Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin

  • rojane
  • 17:38 1 Hezîran 2020
  • |
img

EQNERE – Kalê Bariş Çakan Velî Çokyaman û 2 pismamên wî, diyar kirin ku Çakan ji ber “muzîka kurdî” hatiye kuştin. Çokyaman, da zanîn ku keça wî agahî kuştina nebiye wî dayê û hevalê Çakan B.A. jî agahiya ji ber “muzîka kurdî” ji malabtê re ragihandiye. 

Duh êvarê, li taxa Alsancak a navçeya Etîmesgûtê ya Enqereyê, ciwanê bi navê Bariş Çakan (20) ji dilê xwe hat kêrkirin û kuştin. Çavkaniyên me nûçeyê saet di derdora 22.45’an de xwe gihandin ajansa me û ragihandin ku Çakan ji ber ku muzîka kurdî guhdar kiriye, hatiye kuştin.
 
Pişt re me xwe gihand malbata Çakan û partiyên siyasî û komeleyên ku malbata Çakan bi wan re têkildare. Ji ferdên malbatê me xwe gihand pismamê Çakan Dogan Çakan û Çakan agahiya ku pismamê wî ji ber ku muzîka kurdî guhdar kiriye hatiye kuştin, bi me re parve kir. Dogan Çakan, diyar kir ku malbata wî vê agahiyê daye û ev tişt got: “Berê jî ji ber ku me muzîka kurdî guhdar kiribû, êrîşî me kiribûn.
 
Çakan, di hevdîtina me duh de ev agahî dabûn: “Ne şaş bin ji ber pirsgirêkeke muzîkê ye. Vana muzîk vekirine. Van faşîstan, dibêjin, ‘Hûn kurdî guhdar dikin, we deng gelek bilind kiriye’ û şerê rehmetî dikin. Çawa ku şer dest pê dike hevalê rehmetî direve.”
 
NÛÇE RAST E 
 
Piştî ku nûçe belav bû û li ser medya civakî bû rojev Çakan, li ser hesabê xwe yê medya civakî ev tişt parve kir: “Kesên ku dibêjin derewe hene, lê nûçe rast e û xizmê min ê nêz e. Kesên ku dibêjin endamê rexistinê hene. Li înşaatê emetiyê dike, xesar nedaye kulmiriyê jî.”
 
Lê pişt re Çakan, parvekirinên ku spasiya emniyetê kir û ji walitiyê daxuyanî xwest kir.
 
HESAB HAT GIRTIN
 
Pişt re Çakan, daxuyaniya Walîtiya Enqereyê ya “ji nîqaşa azanê hatiye kuştin” parve kir û di nav rojê de hesabê xwe yê twîtterê girt. Dogan Çakan, diyar kir ku hesabê twîtterê ne yê wî ye û ji hin sazî û dezgehên çapameniyê re daxuyand ku daxuyaniya walîtiyê ras e.
 
PIŞTî DAXUYANIYA WALÎTIYÊ
 
Piştî ku mirina Çakan belav dibe, malbata wî xwe digihîne agahiyên ku kure wan ji ber muzîka kurdî hatiye kuştin û vê agahiyê bi xizmên xwe re parve dike. Lê piştî daxuyaniya Walîtiya Enqereyê daxuyaniyên malbatê jî diguherin. Piştî daxuyaniya Welatiya Enqereyê, bavê Çakan Nîhat Çakan ji ajansa me re ev agahî ragihandin: “Hevalê kurê min ji kesên din re dibêje, ‘Azan tê xwendin ji azanê re rêz bigirin. Piştî azanê hûn ê dîsa muzîka xwe guhdar bikin.’ Di vê navberê bi nava hev dikevin. Hevalê kurê min direve. Kurê min di destê 3 kesan de dimîne. Dezmêj girt. Got, ‘saet çî ye, ez ê nimêj bikim’. Min jî got, ‘Hê 10 deqe ji azanê re heye’. Azan saet di 200.15’an de tê xwendin. Di vê navberê de dem derbas bû. Piştî 25 deqeyan min cenazeyê wî dît.”
 
