Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e

  • rojane
  • 15:03 16 Cotmeh 2024
  • |
AMED - Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş bi lêv kir ku dîtina cenazeyê keça wî ya çend kîlometreyan ji cihê lê windabûyî dûr, nîşan dide ku bûyer ne întîhar cînayet e û xwest faîl bên dîtin. 
 
Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku di 27’ê îlonê de li Wanê winda bû, piştî 18 rojan li perava Gola Wanê ya li gundê Mela Kasim hate dîtin. Kabaîş a pêşotopsiya cenazeyê wê hate temamkirin, li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate veşartin. Malbatê li mala şînê ya Kuliyeya Abdûrrahman Enç şîn danî. Bav Nîzamettîn Kabaîş ê daxwazên sersaxiyê qebûl dike gumanên têkildarî mirina keça xwe ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re parve kirin. 
 
BERPIRSYARA EWIL WARGEH E
 
Bav Kabaîş, anî ziman ku sûcdara herî mezin Saziya Wargehên Krediyan (KYK) a keça wê lê dima ye û bi lêv kir ku keça xwe radestî wan kir lê wan peywîra xwe bi cih neanî. Kabaîş, diyar kir ku tevî keça wî neçûye wargehê jî nehatin agahdarkirin û wiha got: “Rayedarên wargehê roja din li me geriyan û gotin ‘keça we nehatiye wargehê’. Heke wargehê zû agahî dabûya dibe ku keça me zûtir hatibûya dîtin û sax bûya.”
 
‘DIBE KU TELEFON HIN KESÊN DIN DANÎBE WIR’ 
 
Bav, Kabaîş, diyar kir ku keça wî ji hevalên xwe re gotiye ku ji bo keviran kom bike dê biçe ber perava golê û got ku cihê keça wî çûye cihekî ku nayê zanîn e û li vir jî îhmala wargehê heye. Kabaîş, diyar kir ku di her 4 kamerayan de rastî şopekê nehatine û ev tişt gotin: “Dema min li kamerayan nêrî li aliyê têlê jî li qada ku zinar lê ne jî kamera tune bûn. Dibe ku telefon û tiştên keça min hin kesên din danîne wir. Dibe ku hin kesan zirar dabe keça min.”
 
CENAZE 24 KÎLOMETREYAN DÛRÎ WARGEHÊ HATE DÎTIN
 
Kabaîş, diyar kir ku lêgerîna binê avê ya li dora gundê Bardakçi baş hatin kirin û ji walî û midûriyeta polîsan xwestiye ku li gundan jî lêgerînan bikin û wiha domand: “Ji min re gotin ‘em ê lêbigerin lêbigerin’ lê cenazeyê keça min piştî 18 rojan, 24 kîlometreyan dûrî cihê lê windabûbû hate dîtin.”
 
Kabaîş, da zanîn ku di dema odeyekê de bi rayedarên walîtî û midûriyeta polîsan re rûbirû hevdîtin kirin, rayedaran jê re gotiye “întîhar e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min ji wan re got heke întîhar be, ev cenaze dê çawa evqas biçe. Ji min re gotin ‘cenaze di biniya avê de diçe’. Min jî got ez vê qet qebûl nakim. Keçik bi lingan jî nikare ewqas dûr biçe. Ev keçik rêya 24 kîlometreyan a heta Mela Kasim firiya û çû?
 
GOTINA ÎNTÎHARÊ YA RAYEDARAN
 
Kabaîş, bi lêv kir ku rayedaran bi gotina “întîharê” xwestine serê bûyerê bigirin û ev tişt got: “Dixwazin ku navê zanîngehê qirêj nebe, dernekeve. Heke canek çûyî be rastiye vê çi be divê bê derxistin. Kê kiribe bila cezayê xwe bikişîne.”
 
Kabaîş, diyar kir ku dema teşhîsê de keça xwe dîtî ye rastî şopên lêdanê û yên weke wan nehatiye û da zanîn ku zêdetirî 100’an nimûne hatin wergirtin û şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Kabaîş axaftina xwe wiha domand: “Li gorî îşaretên derketine holê tu mîkrofonê dirêjî kê bikî ji cenazeyê 18 kîlometre dûrî cihê lê winda bûbû hatiye dîtin nabêjin întîhar.”
 
Kabaîş, anî ziman ku weke malbatê yekane daxwaza wan ew e ku kesên ev hovîtî ye kirine bên aşkerekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev bêwijdan kî bin bila bên aşkerekirin. Bila cezayên giran bidinê. Bila careke din destan dirêjî jinan neyê kirin.”
 
MA / Mujdat Can - Heval Onkol

Sernavên din

16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezozok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
15:19 Li gorî par bûdçeyê îsal ji sedî 110 zêdetir li kêmiyê da
15:13 Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn
14:31 Li Silopiyayê çalakiya ‘Ji şer re na, a niha aştî’
14:25 Di doza 5 leşkeran de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
14:23 Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike
13:11 Doza rojnamevanan: Şertê kontrola edlî hat rakirin, lêpirsînek nû hat destpêkirin
13:09 Dadgehê derbarê kesên Nisêbîn şêlandibûn de biryara beraetê da
12:44 Bakirhan ji Bahçelî re got: Deriyê Îmraliyê vekin, em li Ocalan guhdar bikin
12:38 Li cihê rojnameger lê hatine qetilkirin lêkolîn nehatiye kirin
11:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye
11:12 Hevserokê MED-DER’ê: Gotin û kirinên Erdogan ên têkildarî ziman hev nagirin
10:55 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
10:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:29 Di doza cînayetên kiryarên nediyar de biryarên beraetê hatin pejirandin
10:07 Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin
09:15 Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
09:14 HDK 13 salî ye: Pêdivî bi peymaneke nû heye
09:12 Li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
09:02 'Divê fikrên Ocalan bên parvekirin û pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike’
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
08:40 Ji bo Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
14/10/2024
22:11 Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir jiyana xwe ji dest da
16:47 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Aştî, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
16:30 KESK’ê li Wanê dest bi xebatên mitînga xwe kir
16:21 Daxuyaniya têkildarî mîtînga 'Azadiyê': Muxatab birêz Ocalan e
15:57 Ji bo bîrên petrolê yên li Hezroyê biryara ‘îstîmlaqkirinê’ hate dayin
15:36 Zarokek 8 salî hate tacîzkirin: Gumanbar hate berdan
15:17 Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan
15:05 Cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
14:54 Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Dewlet dizane faîl kî ne
14:52 Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir