AMED - Weşanxaneya Aryenê di dawiya salê de, pirtûkên bi navên "Bavê Min ê Mitirb", "Şerê Başûr: Çepera Batufa", "Rojnivîska Helbestî" û "Zimanê Me" çap kir.
Weşanxaneya Aryenê di dawiya sala 2024'an de 2 bi tirkî, 2 jî bi zimanê Kurdî 4 pirtûkên nû çap kir. Ji van berheman yek jê, ji bo zarokan e. Pirtûka "Zimanê Me" ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin. Zarok bi vê pirtûkê dê hînî dengên Kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineke bedew û rastnivîsîneke dirust bingeheke Kurdîyê ya têkûz ava bikin.
BAVÊ MIN Ê MITIRB
Nivîskar M. Çiya Mazî, ku heya niha gelek berhemên wî yên helbest û çîrok hatine çapkirin, ev car bi romanekê derdikeve pêşberî xwînerê xwe. Romana bi navê "Bavê Min ê Mitirb" 248 rûpel e. Di romanê de; tebeqeyên jiyana civakê, ya kesan û girseyan, hevberkirina dem, cih, war û bajarên du welatan heye. Vederkirin, cudadîtina mirovan a ji civakê û evînên bi keresat, di pêvajoya windabûn û gera mitirbekî de, bi vegotinên cuda dibine yek û bi pênûsa M. Çiya Mazî derdikevin pêş çavan.
"Erê... Heger aniha ev dêya min be, way diçe mala xwe. Lê belkî dêya min neçûya malê û berê xwe biguheranda ber bi perê bajêr ve bimeşiya. Belkî biçûya heta mala Zeryayê. Û tew belkî berê, wê û zirneciyê xort ê mitirb soz dabûna hevdu û li wir hevdu bidîtana, belkî di wê tariya ku ketiye erdê de Zeryayê çayek ji wan re çêbikira û bi kêf vexwarana. Û piştî wê, bi lezgîni bihata li deriyê textînî ku ser wî sackirî bixista û dapîra min Îkramê bihata derî li qîza xwe vekira.... Belê... Li pey xeyala dêya xwe di nava çarşiya bajarê F’yê re hatibûm li ber mala xwe sekinîbûm, ew mala ku deh salan ez tê de bi dapîr û kalikê xwe re bê navber jiyam, dû re çûm lîseya bi razanî ya dewletê..."
M. Çiya Mazî, di sala 1960’î de li gundê Kufragê ya Şemrexa Mêrdînê hatiye dinyayê. Ji sala 1993’yan û vir ve bi Kurdî dinivîsîne. Gelek helbest, çîrok, nivîsarên zargotinî û wêjeyî di rojnameyên Kurdî de hatine weşandin. Pirtûkên wî yên çîrok, helbest, gotinên pêşiyan û folklor ji weşanxaneyên, Sî, Do, Elma, Spîrêz, Evrensel, Berbang û Aryenê der çûne.
ŞERÊ BAŞÛR: ÇEPERA BATUFA
Roman-Bîranîn a Şahîn Gumuş a bi navê "Güney Savaşı: Batufa Cephesi" (Şerê Başûr: Çepera Batufa) bi zimanê tirkî ye û 235 rûpel e. Di sala 1992'yan de, Şerê Başûr li Heftanîn, Xakurkê û Zapê (Çelê) rû da. Ev roman şerê çepera Heftanîn a li Girê Batufayê vedibêje. Şerê li vê çeperê 40 rojî berdewam dike û nivîskar dem dem behsa şerên çeperên din jî dike. Pirtûk di kesayetiya Bêrîtan Hêvî, Ferhadê Sor û Ûsivê Serspî de, ji bo bîranîna cangoriyan hatiye pêşkêşkirin.
Şahîn Gumuş, di sala 1973'yan de li Pirsûsa Rihayê ji dayik dibe. Di sala 1991'ê de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Di sala 1999'an de li Îzmîrê tê girtin û cezayê muebeta giran lê tê birîn. Niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya Sîncana Enqereyê tê girtin.
ROJNIVÎSKA HELBESTÎ
Helbestên Hêvî Kodem bi navê "Awayê Ceribîn a Kurd Rojnivîska Helbestî a Kurt" (Kürt'ün Deneme Tarzı Kısa Şiirsel Güncesi) hatin çapkirin. Pirtûk 54 rûpel e û ji 19 helbestan pêk tê.
Hêvî Kodem ji Amedê ye. Di sala 1989'an de li Çukurovayê ji dayik bûye. Dema li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê dixwîne tê girtin. Piştre çend carên din jî tê girtin û hêjî di girtîgehê de ye.
'ZIMANÊ ME'
Weşanxaneya Aryenê di mijara perwerdehiyê de jî pirtûka xwe ya yekemîn çap kir. Pirtûk ji bo zarokan e û asta destpêkê ye. Pirtûka "Zimanê Me" ku rengîn û bi wêne ye, ji hêla Haydar Diljen û Sabîha Diljen ve hatiye amadekirin. Wêneyên pirtûkê jî ji hêla Bîlal Karagoz ve hatine xêzkirin.
Pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Nivîskarên pirtûkê dibêjin, "Ji ber ku alfabeya Kurdî fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî dike, ev metod pirtir li hînkirina Kurdî ya destpêkê tê." Zarok bi vê pirtûkê dê hînî dengên Kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û rastnivîsîneka dirust bingeheka Kurdîyê ya têkûz ava bikin.
Nivîsarên pirtûkê li gorî hin temayan hatine amadekirin; wek roj, demsal, sersal, Newroz, xweza, ajel, stran, hevaltî, malbat, dibistan, çîrok, xwarin, trafîk û hwd.
Nivîskarên pirtûkê ji bo vê berhemê wiha dibêjin: "Naveroka vê pirtûkê neynika jîyaneke demokratîk e. Di vê pirtûkê de zarok gelek azad in. Ew dipirsin, diaxifin û tiştan dikin. Nivîsarên vê pirtûkê, bi fikra yeksanîya jin û mêran hatine hûnandin. Ji bo ku hewesa xwendina Kurdî li ba zarokan bilind bibe, me cih da çend zûgotinok, stran û helbestên Kurdî jî. Nimûneyên çanda Kurdî yên wek tiştanok, gotinên pêşîyan û çîrok jî vê pirtûkê rengîntir dikin."