ÊLIH - Zarokê bi navê Nadîr Alî yê ket Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest.
Zarokê 14 salî Nadîr Alî yê ji Sûriyeyê ji bo hînik bibe duh ket Çemê Êlihê û piştî demekê winda bû. Ekîbên hatin cihê bûyer û dest bi xebata lêgerînê kirin, serê sibê cenazeyê Alî dîtin. Cenazeyê Alî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê.