BEDLÎS - MEDYA-DER hedef dike ku di sala nû de ji bo zarokan poleke nû veke û hejmara xwendekaran derxîne ser 100 kesan.
Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) ji bo pêşxistina ziman û wêjeyê di 7’ê Tîrmehê de li navçeya Tetwanê ya Bedlisê dest bi xebatên xwe kir. Komeleyê di nava 6 mehan de 2 qursên cuda vekir û dersa ziman da zêdetirî 20 kesan. Armanca komeleyê ew e ku di serdema nû de poleke din veke û hejmara xwendekaran derxîne bi ser 100 kesan.
'EM Ê KAMPANYAYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN’
Hevseroka MEDYA-DER’ê Emîne Dîkmen Irgat têkildarî xebatên komeleyê axivî û bal kişand ser têkoşîna ziman a li dijî polîtîkayên pişaftinê. Emîne Dîkmen Irgat destnîşan kir ku ji roja komeleya wan hatiye vekirin heta niha di astên 1 û 2’yemîn de qurs vekirine û bi giştî perwerdeya ziman dane 24 kesan. Emîne Dîkmen Irgat, wiha domand: “Dê di çileyê de belgeyên xwendekaran bên dayin. Hedefa me ew e ku di serdema pêş de ji bo zarokan polekê vekin. Beriya vê jî ji bo zarok bi zimanê xwe yê dayikê bizanin em ê kampanyayê bidin destpêkirin. Piştî kampanyayê em ê ji bo zarokên navên xwe tomar kirine polê vekin. Hedefa me ew e ku hejmarê derxînin ser 100 kesan.”
BANG LI MALBATAN KIR
Emîne Dîkmen Irgat, da zanîn ku di mijara perwerdeya zimanê dayikê de peywirên mezin dikevin ser milên malbatan û got: “Barê mezin jî li ser milê dayikan e. Divê em zarokên xwe ji pişaftinê rizgar bikin. Lewma ji bo xebatên xwe zêdetir bikin, divê em Kurdî li her derê belav bikin.”
Emîne Dîkmen Irgat, axaftina xwe wiha qedand: “Divê em li dijî kesên tehemûla wan nîne, zimanê xwe bijîn. Divê her kes hînî zarok, nevî û xizmên xwe bike. Li vî welatî her tiştên aydê Kurdan tên qedexekirin. Divê em van qedexeyan derbas bikikn û xwedî lê derkevin. Zimanê me hebûna me ye, jiyana me ye. Li malê, li kolanê, li tax û hemû qadên jiyanê divê em bi Kurdî biaxivin, binivîsin. Zimanê bi vî awayî dikare mezin bibe û pêş bikeve.”