* Sabîha Altintaş a 27 salin çavê wê li rêya kurê wê Burhan Altintaş in û li hestiyên wî digere, li Goristana Kilyosê hestiyên di bin peyarêyê de hatibûn definkirin hembêz kir û got: "Tarîfeya vê êşê tune. Bi salan bi hesreta ku kurê min bê min hembêz bike jiyam. Lê îro ez hestiyên di qabê de hembêz dikim."
* Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan, diyar kir ku heta demek kin li Lîbyayê çareseriyek çawa pêş bikeve nediyar e. Ozkan, bal kişand ser helwesta DYA'yê û piştgiriya Hafter jî û anî ziman ku helwesta DYA dê bi hilbijartina Serokatiyê ya Mijdarê re diyar bibe.
* Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku piştî winda bû 156 rojin agahî jê nayê girtin. Hevalên Gulistan Doku diyar kirin ku heta niha ji bo lêpirsînê û dîtinê tu gav nehatiye avêtin. Hevalên Doku destnîşan kirin ku Gulistan ne kesek întîhar bike.
* OHD’ê derbarê şêwirmendê parlamenterê MHP’yî Emre Soylû yê wêneyê îşkenceya li Emniyeta Amedê li M.E.C. hat kirin belav kir gilî kir.
* Keleha Rabat a Dêrika Mêrdînê di nava 2 salan de ji aliyê gencîneran ve hat rûxandin û talan bû. Wêneyên berê û niha yên kelehê nîşan dide ku keleh di nava 2 salan de çiqa wêran bûye.
* Rençber Abdulhalim Vural ê bîra wî û ceyrana wî tune û ceyran xerç nekiriye, DEDAŞ'ê bi hinceta deynê wî yê ceyranê heye 27 hezar û 415 tl îcra danî ser û piştgiriya wî ya çandiniyê bloke kir. Vural, ji DEDAŞ'ê pirsa "Hêjmara min a abone, OSOS û trafo çiye? bila bêjin." pirsî.
* Hikûmet ji bo kêmasiya personelên Nexweşxaneya Bajar û Sahra yên Stenbolê temîn bike, çav berdaye personelên nexweşxaneyên der û dorê. Lê vê carê jî nexweşxaneyên din ji ber personelên wan kêm dibe zahmetiyê dijîn. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Abuzer Aslan diyar kir ku bi vê rêbazê pirsgirêk çareser nabe û wiha got: "Bi vê rêbazê dê nexweşxaneyên navendî vala bibin."
* Şêniyên Qilabanê, ku dest bi komkirina helhelokan kirin, diyar kirin ku helhelok ji bo gelek nexweşiyan derman e.
* Welatiyên Amedî, betalkirina 2 parlementerên HDP'ê û 1 parlamenterê CHP'ê rexnekirin û gotin: “Tişta li Tirkiyê pêktê Hîtler jî wisa nekir.
* Jinan xistina wekîltiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û parlamenterên HDP û CHP'ê şermezar kir û gotin “Ev êrîşeke ku vîna gelê kurd tune dihesibîne ye. Dixwaze bê îtîbar bike. Em vê qebûl nakin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê pergalê têbikoşin."
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li Qersê Rêxitstina HDP'ê û Şaredariya Qersê ziyaret bike. (10.30 - 11.30)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê dê li dijî êrîşên ser nirxên jinan starta kampanya hişyariyê li Parka Kugulu bide destpêkirin. (12.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, dê rêxistinên HDP'ê yên Êlih û Sêrtê ziyaret bike. (12.30 - 16.00)
* Rêxistinên Ciwanan dê li dijî tundiya polîsan li Navenda Giştî ya SES'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, dê têkildarî geşedanên dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)