STENBOL - Hunermend Engîn Cengîz ê ji ber strana xwe ya Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê ku 37 kes bi îşkenceyên giran lê hatin qetilkirin vedibêje hate binçavkirin wiha got: “Ji Pablo Picasso pirsa Guernica berhema we ye tê pirsîn. Ew jî ji rêveberiya faşîst a wê demê re dibêje ‘Na we çêkir’. Ya rastî ev bi rewşa min re heman tişt e.”
Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz ku ji ber hevpeyvînên dayî û stranên gotine derbarê wî de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hate destpêkirin, di 10’ê cotmehê de hatibû binçavkirin. Pirsên ku ji Cengîz hatine pirsîn derketin holê. Di îfadeya dozgeriyê ya Cengîz ê di 11’ê cotmehê de bi şertê kontrola edlî hate berdan de strana “Zindana Amedê” ku di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmara 5’an a Amedê de 37 kes bi îşkenceyên giran hatin qetilkirin vedibêje, banga tevlibûna Newrozê û hevpeyvîna wî ya têkildarî NÇM ya ku konserên wê hatin qedexekirin hatine pirsîn.
Cengîz di îfadeyê de diyar kiriye ku strana berxwedana 14’ê Tîrmehê vedibêje wî bi xwe nivîsandiye û wiha got: “Belê rast e min têkildarî 14’ê Tîrmehê stranek çêkiriye. Ev straneke ku têkildarî bûyerên li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê qewimîne min nivîsandiye. Min ev stran ji bo berxwedana kesên ku navên wan di stranê de derbas dibe û li dijî pergalê derketine çêkir. Min ev stran ji ber ku ev kes li dijî pergalê, îşkenceyê û mûameleya nebaş derketibûn di sala 2024’an de nivîsandibû.”
‘ZEXTEKE RAST E RAST LI DIJÎ ÇANDÊ YE’
Cengîz ê binçavkirina xwe û pirsên li dozgeriyê têkildarî huner û hevpeyvîna wî jê hatine pirsîn weke polîtîkaya “zext û çavtirsandinê” nirxand, ev tişt gotin: “Binçavkirina kesên ku ji aliyê civakê ve tên nasîn an ku hunermendan hem ji bo civakê tirsnaktir e hem jî rast e rast zexteke li dijî çandê ye.”
‘STRANA ZINDANA AMEDÊ KÊ ÇÊKIR?’
Cengîz, da zanîn ku li dozgeriyê strana bi navê “Zindana Amedê” jê hatiye pirsîn û wiha domand: “Ji Pablo Picasso pirsa Guernica berhema we ye tê pirsîn. Ew jî ji rêveberiya faşîst a wê demê re dibêje ‘Na we çêkir’. Esas bi rewşa min re heman tişt e. Min jî bi strana xwe mirovên di Zindana Hejmara 5’an a Amedê de li ber xwe didan vegotiye. Ji xwe berxwedana li dijî zilmê maf e. Li wir nivîsa ‘Tirkî biaxive, gelek biaxive’ hatibû daliqandin, cihekî ku gelek îşkence lê hatine kirine. Her wiha dewlet bi xwe jî hewl dide wê derê bike muze. Wisa dizanim. Heta di çapemeniya alîgir de jî ev mijar gelek cih girtî ye. Lê dema kurdek vê tîne ziman, an jî weke berxwedanek û heqîqetekê derdikeve holê ev weke ‘sûc’ tê penasekirin. Lê min berhema ku çêkiriye parast. Ez ê ji niha şunde jî parastina berhemên xwe û hunera xwe bidomînim.”
‘DIVÊ AŞTIYA CIVAKÎ WERE PÊKANÎN’
Cengîz, destnîşan kir ku ji bo herkes jiyaneke baş bijî divê aştiyeke civakî were pêkanîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vê cîhanê di warê çandinî de hemû civak xwediyê tiştên baş in ku ji hemû civakan tiştên xweş bigirin. Divê mirov van cihekariyan, cureyan bibîne û wiha bijî. Heke hûn çanda civakekê jê bistînin ew civak ji holê radibe. Ev ji aliyê olî, exlaqî û hiqûqî jî ne rast e. Kurd dê parastina nirxên xwe bidomînin. Heke herkes herkesê bi cihekariyên wan qebûl bike ez bawer dikim ku dê her tişt baştir be.”
MA / Omer Îbrahîmoglû