Hamît Dilbahar: Azadî bi têkoşînê ve girêdayî ye

  • rojane
  • 10:12 7 Hezîran 2020
  • |
img

WAN – Nivîskar Hamît Dilbahar ê ji girtîgehê hat berdan, got: “Me çawa têkoşîna demokrasiyê li derve bi rêve bir û di girtîgehê de me çawa li ber xwe da, em ê heya dawiya emrê xwe jî, vê têkoşînê bidomîn in. Kes nikara têkoşîna azadiya mirovan bifetisîne.”

Endamê Meclîsa Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) û nivîskar Hamît Dûman (Dilbahar) ê di 13’ê Sibata 2010’an de di çarçoveya operasyonên KCK’ê yên li Wanê hat bi rêvebirin de hat girtin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 16 cezayê girtîgehê lê hatibû birîn piştî 10 sal û 3 mehan ji girtîgehê hat berdan. Dilbahar ê hat berdan, operasyonên KCK’ê nirxandin û salên xwe yên di girtîgehê de derbas kirin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot. 
 
Dilbahar, diyar kir ku her ku têkoşîna demokrasiya gelê kurd bilind dibe, bi komployan re rû bi rû dimîne û wiha axivî: “Yek ji van komployan jî operaysonên dibin navê KCK’ê yên di sala 2009’an de dest pê kirin bû. Bi hezaran kes ji ber van operasyonan hatin girtin. Ez jî di encama vê operasyonê de hatin girtin. Tekane armanca vê operasyon û komployê, şikandina vîna gelê kurd bû. Dixwestin bi van operasyonan berxwedana gelê kurd bişkînin. Lê gelê kurd li hemû qadên jiyanê li dijî vê komployê têkoşîna xwe bi rêve bir. Ji girtîgehan bigirin heya kolanan, ev êrîş hatin vale derxistin. Îro jî, gelê kurd ligel hemû êrîşan jî, têkoşîna xwe ya azadiyê dewam dike.”  
 
LI GIRTÎGEHAN ZEXT ZÊDE DIBIN
 
Dilbahar, anî ziman ku li girtîgehan mîna kolanan jî zext pir zêde bûne û wiha got: “Di her pêvajoyê de, girtîgeh dibin hedefa êrîşan. Li girtîgehan zext, binpêkirinên mafan û tecrîda girankirî dewam dikin. Bi taybetî, bi şewba vîrûsa koronayê re gelek mafên girtiyan hatin binpêkirin. Desthilatdarî, dixwaze vê vîrûsê ji bo xwe veguherîne firsetê. Ji ber vê bin pê kirinên mafan ên li girtîgehê zêdetir kir. Ev rewş ji polîtîkayên navendî ne serbixwene. Hemû aktîvîteyên di girtîgehan de qedexe kirine. Vîrûs kirin hincet û destûr nadin ku mirov li girtîgehan bên gel heve. Dîsa destûrê nadin ku weşanên bi kurdî bikevin girtîgehan. Weşanên bi kurdî asteng û qedexe dikin. Di heman demê de bi hezaran girtiyên nexweş hene. Bêguman berxwedana girtiyan a li dijî vê dewam dike. Ji xwe di saya vê berxwedanê de tu carî nikarin encam bi dest bixin.” 
 
DIXWAZIM JI BO ZIMANÊ KURDÎ BIBIM DILOPEK
 
Dilbahar, da zanîn ku nêzî 11 salan di girtîgehê de ma û wiha bilêv kir: “Di vê pêvajoyê de, ez li ser zimanê kurdî xebitîm. Dîsa min li ser çand, huner û wêjeyê xebatên xwe bi rêve birin. Min jî mîna her kurdekê heya ji destê min hat li ber xwe da. Min gelek berhem amade kirin. Ezê li derve van berhemên xwe di ber çavan re derbas bikim. Ezê hewl bidim ku wan bixim xizmet gelê xwe. Ez dixwazim ji bo zimanê kurdî bibim dilopke. Ez ji girtîgehê derketim, lê tekane daxwaza min ewe ku hemû hevalên me yên girtî bên berdan.” 
 
'AZADÎ BI TÊKOŞÎNÊ VE GIRÊDAYÎ YE’ 
 
Dilbahar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heya ku gelê kurd û gelên din, azad nebin, ne pêkane ku kes azad bibe. Azadî bi têkoşînê ve girêdayî ye. Me çawa têkoşîna demokrasiyê li derve bi rêve bir û di girtîgehê de me çawa li ber xwe da, em ê heya dawiya emrê xwe jî, vê têkoşînê bidomîn in. Kes nikare têkoşîna azadiya mirovan bifetisîne. Dibe ku mirovan bikujin, lê tu carî nikarin têkoşîn û azadiya wan bikujin. Gelê kurd ji bo vê gelek bedel dan. Divê êdî ev şer bi dawî bibe. Gelê kurd teqez wê têkoşîna xwe ya demokrasiye ber bi serkeftinê ve bibe.”
 
MA / Adnan Bîlen - Dîndar Karataş
 

Sernavên din

08/06/2020
09:09 Fincê Akman: Ji ber kurê min Kurd e ceza kirin
09:09 Kela Rabat di 2 salan de wêran bû
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07/06/2020
22:45 Li Rihayê 2 mezra, 2 tax û 5 avahî xistin qerantînayê
21:07 Du bira di Çemê Dîcleyê de xeniqîn
20:53 Di 80 rojan de li Tirkiyeyê 4 hezar û 692 mirov bi Covît-19 mirin
17:21 Komên çekdar li Efrînê Melek revandin û qetil kirin
17:00 Li Qamişlo êrîşa întîharî pêk hat
16:48 Bûldan: HDP’ê carek din qezenc kir
16:47 Jinan li 4 navçeyên Amedê bang kirin: Îqtîdar êdî nikare rê li pêş têkçûna xwe bigire
14:55 KMMK'ê: Zeyneb Celaliyan bi vîrûsa koronayê ketiye
14:45 Jinan: Ne kes vîna gel hat girtin
13:23 Hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 7 mîlyonî
12:56 Yuksekdag: Vîna gel bi darbeyan têk naçe
12:51 Prz. Kanar: Hiqûqa Naziyan heye
12:08 Tundiya bavê xwe teşhîr kir
12:04 Koç: Êdî Kurd ketine qonaxa statûyê bi dest bixin
11:29 Meclîsa Jinan a HDP’ê dadikeve qadan
11:22 7'ê Hezîranê li dijî 2 xetên cuda bû xeta 3'emîn a siyasetê
10:43 Leyla Xalid ji bo piştevaniya HDP’ê peyam şand
10:42 Di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
10:12 Hamît Dilbahar: Azadî bi têkoşînê ve girêdayî ye
09:45 Çamli: Biryara hikûmetê ya 'asayîbûnê' fikaran zêde dike
09:08 'Leyla Guven sembola têkoşîna azadiya jinan e’
09:03 Ji bo karkerên 10 saetan çape dikin 52 tl; Ji bo elçîyê kar nake jî 4 tl komîsyon diyar kirin
09:03 Projeya Avdaniyê ya Pompajê ji bo cotkaran bû lehî!
09:02 Nivîskar Tûnç: Ji bo propagadaya xwe ya reş li tiştekî digerin
09:02 Hunermendên ji Behra Reş: Rizgarî bi têkoşînê pêkan e
09:01 Bi sirgûnkirinê teqawidbûyînê li wan ferz dikin
09:00 Qeyûm vê carê 'bi dizîka' heqê avê biha kiriye!
09:00 Wê mêşên xwe bibin Zozana Feraşînê
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:49 Nexweşên Covît-19 li Riha û Şirnexê zêde dibin
06/06/2020
23:42 Polîsan destûr nedan nimêja cenaze bikin
21:15 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 669
16:54 ‘Bila kujerên Aksoy û Cingoz bê darizandin'
16:34 Bertek zêde dibin: Em Leyla Guven in
16:27 Li cihê Ayşegul Akturk hat qetilkirin çalakî pêk anîn
16:24 Rêxistinên civakî yên Amedê: Mafê bijartin û hilbijartinê xistin bin piyan
16:05 Bal kişandin ser rewşa Polat ê nexweş
16:04 Li Rezanê 18 kes bi vîrûsê ketin
15:38 'Bi girtina Guven di esasê xwe de dewlet ket'
15:00 Di Gulanê de 156 karker mirin: 29 karker bi Covît19 mirin
14:53 Bûldan: 26 sal in qatil di nava me de ne
14:41 Operasyona QSD'ê ya li diji DAIŞ'ê didome
14:13 Cenaze xistin baxaca maşinê û li gundan gerandin
Zarok jî di navde 7 welatî bi îşkenceyê binçav kirin
13:38 Girtiyê nexweş bi nivînan ve kelemçekirî kemoterapî kirine
13:37 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Şaşmaz berdin
13:33 Xizmên windayan aqûbeta Aydogan pirsîn
13:32 Derket holê ku tundî li Çakir hatiye kirin
13:19 Şivanê ciwan di Çemê Zilanê de xeniqî
13:04 'Leyla Guven remza berxewdana jinan e'
12:34 Li Çinarê 2 jê cerdevan 8 kes hatin girtin
12:20 HDP’ê biryar girt ku bimeşe Enqereyê
12:01 Xebata Tifaq a Kurdîstanî: Xistina parlamenteriya parlamenteran têkçûna demokrasiyê ye
11:35 Li Îzmîrê dengek hevpar: Em bi hev rê têbikoşin
11:34 Demirtaş xwest herkes li dora HDP’ê bibin xelek û glok
11:33 Colemêrgiyan: Leyla Guven vîna me ye
09:53 Hatîp Dîcle: Tu feydeya tirsê tuneye
09:44 Polîsan 10 kes li Edeneyê binçav kirin
09:39 Her sal 200 cotkarên Hewagê dest ji çandiniyê berdidin
09:30 Nivîskar Hamît Dilbahar serbest berdan
09:11 Armanca wan li kuçeyan piştevaniyê xurtir bikin
09:10 Esnafên Wanê: Rewş qet nebaş e
09:10 Tirkiye nahêle raporên der barê îşkenceyê de bên aşkerekirin
09:06 ‘Bi zêdekirina erka notirvanan armanc serweriya li ser kuçeyan e'
09:06 ‘Bila hemû malbat serlêdana sûc bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Li Rihayê çalakî qedexe kirin
08:00 Jinek li Bagcilarê kuştin
07:47 Dadgehê 6 gundiyên Şêba Jêr girtin
05/06/2020
22:10 Berberoglû yê CHP'î hat berdan
21:42 Li Meletiyê erd hejiya
21:33 Guvenê peyamek şandiye: Têkoşîn li ku be ez ê li wir bim
19:57 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:52 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em ê bitêkoşin heta dawiyê
19:34 Li Amedê bîranîna 5’ê Hezîranê
16:04 'Em li dijî talankirinê xwezayê hembêz bikin'
15:43 Muxalefeta Çep: Em ê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bêjin rawest e
15:00 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:55 Li gelek bajaran 'darbe' şermezar kirin: Berxwedan jiyan e
14:54 Mahmut Alinak: Tarî zêdetir dibe
14:16 Li Semsûrê 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Nûçegîhanê MA'yê ji ber nûçe çêkir li wî lêpirsîn vekirin
13:45 Dayika du zarokan li nava kolanê hat kuştin
13:26 Baroyên herêmê berteka hevpar nîşan dan: Em qebûl nakin
13:08 Ji HDK'ê peyama Roja Derdorê ya Cîhanê: Ji xeynî berxwedanê çare nîne
12:49 KESK: Îqtîdar vîna welatiyan binpê dike
12:47 Hiqûqzan: Li benda AYM’ê nesekinîn, biryar cudakariye
12:37 Polîsan li Amedê piştî daxuyaniyê êrîşi girsê kir
12:26 Kesek li Cizîrê hat binçavkirin
12:23 Piştî operasyonê herêm hat qedexekirin
12:20 TJA: Leyla Guven vîna jinan e
12:15 Waniyan: Ma eve vîna sindoqan?
11:51 Zarokê 14 salî di Çemê Êlihê de xeniqî
11:43 An wekîlên Kurd digirin anjî qeyûm tayîn dikin û hevşaredaran digirin
11:42 Li Meclîsê li dijî darbeya 3’yemîn meşiyan: Em ê çok ne danîn erdê
11:40 DFG: 105 rojnameger girtî ne
10:25 ‘Walîtî dixwaze ser îşkenceyê binuximîne, lê delîl di destê me de hene’
10:09 Guven: Ji xeynî berxwedana li dijî faşîzmê şensek din tune