KAL: ÇIMA MUZÎKA KURDÎ
 
Lê xizmên Çakan ên hatin Saziya Tipa Edlî (ATK), nexweşxane û ser goristanê gotin ku Çakan ji ber muzîka kurdî hatiye kuştin. Me xwe gihand kalê Çakan Velî Çokyaman ku ji ber temenê xwe tevlî merasîma cenaze nebû jî. Çokyaman, da zanîn ku keça wî jê re ragihandiye ku ji ber muzîka kurdî nîqaş derketiye û wiha got: “Zarokê hatiye kuştin nebiye min e. Hevalê nebiye min qersî ye (Kesê ku Waşlîtiyê di daxuyaniya xwe de cih dayê). Li gorî ragihandinên wî zarokî: Bariş muzîka kurdî guhdar kiriye, wan jî qebûl nekiriye. Walîtî bûyerê berovajî dike. Li gorî ragihandinên keça min; hevalê Bariş ji malbatê re wisa gotiye. Wan jî ji me re wisa gotin. Herkes şahid e. Tiştên ku dema bûyerê hatine gotin rast in. Tê berovajîkirin.”
 
PISMAM Û DOTMAMÊ PIŞTRAST KIR
 
Piştî veşartina Bariş Çakan nûşegîhanê me çûn mala malbatê û pismam û dotmama Çakan re hevdîtin kirin. Dotmama Çakan ku deriye mala şînê vekir, diyar kir ku sedema kuştina pismamê wê “muzîka kurdî” ye. Li ser vê yekê ji malê mudaxaleyî her du kesên ku bi me re diaxivîn hat kirin.
 
Li ber derî em bi pismamekî Çakan re jî axivîn û ev tişt got: “Ji wir 2-3 heval tên, pismamê min li wir muzîka kurdî vedike. Piştre alozî dertê. Dibêjin, ‘muzîkê bigirin’. Herhalde ên me jî ji wan re dibêjin, ‘hûn muzîkê bigirin’. Gengeşî dertê. Hevalê Bariş dereve. Bariş tenê dimîne. Ew jî dikeve hewşekê û hewl dide xwe biparêze lê nikare xwe biparêze. 3 kes tên wî ji dilî kêr dikin û direvin diçin.”
Li ser pirsa “Vê agahiyê kî da we?” pismamê Çakan ev bersiv da: “Apê (Bavê Bariş) min. Ev rast e. Çima hûn dizanin? Dema ku em hatin apê min wan çibûn nexweşxaneyê. Dema ku apê min wan diçin Bariş li erde bûye. Li cem Bariş jî birayê wî hebûye…heke birayê wî nîn be jî hevalên me yên nêz hebûne. Ew jî derewan nakin. Xwedê qebûl neke, çi bibêjim. Apê min ê bavê Bariş nimêj dike. Ji xwe guman dikim lê ji wî guman nakim. Tiştên ku ew dibêjin ez jî wan dibêjim.”
 
Dotmam û pismamê Çakan diyar kirin ku ji ber daxuyaniyên Wezareta Karên Hundir û Walîtiyê gumanên wan hene û naxwazin navê xwe bidin.
 
MA / Emrûllah Acar - Dîren Yûrtsever

Sernavên din

02/06/2020
12:30 'Zêdebûna tundiya polîsan ji ber bêcezakirina polîsan e'
11:57 Walîtiyê destûr neda konsera Grûp Yorûm
11:50 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş yasa were guhertin’
10:19 Nîhat Çakan: Lê belê muzîkek heye
09:33 Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye
09:23 2 leşker mirin
09:09 Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe
09:08 Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine
09:08 Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn
09:07 Prof. Tolûnay: Mudaxileya li xwezayê wekî bûmerangê ye
09:06 Pîrê: Hikûmeta Tirkiye li Sûriye şikest vegere dê perçe bibe
09:06 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN
01/06/2020
20:30 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 563
19:02 Her 3 kesên ku Bariş Çakan kuştin hatin girtin
17:38 Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin
17:10 ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin
16:47 Bariş Çakan spartin axê
15:49 Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan
15:20 HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
15:19 Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir
14:57 Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e
14:52 Li Wanê çayxane têje bûn
14:39 Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:20 Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin
14:19 Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
14:11 Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin
14:10 Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin
14:08 Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin
14:01 Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir
13:16 Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir
12:01 Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin
11:50 Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê
11:34 Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e'
11:25 Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî
11:10 Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
11:01 Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike
10:35 Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
10:34 Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin
10:15 Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin
09:43 Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye
09:24 Li Şirnexê bikaranîna rûpoş bû mecbûrî
09:21 Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
09:19 Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
09:18 Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin?
09:17 Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin
09:16 Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê
09:15 Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e
09:14 Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan
09:13 ‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’
09:13 Li Edeneyê binçavkirina Qorsan
09:12 Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e
09:00 ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin
31/05/2020
22:09 Kesê ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwar hat girtin
21:13 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî
19:33 Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê
16:35 37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin
16:02 Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin
15:17 Polîsan bi lêdanê binçav kirin
14:48 Walî derketina derve li 19 gundên Bedlisê qedexe kir
14:42 Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin
13:59 Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin
13:41 Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin
13:07 Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan
12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne