AMED - Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Amedê Ahmet Baran, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên tenduristiyê û jiyanê zêde dibin û got: "Girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê werbigirin."
Binpêkirina mafan li girtîgehan roj bi roj girantir dibe. Li gorî agahiyan, pirsgirêka sereke ya girtiyên ku rastî îşkence û muameleya xerab tên, negihaştina mafê tenduristiyê ye. Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Amedê Ahmet Baran, diyar kir ku binpêkirinên mafên tenduristiyê û jiyanê yên li girtîgehan zêde bûne û got ku nêzîkatiyên cihêkariyê rê li ber gihandina tenduristiyê digire.
POLÎTÎKAYÊN TENDURISTIYÊ
Baran bal kişand ku li girtîgehan gelek caran mafê tenduristiyê û jiyanê tê binpêkirin û got ku li girtîgehan hem xwekuştin hem jî mirin zêde bûne. Baran da zanîn ku ji ber nêzîkatiyên biçûkxistinê yên ku rûmeta mirovan binpê dikin, bi taybetî muayeneyên bikelepçe û lêgerîna li hundirê dev xwe nîşan didin xwegihandina mafê tenduristiyê zehmet bûye û got ku bertekên polîtîkayên tenduristiyê yên li welat li girtîgehan gelek zêde bûne. Baran anî ziman ku nexweşên ku pêwîstiya wan bi kontrolên rûtîn heye, bi taybetî nexweşên kronîk û penceşêrê piştî demeke dirêj dikarin xwe bigihînin nexweşxaneyê û ev rewş dibe sedem ku nexweşî pêş bikeve. Baran anî ziman ku girtiyên ku dikarin muayeneyê bibin jî yekser nikarin bên dermnakirin û wiha got: “Wezareta Dadê ne xwedî pergaleke tenduristiyê ye ku bi temamî bi Wezareta Tenduristiyê ve girêdayî ye nîne. Ev rewş niha di warê gihanştina tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dide der."
Baran bilêv kir ku li hin girtîgehan nêzîkatiya "cihêkar" ya karmend û rêveberan rê li ber xwe gihandina tenduristiyê digire.
ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ
Baran îşaret bi wê yekê kir ku rewşa fizîkî ya girtîgehan bûye pirsgirêkeke tenduristiyê û got: “Girtîgeh hene ku bi taybetî zivistanê nayên germkirin, havînan jî zêde germ dibin. Ev bi xwe re hin pirsgirêkên tenduristiyê tîne. Şert û mercên fizîkî hene ku li gorî demsalan ji ber serma û germa zêde diguhere, lê di tevahiya salê de dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Dîsa ji ber pandemiyê rewşek heye ku çalakiyên civakî û civînên hevpar hatine sînordar kirin û jiyana civakî daketiya asta herî kêm. Ev bi rastî îzolasyon û faktorên xetereya psîko-sosyal û her weha pirsgirêkên tenduristiyê çêdike. Ev rewşa îzolasyonê hem rewşa rihetiya civakî ji holê radike û hem jî dibe sedem ku ferd ji aliyê ruhî ve bi xwe re bi tenê bimîne û pirsgirêkên psîkolojîk ên cuda rû bidin. Dema ku em van hemûyan bînin ser hev, em dibînin ku rewşa tenduristî û başbûnê ji holê radibe. Li aliyê din hucreyên yekkesî rêjeya xwekuştinê zêde dike û dibe sedema nexweşiyên wekî şîzofreniyê. Dema ku tedawiya xirapkar li vê were zêdekirin, dibe ku bertekên neçarî hebin. Di heman demê de, rewşên wekî nebûna tavê û nekaribûna pêşdebirina ragihandina civakî bi refleksên cuda pirsgirêkên tenduristiyê çêdike."
Baran anî ziman ku pêkanînên cihêkariyê yên li hemberî girtiyên siyasî bi awayekî "dijminatî" û "tolhildanê" tê kirin. Baran destnîşan kir ku divê ev nêzîkatî ji holê bê rakirin û mafê girtiyan ê xwegihandina tenduristiyê bê girtin. Baran got: “Divê est ji îsrara ku girtiyên nexweş heya mirinê bên girtin bê berdan. Dîsa nêzîkatiyeke ku qada civakî ya li girtîgehan berfireh bike û xwe ji tecrîd û polîtîkayên tecrîdê dûr bixe pêwîst e. Kî dibe bila bibe, divê mafê tenduristiyê dîl neyê girtin. Di vî warî de em ê rewşa girtiyan bînin rojevê."
Baran anî ziman ku wan carinan xwestiye der barê xizmetên tenduristiyê yên li girtîgehan de pêşniyaz bikin û di vê mijarê de înisiyatîf girtine û got ku gelek caran ev înisiyatîf bêbersiv mane. Baran bal kişand ser wê yekê ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin da ku ji bo xizmeta tenduristiyê ya li girtîgehan tevkariyê bikin û got: "Pêwîst e ku her kes bigihîje mafê jiyanê û tenduristiyê. Nêzîkatî û têkoşîna me ya di vî warî de wê bidome."