NAVENDA NÛÇEYAN - Salvegera qetilkirina Jîna Emînî û berxwedana piştî wê dest pê kir nêzîk dibe. Şîlan Haşimî ya ku di berxwedana “Jin jiyan azadî” de çavek wê kor bû got: “Çavê min î din jî kor bibe, ez ê di 16’ê Îlonê de li kolanan bim.”
Ev du du sal in bi hatina meha îlonê re li rojhilatê Kurdistanê û Îranê di war û eniya jinan de liv û tevgerek xwe li dar dixe. Jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe ji bo xwepêşandanên 16’ê Îlonê roja qetilkirina Jîna Emînî amade dikin. Hêzên rejîma Îranê di 16’ê Îlona 2022’yan de êrişî Jîna Emînî kirin û ew qetil kirin. Piştî qetilkirina Emînî bi pêşengiya jinan serhildan û berxwedanek dîrokî li rojhilatê Kurdistanê û Îranî nîşanî cîhanê hat dayîn. Muxalefeta li dijî rejîma Îranê gelek dîrokekî kevn e. Lewma e jin an li dijî çarşefê yan jî ji bo mafê bijartin û hilbijartinê çalakî û xwepêşandanan li dar dixin.
Şoreşa Îslamî ya 1979’an li Îranê di warê jiyana jinan de rê li ber guhertinan vekir. Biryarên nû yên wekî jin wê çawa li xwe bikin, wê çawa xwe bigirin girtin. Dema ku Şahê berê di salên 1930’î de xêliya reş qedexe kir, ferman da polîsan ku bi darê zorê serê jinan vekin. Di sala 1979’an de demeke kin piştî ku rêberê nû yê Îranê Ayetullah Ruhullah Xumeynî hat ser desthilatdariyê, wî biryar da ku hemû jin, bêyî ferq û meyê bixin navbera ol û neteweyên din divê çarşefê li xwe bikin.
Di 8’ê Adara 1979’an de zêdetirî sed hezar jinên Îranî li Tehranê daketin qadan û li dijî “qanûna şalpeyê” ango sergirtinê ya ku ji aliyê Xumeynî ve hatibû destpêkirin protesto kirin. Xwepêşandan bi rojan berdewam kir. Di çalakiyên ku di meha adarê de dest pê kirin de êdî jin rojên xwe yên dawî yên bêçarşef li kolanan derbas dikirin. Lê karakterê van çalakiyan di dîroka Îranê de jinan ronî dike. Ji wan rojan ve, jinên Îranê ji bo mafên xwe yên mirovî û jinbûnê, li dijî desthilatdariya îslamî ya ku weke “rejîma mele” pênase dikin, li ber xwe didin. Rejîmê bi tundî bersiva vê berxwedanê da û bû sedema gelek binpêkirinên mafên mirovan.
Raperîn ango serhildana dawî ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir. Ev serhildan mizgîniya guhertinên mayînde bû. Li Îranê peyama, “Êdî wê tu tiştek ne mîna berê be” dihat dayîn.
JÎNA QETIL KIRIN
Jîna Emînî ku ji bo serdana xizmên xwe ji Seqizê hatibû Tehranê, di 13’ê îlona 2022’yan de ji hêla “Gaşt e Îrşad” ku weke “polîsên exlaqê” tên nasîn ve bi hinceta “şalpeya xwe li gorî pîvanan girê nedaye” hat binçavkirin. Emînî sê roj piştre di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Qereqola di daxuyaniya xwe de got ku jina ciwan di 14’ê îlonê de ji nişkan ve ketiye erdê, 2 rojan di komayê de maye û piştre ji ber “xwîn çû ser mejiyê wê” jiyana xwe ji dest daye. Lê malbata Emînî li ser agahîbidestxistina ku keça wan di komayê de çû nexweşxaneyê. Bi vî awayî tiştên ku hatibûn serê Emînî ji aliyê rojnamevanan ve jî hat bihîstin.
Rojnameger Nîloofar Hamedî piştî ku bihîstî Emînî piştî binçavkirinê rakirine nexweşxaneyê, bi awayekî veşartî çû nexweşxaneyê, wêneyê Emînî yê îşkence lê hatiye kirin kişand. Dema Hamedî nûçe weşandî, Emînî hêj di beşa venihêrîna awarte de bû. Rojek piştî weşandina nûçeyê jî Emînî jiyana xwe ji dest da. Bi vê nûçeyê re derewa rejîmê ku digot “ji ber ku xwîn çûye ser mejiyê lewma jiyana xwe ji dest daye” vala derxist. Rojnameger Elahe Mohammadî jî merasîma definkirina cenazeyê Emînî ya di 17’ê îlonê de kişand ku hêrseke gelek mezin hebû. Cara ewil hêrs û xwedîderketina gel bi hemû cîhanê re parve kir.
‘JIN JIYAN AZADÎ’ BÛ ÇIRÛSKA DESTPÊKIRINA ÇALAKIYAN
Piştî definkirina Emînî, bi hezaran kesan li Seqizê dest bi meşê kirin. Bi vê yekê re çirûska çalakiyan hate vêxistin. Xwepêşandan di nava 2 rojan de li 31 eyalet û zêdetirî 100 bajaran belav bûn. Di serî de li Rojhilat, li Sistan û Belucistan, Kirman, Gîlan û Tehranê jî bi hezaran kes bi awayeke hemwext û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” daketin qadan û xwestin rejîm were guherandin. Xwepêşandanên di saetên serê sibehê de dest pê dikirin heta nîva şevê berdewam dikirin. Dîmenên jinên ku pêşengtiya çalakiyan dikirin û şalpeyên xwe dişewitandin û li dijî polîsan têdikoşiyan di demekî kin de li ser platformên medyaya dijîtal belav bûn.
RAGIHANDINA PLATFORMÊN DÎJÎTAL HAT ASTENGKIRIN
Berxwedan di demekî kin de hema hema li tevahiya welêt belav bû. Rejîma ku fêm kir nikare bi tundiyê bitepisîne, li welêt Whatsapp û Telegram bisînor kir. Rejîma ku piştî bisînorkirina peyam û agahîgirtinê nekarî rê li ber çalakiyan bigire, îcar Instagram, Facebook û Twîtter û hwd. asteng kir. Çalakî li Kurdistan û Sistan û Belucistanê zêde bûbûn û rejîmê li van deveran înternet bi temamî birî. Welatiyan jî li dijî vê hewldana rejîmê bi sepana VPN’ê bersiv dan.
DI 6 ROJAN DE 10 KES HATIN QETILKIRIN
Tevî hemû zextên rejîmê jî bi sedhezaran kesan xwe ji qadan venekişandin. Hêzên rejîmê bi çekên giran êrişî welatiyan kirin û di nava 6 rojan de herî kêm 10 çalakvan hatin qetilkirin. Welatiyan, merasîma cenazeyê her çalakvanê hatiye qetilkirin veguherand qada çalakiyê. Li ser her gorê dirûşmên “Jin jiyan azadî” olan da.
BI BERXWEDANÊ BERSIV DAN CEZAYÊN GIRAN
Serokê Dadgeha Bilind a Îranê Gulam Huseyîn Muhsînî Ejeî di axaftina xwe ya heftane ya li Lijneya Bilind a Darazê ya di 14’ê cotmehê de bang li dozgerên li dozên çalakvanan dinihêrin kir û got ku divê “cezayên biçûk” nedin çalakvanên hatine binçavkirin. Ajeî, wiha got: “Biryarên bi sempatiyeke kêrnehatî û qels, hêmayên sereke yên zilma li gel û pêşerojê ye.” Bi vê gotinê xwest cezayên giran li çalakvanan bên birîn. Gel jî bi berxwedanê bersiv da axaftina Ejeî.
LINGÊ BERXWEDANÊ YÊ GIRTÎGEHÊ: QAWÎŞ HATIN ŞEWITANDIN
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê dihatin ragirtin di roja 29’emîn a çalakiyan de ji bo piştgiriya bi berxwedanê re qawîş şewitandin. Di berxwedana li girtîgehê de 4 girtî şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Rojek piştre jî girtîgehên Sine û Tebrîzê tev li berxwedanê bûn. Di rojên piştre de li dehan girtîgehên li seranserî welêt bi hezaran girtiyên siyasî dest bi serhildanê kirin. Girtiyên li Girtîgeha Evînê li hewşa girtîgehê dirûşma “Ji Hamaney re mirin” berz kirin. Gel jî xwest piştgiriyê bide pevçûnên dijwar ên li girtîgehan. Di vê çarçoveyê de xwest pêşî li ber sewqiyata leşkerî ya ber bi girtîgehan ve bigire û rêyên ber bi girtîgehan ve girtin. Rejîma ku bi berxwedanê nekarî, hewl da girtiyên siyasî bişîne girtîgehên cuda lê her girtiyê dihat sirgûnkirin dest bi greva birçîbûnê kir.
Di 16’ê cotmehê de çalakiyan êdî mehek li pey xwe hiştibû. Di serî de Jîna Emînî, bi hezaran kes li ser gorên kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dayîn kom bûn. Komên bi hezaran kesan pêk dihatin çûn serdanên goran û çalakiyên xwe domandin.
SPORVAN BÊŞALPE KETIN PÊŞBIRKÊ
Sporvan jî tev li şoreşa ku hemû beşên civakê tev li dibûn. Li gorî qanûnên rejîma Îranê jinên sporvan ên îranî li ku dibe bila bibe mecbûr in bi dersokê tev li pêşbirkan bibin. Lê sporvanên jin ji bo piştgiriya bi berxwedanê re şalpeyên xwe derxistin. Çalakiya ewil di 17’ê cotmehê de ji hêla Elnaz Rekabî ve hate kirin. Di Şampiyonaya Hilperiştinê ya Asyayê ku li paytexta Koreya Başûr Seul’ê hate lidarxistin de Rekabî ku di beşa fînalê de Îran temsîl dikir dersoka xwe derxist. Piştî Rekabî jî endama tîma patentê Nilûfer Merdanî di maratona li Stenbolê dersoka xwe derxist. Piştre jî di turnuvaya kişikê ya li Stenbolê de Sara Khadim al-Sharia dersoka xwe derxist. Di tevahiya salê de gelek sporvanên jin bêdersok tev li pêşbirkan bûn. Rekabî di 19’ê cotmehê de vegeriya Îranê. Rekabî li Tehranê ji hêla bi hezaran kesan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN
Hêrsa di çalakiyan de her ku diçe mezintir dibû. Rojnamegera îranî Nazila Maroofîan ku bi bavê Emînî re hevpeyvîn kiribû, di 30’ê cotmeha 2022’yan de li ser fermana Dozgeriya Emniyetê ya li Girtîgeha Evînê hate girtin. Di lêpirsîna li navenda binçavkirinê de zext û gef lê hatin kirin ku li xwe mikûr were. Maroofian, di 9’ê çileya 2023’yan de bi kefaleta pereyan a 600 milyon tumenan (14 hezar dolar) hate berdan. Maroofîan, li 26’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi îdiayên “propagandaya li dijî rejîmê” û “ji bo sorkirina raya giştî nûçeyên derew belav kiriye” hate darizandin. 2 sal cezayê hefsê li Maroofian hate birîn û ji bo 15 salan biryara qedexeya derketina derveyî welat hate dayîn. Ji Maroofîan hat xwestin ku biçe Dozgeriya Evînê û di 9’ê tîrmeha 2023’yan de cara duyemîn hate girtin. Maroofîan mehek piştre di 13’ê tebaxê de bi kefaleta 300 milyon riyalên Îranê hate berdan. Maroofîan, di 14’ê tebaxê de cara sêyemîn hate girtin û di 16’ê tebaxê de hate berdan. Di 30’ê tebaxê de jî bêyî ku hincetek were nîşandan, rojnameger Maroofîan hate girtin. Rojnameger Maroofîan herî dawî di 9’ê îlonê de hate girtin û berdan.
MALA HUMEYNÎ LÊ JI DAYIK BÛBÛ HATE ŞEWITANDIN
Çalakî bênavber berdewam dikirin û tevlibûn roj bi roj zêdetir dibûn. Çalakvanan di 18’ê mijdarê de mala damezirînerê Komara Îslamî Ayetûllah Rûhûllah Humeynî lê ji dayik bûbû şewitandin. Di wêne û vîdeoyên li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin de hat dîtin ku beşekê mala Humeynî lê ji dayik bûbû şewitî ye.
