NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê, hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 7 mîlyonî û ji 400 hezar kes zêdetir jî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî sîteya înternetê Worldormeters a ku her roj rêjeya kesên bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin û jiyana xwe ji dest dan ên li tevahiya cîhanê nû dike, dest nîşan kir ku 402 hezar û 564 kan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî danayên di sîteyê de, hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 9 mîlyon û 999 hezar û 124’an.
Navê 10 welatiyên ku herî zêde şewb lê zêde bûye wiha ne:
DYA: yek mîlyon, 988 hezar û 545
Brezîlya: 676 hezar û 494
Rûsya: 467 hezar û 673
Îspanya: 288 hezar û 390
Îngîltere: 284 hezar û 868
Hîndîstan: 247 hezar û 195
Îtalya: 234 hezar û 801
Perû: 191 hezar û 758
Elmanya: 185 hezar û 696
Îran: 169 hezar û 425