Rojnameger Ulug: Li Rojhilata Navîn kurd hêzeke sereke ne

  • rojane
  • 10:14 12 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Rojnameger Felemez Ulug bal kişand ser aloziya li Rojhiata Navîn û diyar kir ku kurd li herêmê aktoreke sereke ne. Ulug, got ku tu hêzên li herêmê xwedî plan û proje nikarin kurdan paşguh bikin. 

Rojhilata Navîn ji ber çavkaniyên xwe yên enerjî û yên xwezayî, di seranserî dîrokê de her tim bû qada mudaxileyên hêzên serdest. Rêyên enerjiyê yên nû û krîza kapîtalîzmê, li Rojhilata Navîn rê li ber şerekî nû vedike. Di mudaxileyên siyasî û leşkerî yên ji bo teşedayîna Rojhilata Navîn ku li Iraqê dest pê kir û bi Lîbya, Sûriye û Lubnanê berdewam dikin de DYA û welatên Yêkitiya Ewropayê (YE) serkêşiya wan dikir û niha jî Rûsya û Çîn hewl didin statûkoya li herêmê biparêzin. 
 
Rojnameger Felemez Ulug têkildarî polîtîkayên Rûsyayê yên li Rojhilata Navîn, dibêtiya bandora wan a li ser kurdan, daxwazên kurdan û têkoşîna wan bi ajansa me re axivî. 
 
 ‘LI ROJHILATA NAVÎN ŞERÊ HEGEMONYAYÊ HEYE’
 
Rojnameger Felemez Ulug diyar kir ku du hêzên sereke hene ku dixwazin li Rojhilata Navîn hegemonya xwe pêk bînin û ev jî hêzan Modernîteya Kapîtalîst a ku Amerîka û hevkarên wê ên weke Ingilistan û Yekitiya Ewropayê (YE) jê re pêşengiyê dike û ya din jî hêzên weke kapîtalîzma dewleta tê pênasekirin ku ew jî Rûsya, Çîn û Îran e. Ulug, destnîşan kir ku ev herdu blok di warê birdozî de ne du hêzên ji hev cuda ne û ev tişt anî ziman: “Yek kapîtalîzma takekesî anku sermayedariya tekel a takekesiye yek jî kapîtalîzma dewletî û olîgarşiyê ye. Ji bo wê jî divê dema em şîrove dikin weke weke dema Sovyeta berê nenirxînin. Yanî pênaseya Rûsya niha û Sovyetê ji hev cuda ne mirov nikare di heman çarçoveyê de binirxîne.” 
 
HEDEF Û ARMANCÊN RÛSYAYÊ
 
Bi domdarî Ulug da zanîn ku di siyaseta Rûsya ya dema Çar, Sovyet û Rûsyaya niha de her çendî guhertinên bingehîn hebin jî di hin mijaran de stratejî qet ne hatiye guhertin. Ulug, wiha domand: “Ew jî xeyala daketina ava germ anku daketina Deryaya Spî ye. Li gel vê, daketina Rohilata Navîn ji bo Rûsya her dem mijarek girîng û strartejîk bûye. Rûsya ji bo hegemonyaya xwe ji Bakurê Asyayê bîne Rohilata Navîn û bakurê Efrîqayê anku bîne ser xeta enerjî, tîcareta deryayê, daketina vê qadê ji bo xwe girîng dibîne. Heman stratejî weke me berê jî got ji dema Çar û Sovyetê jî hate meşandin. Bi taybet di dema Çar de ji bo vê stratejiya xwe bimeşîne bi osmanî û ingilîzan re di nava têkoşîneke mezin de bû. Anku ev têkoşîn bi hêzên Rojavayî re bû. Ji bo vê jî her bi Rûsyayê re şerek hebû. Şerê Napolyon û di dema Sovyetê de jî şerê Hîtler em ji bîr nekin. Ev şer di çarçoveya heman stratejiyê de pêş ketin. Niha jî Ûkrayna kişandine navê vê xetê û bi Ûkrayna li dijî Rûsya şerekî dijwar tê meşandin. 
 