ZAROK JEHRÎ KIRIN
Zarok û jinên di eniyên pêş ên çalakiyan de cih digirtin, careke din bûn hedefa rejîmê. Xwendekarên keç ên dibistanên amadehî û navîn jî tev li çalakiyan bûn. Piştî vê tevlibûnê, ji 30’ê mijdarê ve êrişên li dijî dibistanan dest pê kirin. Li dijî dibistana xwendekarên keç a li bajarê Kumê bi madeyên kîmyewî êriş hate kirin. Êrişa li Kumê dest pê kirî li bajarên Tehran, Erdebîl, Borujerd, Vardanjan Chaharmahal û Bakhtiari, Sari, Qochan, Torbat Jam û Kazvin û hwd. belav bûn. Di êrişên madeyên kîmyewî de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
5 zarokên keç ên di 18’ê Adarê de li Tehranê direqisiyan hatin binçavkirin. Zarok bi darê zorê derxistin pêşberî kamerayan û li ser televîzyonên dewletê bi darê zorê lêborîn pê dan xwestin. Li ser vê yekê bi hezaran jinên li welêt bi awayekî bêdersok daketin kolanan û reqisiyan.
AGIRÊ SERHILDANÊ VEGUHESTIN NEWROZÊ
Berxwedana di 17’ê îlonê de li goristana Seqizê dest pê kirî, di 21’ê Adarê de bi Newrozê re bû yek. Li gelek bajarên Rojhilat gelê kurd Newroza xwe pîroz kir û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Gelê Rojhilat ê Newroz pîroz kirî çûn serdana gorên Jîna Emînî û çalakvanên din.
BINPÊKIRINÊN MAFAN Û MIRINÊN KU QEWIMÎN
Rejîma ku dixwest berxwedana bi pêşengiya jinan dest pê kir bitepisîne, bi gelek rêbazan hewl da pêşî li têkoşînê bigire. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) yên meha îlon û mijdara 2022’an; di 21’ê îlonê de 63, 22’ê îlonê 20, 30’yê îlonê 104, di 16’ê mijdarê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora IHRNGO di 15’ê îlona 2023’yan de; di çalakiyan de 68 jê zarok 49 jin 551 xwepêşander hatin qetilkirin. Her wiha herî kêm 22 xwepêşanderên ku 4 jê zarok 8 jê jin bi gumana întîharê jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 110 kes hatin bidarvekirin û herî kêm 60 hezar kes hatin girtin.
Gelek kesên ku tev li çalakiyan bûne jî darizandina wan didome. Herî dawî Reza Resaî ku bi hinceta tev li çalakiyan bûye û girtî bû, di 6’ê tebaxa 2024’an de hat bidarvekirin.
DI BERXWEDANÊ DE ÇAVÊ HAT PÛÇKIRIN
Şîlan Haşimî yek ji wan jinên ku di serhildana “Jin jiyan azadî” de cih girtî ye. Şîlan Hakemî dibêje ji ber ku wê di berxwedana azadiyê de cih girtiye çavê wê bûye hedef û êriş li çavê wê hatiye kirin. Haşimî diyar kir ku çavekî wê kor bûye û got: “Çavê min î din jî kor bibe ez ê di 16’ê Îlonê de li kolanan bim.”
Haşimî anî ziman ku ji ber tev li berxwedana jinan a ku mohra xwe li sedsala 21’an daye xwe bi rûmet dîbîne û wiha got: “Bi salane her cure zext li ser me hene û bûyera Jîna Emînî xeleka dawî bû. Min bihîst ku wê Jîna li Segizê were veşartin, min biryar da ku biçim ser goristanê. Dema ez çûm merasîma cenaze min dît ku bi deh hezaran kes li wir bû. Ez gelek şaş û metel mam. Her tişt bi yek carekî dest pê kir. Piştî veşartina cenaze jin bi hêrs bûn bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Li navenda bajêr hêzên rejîmê bi guleyên plastîk û gazê êrişî me kirin. Girseyê bi keviran bersiv da êrişan. Paşê çalakî belavî bajarên din bûn û belavî eyaletên din jî bûn.”
KET PÊY DIRÛŞMA KU CARA EWIL BIHÎSTIBÛ
Haşimî da zanîn ku wê cara ewil wê rojê dirûşma “Jin jiyan azadî” bihîst û wiha domand: “Ez ketim pey vê dirûşmê. Min nû bihîstibû û min ferq kir ku xîtabî me dike. Tişta ku me dixwest jî ev bû. Jiyanek azad bû. Çalakiyan dewam kir û min pêşiya xwe nedît ku lêkolîn bikim û hîn bibim. Dirûşmê hestên min rakir. Min hîs kir û wate da dirûşmê. Dirûşm ji bo azadiya jinan bû lewma bandorê li ser min kir.”
'HER MAL WEKÎ MALA ME BÛ’
Haşimî bi bîr xist ku rejîmê bi tundî dest bi êrişkirina xwepêşanderan kir û wiha got: "Ev 2 rojên ewil rejîmê nizanîbû çi bike. Pêşbînî nedikir ku serhildan ewqasî belav bibe û beşdarbûn zêde be. Piştî ku xwepêşandan zêde bûn, gelek jin û zarok hatin birîndarkirin û mirov dihatin kuştin. Dema ku em birîndar dibûn, her mal wek mala me bû û malbatan birîndaran dibir hundir û tedawî dikirin. Di roja duyemîn çalakiyan de dema ez ji ber polîsan direviyan ketim erdê û birîndar bûm, jinek extiyar min bir mala xwe. Min wê qet nas nedikir. Lê min tedawî kir.”
Haşimî qala roja birîndarkirina çavê xwe kir û wiha pêde çû: “Şeva 10’emîn a çalakiyan bû. Em jin li hev kom bûbûn û rojên dijwar ên berxwedanê bûn. Me dirûşm berz dikirin û ji pişt me ve grûbên tevlihev dihatin. Em bi berzkirina dirûşmeyan dimeşiyan, hêzên rejîma Îarnê gule berdan me û gaz avêtin. Bi zanebûn gule direşandin ser girseyên jinan. Gule li ser çavên min ketin. Gelek jin birîndar bûn. Min ewil fam nekir ku çavê min birîndar ango kor bûye. Berxwedêrên din min birin diktorê çavan. Diktor ji min re got çavê te parçe bûye û tu yê êdî nebînî.”
'EZ JI BO ÇAVÊ XWE Û JINAN DÎSA TEV LI ÇALAKIYAN BÛM’
Haşimî diyar kir ku piştî ew ji nexweşxaneyê hat derxistin demek kin di warê derûnî de rojên dijwar derbas kirine û got: “Min nizanibû ez ê çi bikim. Êdî çavê min nedidît. Min hefteyekê bi malbata xwe û kesekî din re xeber neda. Paşê ez bi çavê xwe pêçandî dîsa tev li çalakiyan bûm. Ewilî ez ji bo mafên me jinan tev li çalakiyan bûbûm lê êdî piştî birîndarkirina xwe ez hem ji bo mafên me hem jî ji bo çavê xwe tev li çalakiyan bûm.”
'EZ Ê DÎSA LI KOLANAN BIM’
Haşîmî da zanîn ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel li dijî rejîmê bi hêrs e û wiha got: “Hêrsa me mezin e û hê jî berxwedana me zindî ye.”
Haşimî diyar kir ku bi nêzîkbûna 16'ê Îlonê re amadekariyên derketina kolanan tên kirin û wiha got: "Em par jî li kolanan bûn. Tevî ku rejîmê her tişt bi leşkeran dorpêç kir jî, me dirûşme berz kir û çalakî li dar xist û nerazîbûn nîşan da. Em ê dîsa vê bikin. Ez ê jî li kolanan bim, mirov hêrsa xwe li min tînin dibêjin, ‘çavê te tune ye, tu dîsa diçî xwepêşandanan'. Lê çavê min jî kor bibe ez ê li ber xwe bidim û li kolanan bim. Kesên ku min sûcdar dikin hene, lê ez ne sûcdar im, rejîma mele û leşkerên wan sûcdar in, ez tenê dibêjim; ez ji ber cil û berg û porê xwe naxwazim bimirim. Ez dixwazim bijîm û azad bim.”
Haşimî herî dawî bang li jinên çar parçeyên Kurdistanê kir ku di 16’ê Îlonê de dakevin kolanan û piştgiriyê bidin berxwedana jinên rojhilatê Kurdistanê.
* Bi hincet ewlehiyê nav û paşnavê çavkaniya me hatiye guhertin.
MA / Bêrîvan Kûtlû