ENQERE - Polîsan Midûra Nûçeyan a Oda tv ya Enqereyê Muyesser Yildiz û Nûnerê Tele1 ê Enqereyê Îsmaîl Dukel binçav kirin.
Polîsan serê sibê bi ser mala Midûra Nûçeyan a Oda TV ya Enqereyê Muyesser Yildiz û nûnerê Tele1 ê Enqereyê Îsmaîl Dukel de girtin û binçav kirin. Gerînendeyê Giştî yê Weşana Tele1 Merdan Yanardag li ser hesabê medya civakî agahî parve kir û got: “Hevalê me û nûnerê TELE 1 ê Enqereyê Îsmail Dukel saet di 07.30’ê serê sibê de hat binçavkirin. Sedema binçavkirina wî nayê zanîn. Binçavkirinên bi vî rengî li dijî demokrasiyê ne."