‘ARMANCA RÛSYAYÊ EW E KU DI SIYASETA KÛREWÎ DE BIBE HÊZEKE SEREKE’
 
Ulug, bi domdarî pirsa “Ev şer ji bo çi ne û ji bo çi bi taybet Rûsya tê hedefgirtin?” kir û wiha pê de çû: “Ji ber ku Rûsya hêzekî mezin e û xwedî erdnîgariyeke pir berfireh û dewlemende. Sedemek din jî Rûsya li dijî pergala heyî di serdemên cuda de gelek caran tifaqên bi hêz pêş xistine. Yanî Rûsya di siyaseta cîhanî ya îroyîn de aktorekî serekeye û dixwaze bi vê erka xwe rabe. Lê şerê Rûsya niha dide meşandin ne ku dixwaze bloka Rojavayî têk bibe. Dixwaze di siyaseta kurewî de bibe hêzeke sereke. Yanî şer şerê parvekirin û deshilatiyê ye. Rûsya jî dixwaze di vir de xwedî rol be. Bêgûman bi hilweşandina Sovyetê re Rûsya kêmbe jî ji vê mîsyona xwe dûr ket. Lê bi Pûtîn re cardin derket ser dika siyaseta cîhanê. Ji bo ku bikaribe di qada navneteweyî de hegemonya xwe îlan bike beşdarî şerê li Sûrî bû. Ji bo Rûsya ji serê Sûriyeyê dûr bikin şerê Ûkraynayê dan despêkirin.” 
 
‘KURD WEKE AKTOREKE SEREKE DERDIKEVIN PÊŞ’
 
Têkildarî nêzikatiya Rûsyayê ya li dijî kurdan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Ulug ev nirxandine kir: “Beriya her tiştî kurdên di Rojhilata Navîn û çar perçeyê Kurdistanê siyasetê dikin, divê siyaseta Rûsya û welatên Rojavayî baş lêkolîn bikin û li gorî wê pozîsyon bigrin. Çimkî di dîrokê de li dijî têkoşîna kurda ya li hemberî Osmaniyan û Safewiyan, têkoşîna kurdan a li hemberî Bexda, Şam Tehran û Komara Tirkiyeyê pozîsyona Çar, Sovyetê û Rûsyayê herdem diyarker bûye. Ji bo wê jî mirov dikare bêje Çar, Sovyet û Rûsyeya îro ji bo li Rohilata Navîn berjewendî û siyaseta xwe ya jêneveger pêk bîne jê re partner lazim in, di vê rewşê de kurd weke partnereke sereke derdikeve pêş. Lê divê em şaş fam nekin. Rûsya, kurdan ne hevkarekî stratejîk, ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne weke partnerekî sereke dibîne. 
 
HEWCEYE KURD ROLA RÛSYAYÊ BAŞ BIBÎNIN 
 
Ji bo wê jî ger em bala xwe bidênê ji sedsala 18’an û vir ve Rûsya bi aqilê dewletê li ser kurdan dixebite. Hîn di wan salan de dest bi xebatê Kurdolojiyê kiriye. Li herêmê tu welat qasî Rûsyayê li ser kurdan, çanda wan, zimanê wan, dîrok û erdnîgariya wan lêkolîn nekirine. Rûsya li her çar parçeyên Kurdistanê çi diqewime, kîjan eşîr xwedî çi mezhebî ye û xwedî çi hêzê ye dizane. Ji bo wê jî divê mirov siyaseta Rûsya ji rêzê nebîne. Lewma dema kurd li Sûrî û rojavayê Kurdistanê siyasetê meşandin divê ji bîr nekin ku Rûsya jî qasî Amerîka û welatên Rojavayî li herêmê xwedî rol e. Ji ber ku di şerê Sûrî û parastina hikûmeta Şamê de ji Îranê zêdetir Rûsya xwedî rolek diyarker e. Ji bo wê jî kurd çawa ku xwe pêjeroja Sûriyê de xwedî rol dibînin divê ji bîr nekin ku qasî Amerîkayê Rûsya jî xwedî rolek girîng e. Kurd nikarin vê ji nedîtinê ve werin.”
 
