10:46 Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin
10:34 Cenazeyê Mûrat Hantaş spartin axê
10:32 'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'
10:22 Li dayik û bavê xwe yê hatin girtin digerin!
09:57 Wezaretê Raropa ÇED'ê ya jibo RES'ê erênî dît
Komeleya Ekolojiyê: Talankirina xwezayê rewa dikin
09:41 Başaran: Li dijî êrîşan em ê li her derê têbikoşin
09:27 Jina ducanî binçav kirin: Nikarim nefesê bistînim
09:21 70 salî ye, bêhed hatiye binçavkirin û cara 6'emîn e tê girtin
09:21 Rojnameger Muyesser Yildiz şandin girtîgehê
09:09 Gotina soylu cînayet zêde kir: Di 18 rojan de 16 jin hatin kuştin
09:09 Ustercî: Ger pêşî li şidetê neyê girtin em ê wesfa xwe ya civakiyî winda bikin
09:09 Dadgehê qedexeya ku hezar û 296 rojan didome parast
09:09 Li Çiyayê Katoyê dest bi qusandina pezê xwe kirin
09:09 Li erdên beyar ên Kadikoyê şitilên zebze danîn
09:09 Kîloya pîvazan bû 10 qurîş, cotkaran dev ji berhevkirinê berda
09:09 DEDAŞ’ê di 5 rojan de 3 fatoreyên cuda ji abone re şand
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2020'AN
11/06/2020
22:01 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Gunduz hat berdan
21:54 Balafirên şer li Balafirgeha Amedê danîn
20:50 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Qubînê: Her du hevserok hatin binçavkirin
20:41 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 174 hezar û 23
16:32 RMM'ê ji NY’ê xwest ku Tirkiye hişyar bike
16:09 HDP çû serdana ÎHD'ê
15:42 4 rêveberên TUAY-DER'ê hatin girtin
15:39 Şewata li herêma Omeryan dest pê kir ber bi Xerabê Bava ve diçe
15:29 Ji bo hevpîşeyên xwe Tîmtîk û Unsal bang kirin
15:17 Bûldan: Ne hilbijartin tîfaqa demokratîk
14:50 Cezayê Şerîf Mesutoglu yê bi îdîaya Qeymeqam Safiturk kuştiye erê kirin
14:36 Jin li qadan e: Êriş hebe berxwedan jî heye
14:33 BTS: Sirgûn cînayeta civakî ye
13:22 Ew jî li cihê birayê xwe hat kuştin!
13:20 Gunay: Lîstik li ser lîstikê lîstin bi ser neketin, dîsa bi ser nakevin
13:05 Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê dest pê dike
12:50 Girtiyê nexweş bi kelemçekirî hatiye kemoterapîkirin!
12:25 Ciwanên HDP’ê ji bo ‘meşa azadiyê’ bang kirin
11:20 Li Amedê hejmara haletên koronayê derket hezar û 500'î
11:07 Di dîrokê de cihê kurdan: Dîroka Kurdan a kevnar
11:00 Bav sê zarokên xwe fetisandin
10:50 Akgol dîsa tije av bû
09:58 Waliyê ku pesnê Fethullah Gulen dida tayînî Amedê kirin
09:26 Serokê Giştî yê BTS'ê: Di esasê sirgûnan de cudakarî heye
09:18 Ji binavgerên qeyûm ew ji kar avêtin hişyarî
09:17 'Jiyana me veguheriye azmûna têkoşîna li dijî xizaniyê'
09:16 Li Mêrdînê têkoşîna li dijî RES'an dest pê dike
09:14 Wêneyê bi dîwar ve jî tehemûl nekirin!
09:13 ‘Pirsgirêkên der barê girtiyên nexweş de nayên çareserkirin'
09:13 'Li şuna hûn diçin Bajarên Rojava li zeviya xwe bixebitin'
09:12 ‘A tê kirin qirkirina cinsî ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:40 Êdî bekçî bi çek in û ne kêmî polîsan in
10/06/2020
21:18 Hevserokê TÛAY-DER'ê Guzel û endamên wê hatin girtin
20:07 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 17 mirî, 922 pêketî
16:22 Li dijî Şervan Derwîş hewldana kuştinê pêk hat
15:59 Malbatên 4 endamên HPG’ê ji bo cenaze werbigirin xwîn dan
15:22 24 hezar û 495 welatiyên Amedê di qerantînayê de ne
15:21 'Piştevanî û rêxistinbûyîna jinan me li ser pêya digire'
15:03 Sebze û fêkiyên wan rijandin û dest danîn ser tableyan
14:59 HDP ji bo Guven û Farisogullari dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin
14:36 Wezaretê ji mudaxileya ku çavê welatî kor kir re got ‘asayî' ye
14:27 Ji bo Çiyayê Kazê bang kirin
13:24 Eskeran li şêniyên gund da û sewalên wan gulebaran kirin
13:08 181 vagon zebeş rokirin çopê
13:06 Li Nisêbîn û Pirsûsê 9 kesan binçav kirin
12:25 103 can bibîr anîn: Jibîrkirin xerabiya herî mezin e
12:03 Di 4 kolanên Rezanê de 153 kesên bi vîrûs tespît kirin
12:00 Qeyûmê 'çerezxwar' bêyî ku hesab bide çû!
11:57 MED TUHAD-FED: Bi sepanên dijminane nêzîkî rêveberên me dibin
11:33 'Kêliya hilweşîna peykerê Colston pir xweş bû'
11:25 Tirkiye ava Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng dike
11:20 Erka bikaranîna çekan dan notirvanan
10:29 Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin