NAVENDA NÛÇEYAN- Raportorê Meclisa Parlamanteran a Konseya Ewropayê yê Tirkiyeyê Stefan Schennach diyar kir ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin dê serlêdanê bikin.
Raportorê Tirkiyeyê yê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Stefan Schennach di navbera 11-14'ê Hezîranê de girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret kir. Schennach di rapora ku der barê ziyareta xwe de amade kir de diyar kir ku li girtîgehan gelek binpêkirin hene. Di raporê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin jî cih girt.
Schennach têkildarî raporê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Schennach diyar kir ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Ocalan re hevdîtinê pêk bînin ew ê serlêdanê bikin. Schennach bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda li girtîgehê li dijî mafên mirovan e û di asta îşkenceyê de ye. Ji bo hevdîtina bi Ocalan re ez ê jî serlêdanê bikim."
Schennach da zanîn ku ew ê di meha Çile de careke din serdana girtîgehên li Tirkiyeyê bikin û di vî warî de xebatên xwe yên raportoriyê bidomînin.
Schennach, bibîr xist ku binpêkirinên li ser kurdan berdewam dikin û îşaret bi qeyûmên tayînî şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de ne kir. Schennach diyar kir ku qeyûm nayên qebûlkirin, hewldana desteserkirina îradeya li Wanê bi bîr xist û got: "Min wê demê li dijî qeyûman daxuyanî da, niha jî heman tiştî dibêjim. Şaredarên ku tên hilbijartin, şaredar in. Hikûmet nikare îradeya gel bide ber şenseê, mecbûr re demokrasiyê qebûl bike."
Schennach diyar kir ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nayîne û destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo pêkanîna biryaran bidomînin. Schennach got: “Di hemû hevdîtinên xwe yên bi hikûmet û partiyan re, min di pêkanîna biryara DMME’yê de israr kiriye û ez ê vê yekê bidomînim. Lijneya wezîran jî di cîbicîkirina biryaran de israr dike."
MA / Berîvan Kûtlû