‘KURD DÊ NEYÊN XAPANDIN LÊ DIVÊ HESABÊ XWE BAŞ BIKIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Ulug anî ziman ku di dagirkirina Efrîn, Serêkaniye û Girê Spî de kurdan li heremê ev siyaset baş nexwedin lewma nikarin li gorî pêşveçûnên di qada pratîk de diqewimin gavên stratejîk û xurt jî biavêjin. Ulug, wiha domand: “Ev jî dide diyarkirin ku yekalî girtina mijaran û geşedanên li herêmê diqewimin dihêle ku kurd winda bikin. Yanî divê kurd rol û rista Rûsya û Amerîkayê li herêmê baş pênase bikin. Di demê borî de di vê mijarê de kêm û kurtî derketin. Ji ber van kêmasiyan îro em bala xwe didêne Rûsya û Amerîka dixwazin bi destê tirkan kurdan terbiye bikin. Bêgûman kurd ne hêzeke wisa hêsanin ku werin vê lîstikê lê divê hesabê xwe baş bikin. 
 
Rûsya di dîrokê de gelek caran bi dewleta tirk re şer kiriye. Li dijî Osmanî û Komara Tirkiyeyê dijminatiyek wê ya xurt heye. Ew dizanin tirk qet nabin hevalbêndên wan. Tenê ji 2015’an û vir ve balafira wan ji aliyê Tirkiyeyê ve hate xistin, balyozê wê Andrey Karlov li nava Enqereyê li ber kamerayan hate qetilkirin. Dîsa gelek bûyerên ku di warê siyasî de destê Rûsya teng dikin qewîmîn. Tevî vê jî Rûsya ji bo li herêmê bigihêje armancên xwe yên stratejîk li hemberî Tirkiyeyê siyaset xwînsar dimeşîne. Ji ber ku dizane Tirkiye di warê jeopolîtîk, siyasî û leşkerî ve li herêmê xwedî rolek girîng e. Lewma Rûsya hewl dide zeafên Tirkiyeyê, xetere û gefên li ser wê ji bo berjewendiyên xwe yên stratejîk bi kar bîne. Bêgûman nêzîkatiya Rûsya ya li hemberî doza kurd jî bi vê helwestê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê em bizanibûn ku piştî ingilîzan yên herî zêde mijara kurd li dijî tirkan bi awayekî hostane bi kar tîne Rûsya ye.” 
 
HELWESTA RÛSYAYÊ YA LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER 
 
Rojnameger Ulug, helwesta Rûsyayê ya li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wiha nirxand: “Ji bo Rûsya şeklê rêveberiya Sûriyê federasyon an jî netew dewlet be zêde ne girîng e. Rûsya bi xwe federasyon e, li gorî daneyan zêdetirî 180 netewên cuda li Federasyona Rûsyayê jiyan dikin. Ji bo vê jî gelek herêmên wê yên xweser û hikûmetên cuda hene. Ji ber vê yekê li vir tişta ji Rûsyayê re girîng ne şêwayê rêveberiyêye, ya girîng li Sûriyê kurd wê çiqas di xizmeta berjeweyên wê yên li Rojhilata Navîn de bin. Ji ber vê dema em îro ji bo kurdan behsa xweseriyê dikin divê ev rastî jî neyê piştguhkirin. Rûsya jî weke her welatên din pêşî li berjewendiyê xwe difikire. Lewma divê kurd vê rast bi xwînin, siyaset û dîplomasiya xwe jî li gorî vê saz bikin.”
 
