ERZIROM – Li navçeya Çadê di navbera 2 malbatan de pevçûneke çekdarî derket û 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Koselerê yê navçeya Çadê ya Erziromê, ji ber nelihvkirineke li ser erd, di navbera 2 malbatan de pevçûneke çekdarî derket û 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, her du malbatên nelihev destpêkê li ser erd nîqaş kirine û piştre jî bi çekan êrîşî hev kirine. Di êrîşê de 5 kesên ku gule li wan ketin jiyana xwe ji dest dane. Li gund hê jî gengeşî heye û hejmareke zêde ambulans û komeke cendirme sewqî gund hatin kirin.