NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2 rojên dawî de hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Serdeşt û Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê 4 kolber birîndar kirin.
Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Pîranşar-Çomanê gule li kolberan reşandin. Di encamê de kolberê bi navê Elî Xizirzade ye ku ji gundê Kolke Reş a jorîn a girêdayî Serdeştê ye birîndar bû.
Şeva 28'ê Gulanê jî hêzên rejîma Îranê komek kolber kirin armanc. Li vir 3 kolber birîndar bûn. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Kemal Goherî, Kamil Qadêrî û Resûl Çeplek birîndar bûbûn. Hêzên rejîma Îranê di rojên dawî de gelek kolber kuştin.