ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Cizirê, têkildarî êrîşa li dijî avahiya navçeya Cizîrê pêk hat, daxuyanî da. Parlamenterên Şirnexê bertek nîşan dan û gotin ku ev cara 3’yemîn e êrîş dikin. Parlamenteran, anîn ziman ku ew ê serlêdana sûc bikin.
Rêxistana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîr a Şirnexê, der barê êrîşa ku şevê din ji aliyê kesê ku nasnameya wî ne diyar e saet di 00.56’an de pêk hat de daxuyanî da. Rêveber û parlamenteran li ber avahiya navçeyê daxuyanî dan. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş û rêvebirên navçeyê tevlî daxuyaniyê bûn. Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozgûneş, diyar kir ku cara 3’yemîn e êrîşê avahiya navçeyê tê kirin û wiha got: “Em gelek baş dizanin ku ev êrîş tên çi wateyê. Em vê êrîşê şermezar dikin û em ê bêdeng nemînin. Cara 3’yemîn e êrîşê avahiya me tê kirin û dixwazin bişewitînin. Lê heta niha kiryarên wan jî ne diyar in. Ger ku ev êrîş li dijî dewletê bihata kirin beriya 24 saetan dê kiryar bihata dîtin û encam û raya giştî re bihata parvekirin. Lê belê em dibêjin ku em ê bêdeng nemînin. Kesê ku êrîşê avahiya me dike diyar e. Lê belê ev kes ji aliyê dewletê ve tê parastin. Em ê li dijî vî êrîşê serlêdana sûc bikin.”
‘EM Ê SERLÊDANA SÛC BIKIN'
Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr jî bi lêv kir ku di her qadê de li dijî wan êrîş tên kirin û êrîşa li dijî avahiya HDP’ê hatiye kirin jî ji van yek e. Nuran, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi sedan HDP’yî di girtîgehê de ne û ji aliyekî ve jî êrîşê avahiyên HDP’ê tên kirin û wiha got: “Ev cara 3’yemîne êrîşê avahiya me tê kirin. Ev êrîş hem li dijî gelê me û hem jî li dijî jinan hatiye kirin. Em ê li hember van êrîşan tu carî bêdeng nemînin. Em ê di derbarê vê bûyerê de serlêdana sûc bikin. Bila ev kes bê cezakirin.”
Daxûyanî bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” bi dawî bû.