STENBOL - Hîra Elbasan wêneyên bavê xwe yê tundî li dayika wê dikir parve kirin û xwest bavê wê bê girtin.
Jina ciwan Hîra Elbasan a li Kartala Stenbolê dijî, li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyên bavê xwe Erol Elbasan ê ku tundî li dayika wê dikir parve kirin û xwst bavê wê bê girtin. Hîra Elbasan, banga hestiyariyê li raya giştî kir û wiha got: “Ji ber ku dayika min tenê xwest bavê min berde, îro ji mirinê filitî.”
‘POLÎS TIŞTEKÊ NAKIN’
Elbasan, diyar kir ku bavê wê li wê jî, dixe û wiha mexduriyeta xwe anî ziman: “Bavê min tundiyê li min jî dike. Tu ewlekariya canê me û dayika me tuneye. Em çiqasî çûn gel polîsan jî, tiştek nekirin. Li ber mala me cirîd davêje. Polîs dibêjin ku ew nikarin tiştekê bikin.”
Wezareta Xizmeta Malbat, Xebat û Civakî piştî parvekirina Elbasan xwe gihand malbatê û diyar kir ku ew ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.