ROLA RÛSYAYÊ YA DI DAGIRKIRINA EFRÎN Û SERÊKANIYÊ DE
 
Ji bo têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê û rola Rûsyayê ya di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî jî Ulug wiha got: “Mirov dikara bêje Rûsya li dijî hêzên Rojavayî li du eniyan di nava şer an jî di nava têkoşînek dijwar de ye. Şerê li Ûkrayna û Sûriyê bi her awayî bandorê li siyaseta welatên herêmê dike. Bi taybet geşedanên li eniya Rûsya, Çîn û Îranê diqewimin û şêwazê vî şerî wê rewşa Rûsyayê ya pêşerojê jî diyar bike. Ji ber vê yekê ev herdû herêmên şerê germ lê heye di stratejiya Rûsyayê ya dema pêş de xwedî girîngiyek mezin in.
 
‘TIRKIYE HEWL DIDE DÎSA TÊKEVE HEVKÊŞEYA SIYASETA HERÊMÊ’ 
 
Dewleta tirk jî dixwaze di çarçoveya geşedanên li herêmê diqewimin de pozîsyona xwe xurt bike. Ji bo vê jî naxwaza bi Rûsyayê re têkeve nava nakokiyekê. Bi taybet piştî şerê Îsraîl û Hamasê li herêmê dengeyên siyasî tên guhertin. Rêveberiya Enqereyê jî ji er nakokiyên xwe yên bi welatên rojavayî re û tirsa ji doza kurd niha ketiya nava tirsekê. Ji ber vê hewl dide xwe nêzî bloka Rûsyayê bike. Lê ji ber ku dewleta tirk li herêmê gelek texrîbatên mezin dane kirin wê ev ne wisa hêsan be. Tevî ev tê zanîn jî bi taybet Rûsya wê hewl bide Tirkiyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ya girîng di vir de wê Tirkiyê çi tawîzan bide. Wisa diyare ku rêveberiya Erdogan ji bo ji nû ve têkeve hevkêşeya siyaseta herêmê dixwaze êrişekê pêk bîne. Ev êriş wê li dijî Rojava yan li dijî Başûr be hîn ne diyare lê tişta diyar. Lê tişta diyar dike ew e ku Rûsya ji bo vê li pêy tawîzan e.” 
 
‘HEKE TIRKIYE TAWÎZÊN MEZIN BIDE DIBE KU RÛSYA JI BO ÊRIŞÊ DESTÛRÊ BIDE’
 
Ulug, anî ziman ku heke dewleta tirk tawîzên pir mezin pêşkeşî Rûsyayê bike û Rûsya jî van tawîzan ji bo stratejiya xwe ya pêşerojê pir guncav bibîne,  dikare ji bo êrişeke nû ya dewleta tirk a li dijî Rojava pêşî lê veke. Ulug, got: “Yanî di vir de jî Rûsya tu tiştan hesab dike. Yek; dixwaze dewleta tirk ji bloka rojavayî û NATO’yê dûr bixe, di wê eniyê de parçebûnê ava bike. Ya duyem; hêzên Rojhilata Navîn bi taybet jî Tirkiye, Îran û Rûsya dixwazin kurd ji hêzên rojavayî bertek bigrin. Yanî naxwazin di demên pêş de kurdan bi armanca tifaq anku koalîsyonekê bi van hêzan re bên cem hev. Li şûna wan kurdan mihtacî hêzên Rohilata Navîn bibin. Di vir de jî armanc ewe ku kurdan ji aktorbûnê derxe û bike faktor. 
 
‘AKTORÊN SEREKE NIKARIN LI HERÊMÊ KURDAN PAŞGUH BIKIN’
 
Kurd niha bi şoreşa Rojava re li Sûrî aktorê herî sereke ne. Li Iraqê bi destkeftiyên xwe aktorekî sereke ne. Li Tirkiyeyê jî êdî pir eşkereye ku siyaseta ku kurdan înkar dike nikare pêşerojê ava bikin lewma kurd vî perçeyî jî aktorekî sereke ne. Niha Îran di rojevê de ye, li vê derê jî kurd bi serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûn aktor. Ev ji aliyê hêzên navnetweyî ve jî baş tên dîtin. Lewma hemû welatên li ser herêmê plan û projeyan pêş dixin nikarin vê posîzyona kurda ya jeostratejîk, demografîk, siyasî û leşkerî ku xeta sêyemîn temsîl dike ji nedîtî ve bên. Ev rewş di hin welatan de aciziyan jî çêdike. Rûsya jî yek ji van welatan e. Ji ber vê yekê ji bo kurdan tengav bike dibe ku rê li ber êrişên dewleta tirk veke. Bi van êrişan ve Tirkiyê pozîsyona Tirkiyê ya di eniya Rojavayî de lawaz bike û wê bikşîne xeta xwe. Di vê di vê mijarê de hewceye kurd hevsengiyên li herêmê û geşedanên diqewimin baş bixwînin. 
 
‘SEROKÊ DYA’YÊ BIGUHERE JÎ DÊ STRATEJIYA WAN A BERÊ BIDOME’
 
Rojnameger Ulug, hilbijartinên DYA’yê û bandora wê ya texmînî ya li ser polîtîkaya Rûsyayê ya li dijî Rojava jî wiha nirxand: “Amerîka welatekî mezin e û bi guhertina serokan siyasetê ava nake. Siyaseta wê ya bingehîn ji aliyê Kongre, Senato, CIA û Pentagonê ve tê avakirin. Lê ev nayê wateya ku Serokê tê hilbijartinê jî bêbandor e. Na, ew di meşandina vê siyasetê de xwedî rolek girîng e. Di rewşa niha de ger Amerîka piştgiriya xwe ji bo şerê Ûkraynayê rawestîne û xwe bi temamî ji Rojhilata Navîn vekşîne wê hêza kûrewî ya Amerîkayê bi temamî têk biçe. Ji bo ev têkçûyîn çênebe herdem di nava hewldanên ku posîzyona xwe xurtkirinê de ye. Lewma bi hatina Trump ve wê hewl bide xwe di van eniyan de xurt bike. Ji ber ku baş dizane ev enî ji bo wê diyarkerin. Amerîka di vir de hevkarên xwe hîn çalaktir û di warê madî û manevî de hîn bêhtir bikşîne qadê, wê siyaseteke hîn eşkeretir bide meşandin. Divê em bizanibin ku Amerîka wê tu carî rê nede ku hegemonyaya ew pêşengiya wê dike di şerê Ûkraynayê de têk biçe. Dîsa wê nexwaze li Sûrî û Îsraîlê berjewendiyên wê têk biçin û Îsraîl bişkê. 
 
Çima Îsraîl li herêmê ji bo Amerîka ewqas girîng e? Amerîka di dîroka xwe de bi çar welatan re peymanên stratejîk çêkiriye. Ji wan welatan yekem welatê ku peymana nivîskî pê re hatiye çêkirin Îsraîl e. Bi Kanada, Awûsturalya û Ingilistanê re jî peymanên devkî anku bi gotinê heye. Lewma ji bo parastin, pêşeroj û berjewendiyên Îsraîlê serok kî be jî wê li gorî vê peymana stratejîk tevbigere. 
 
DIVÊ KURD BIKARIN SIYASETA XWE BI XWE AVA BIKIN
 
Em ji bîr nekin ku Serêkaniyê û Grê Spî di serdema Trump de hatin dagirkirin. Raste niha rewş ne mîna 5 sal berê ye, bi şerê Îsraîl û Hamasê re gelek tişt hatin guhertin lê divê em ji bîr nekin ku ev şer rê ji ber destwerdanê nû re jî vedike. Di vê merheleyê de divê siyaseta Amerîkayê jî baş were şopandin. Dibe ku hevsengiyên bi şerê Ûkrayna û Îsraîlê bên guhertin ev bandora xwe bi awayekî neyînî li ser siyaseta Amerîka ya li ser kurdan jî bike. Divê kurd ji vê hevkêşê re jî amade bin. Yanî ger kurd dixwazin li herême bibin xwedî hêz divê pişta xwe bi kesî girê nedin û weke aktorekî sereke bikaribe bi xwe siyaseta xwe ava bikin.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

13/11/2024
21:43 Li Cenevreyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
16:17 Li Dêrsimê polîsek mir
16:07 ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin
15:15 Li gelek bajaran banga ‘bûdçeya ji bo ked û edaletê’ hate kirin
14:54 Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin
14:45 ‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin
14:32 Baroya Wanê têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin serlêdana sûc kir
13:53 Di berxwedana Êlihê de ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang hate kirin
13:36 Li Sêweregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:33 Lêkolîna qadê: Hilbijêrên kurd qeyûm naxwazin
13:30 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
13:21 DEM Partî: Zimanê kurdî xeta jêneveger e û divê bibe zimanê perwerdeyê
13:01 Ji Dîlokê bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê
12:58 Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin
12:51 Hevşaredaran starta kampanyaya ‘Gotina me xelas nebûye’ dan
11:15 Rapor nedan girtiyê ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin
10:58 Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim
10:20 AYM’ê redkirina serlêdana ‘şertên nebaş’ weke ‘binpêkirin’ qebûl kir
09:51 Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin
09:37 Ji ber ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ doz li 29 kesan hate vekirin
09:36 Dosyeya rojnameger Tara û Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê hate kirin
09:34 Demîrel: Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin?
09:04 Çiyayên Cûdî û Gabarê bi dînamîtan tên tunekirin
09:04 Banga ji bo meşa li Kolnê: Em ê vîna gelê kurd nîşanî cîhanê bidin
09:04 Girtiyên jehrî bûn nehatin dermankirin
09:02 Banga ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê: Em tecrîdê bişikînin û qeyûm bişînin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2024'AN
12/11/2024
19:26 Edîp Solmaz hat bibîranîn: Ruhê berxwedanê li qadan e
16:34 Di doza ‘biaxive tu ji ku yî?’ de biryara beraetê hate dayin
15:59 Dadgeha Bilind biryara ‘Doza Qontaxê’ erê kir: Polîs hate girtin
15:37 Nobetên li dijî xespkirina îradeyê yên li Êlih û Xelfetiyê didomin
15:28 Ji bo bîranîna Narîn, Rojîn û Şirînê şitil hatin danîn
15:20 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alîkarî da Samandagê
15:17 Bakirhan: Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinê bikin
15:12 Li 10 navçeyên Wanê berteka li dijî qeyûm: Em têkoşîna hevpar mezin bikin
14:27 Demîr piştî 30 salan hate berdan
13:50 Girtiyê nexweş Gemîcîoglû êdî bîra xwe winda dike
13:24 PSD’ê bertek nîşanî qeyûm da: Bi sedemên siyasî tên tayînkirin
13:15 Li Mêrdînê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nahêlin gel biçe parkê
12:48 Bakirhan: Çareserî li Amed û Enqereyê ye
12:38 Emîne Şenyaşar tev li nobeta li dijî qeyûm a li Xelfetiyê bû
12:31 Êrişên ser Çapemeniya Azad dê li Tunela Taksîmê bên protestokirin
12:30 Li Girtîgeha Şirnexê malbat nikarin silavê bidin girtiyan
12:15 Parêzerên doza Narîn Guranê: Nakokiyên heyî nehatin zelalkirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:21 Muzîkjen Wecker ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
11:15 Qeyûm bi pereyê xelkê Mêrdînê rêyên Kirklareliyê çêkiriye
10:41 Doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin
10:40 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûm, MARSU xistiye nav çirava deynan!
10:14 Rojnameger Ulug: Li Rojhilata Navîn kurd hêzeke sereke ne
09:52 Berteka li dijî zextên li ser rojnamevanan: Bêdengî erêkirin e
09:03 Nîzamettîn Kabaîş: Bila rapora otopsiyê ya Rojînê bê eşkerekirin
09:02 Ên govend gerandin jî û yên negerandin jî 'sûcdar' in
09:00 Bi 12 kesan hat parastin, bi hezaran kesan hat rizgarkirin
09:00 ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN
08:55 Ciwanan li Cizîrê qeyûm protesto kirin
08:53 Ji bo gelek bajarên Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
11/11/2024
16:49 Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hate dayin
16:01 Li Amedê loqenteyeke din a gel hate vekirin
15:58 Li Amedê bi tevlibûna gel civîna meclisa şaredariyê hat kirin
15:47 Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in
15:41 Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da
14:56 Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê
14:50 Silava Abdullah Ocalan gihand berxwedêran
13:41 Nobeta li Xelfetiyê di roja 8’an de ye: Ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang kirin
13:34 Ozturk: Ji bo aştiyeke birûmet em di 17’ê mijdarê de li qadê bin
Uçar: Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in
13:31 Temellî: Qeyûm, derbeyeke li dijî demokrasî û aştiyê ye
13:12 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
12:36 Ahmet Turk ji Erdogan re got: Kesên kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin
12:30 Li Esenyurtê qeyûm hat protestokirin: Wekîlên CHP’ê ketin hundir
12:01 Deklarasyona ‘Demokrasî û Azadiyê’: Muxatab Ocalan e
11:31 Ji bo îşkencekirina dayika 64 salî biryara neşopandinê hate dayin
10:30 Hevjîna dozgerê Ozer girtî tayînî SPK’ê hate kirin
10:21 Li dijî zextên PDK’ê yên li ser HDP’iyan daxuyaniya hevpar
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Li ber xwe bidin’ derket
09:55 Ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê hate kirin
09:03 Di serdema Trump de têkiliyên DYA-Tirkiyeyê û krîz
09:03 Îzmîriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan: Em ê qebûl nekin û wan bişînin
09:02 Endama MYK’a SODAP’ê Înce: Divê gel li dijî qeyûm bikeve nava tevgerê
09:02 Banga ji bo mitînga Kolnê: Em bibiryar in ku tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2024'AN
10/11/2024
17:12 Li Êlihê TOMA li berxwedanê qelibî!
15:40 Li Agiriyê starta 25’ê Mijdarê bi meşê hate dayin
15:06 Polîsan hewl dan ciwanên şel û şepik li xwe kirin binçav bikin
14:29 Berxwedan li Xelfetiyê didome: Li dijî polîsan berteka ‘îşkenceyê’
13:59 Li Êlihê meş hat lidarxistin: Werin em bi paradîgmaya Ocalan aştiyeke rast pêk bînin
13:52 Dorpêça leşkeran hate rakirin: Şande ber bi Êlihê ve bi rê ket
13:45 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû
12:57 Danişîna ewil a Şerîfe Muhammedî di 14’ê mijdarê de ye
12:56 Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin di meha 109’emîn de hatin bibîranîn
11:41 Qeyûmê Esenyurtê hate protestokirin: Tu bi kîjan rûyî têy vê derê
11:40 Meclisa Jinên Ereb piştgirî dan kampanyaya TAJÊ’yê
11:31 Yagiz: PDK, bi hiqûqa dijminatiya nêzî me dibe
10:54 Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe
10:08 Çapraz: Em ji rewabûna ATK'ê bi guman in
09:45 Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê derket
09:36 Ciwanên Cizîrî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
09:31 ‘Xelfetî modela Komara Demokratîk e'
09:30 Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin
09:27 Xwişkên ku li dijî xespkirina vînê di çalakiya nobetê de ne: Em ê li ber xwe bidin