SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin

img

ENQERE - Serokê Giştî yê SOLDEP’ê Denîz Can Aydin diyar kir ku îfadeya “Misogerkirina mafên gelê kurd” a di rêziknameya wan de weke sûc hatiye dîtin û wiha bertek nîşan da: “Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin û li dijî vê hewceye em têkoşîna yekbûyî birêxistin bikin.” 

Partiya Sosyalîstan (SOLDEP) damezirandina xwe ragihand û di 10’ê tîrmehê de ji bo rêziknameya fermî serî li Wezareta Karên Hundir da. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji ber hinek hevokên di rêziknameyê de, di 2’yê îlonê de hişyarname şand. Di hişyarnameyê de hate gotin ku hevoka “Di serî de gelê kurd, mafên bingehîn ên destûra bingehîn û qanûnî yên gelên bindest bi awayekî eşkere divê bên misogerkirin” û “Mafê tayînkirina qedera xwe ya neteweyan” weke li dijî destûra bingehîn hatin diyarkirin û hat xwestin ku ji rêziknameyê bên derxistin. 
 
 
Serokê Giştî yê SOLDEP’ê Denîz Can Aydin têkildarî mijarê axivî û got ku meseleya behsa xeberê ne meseleyeke teknîkî ye û tişta tê xwestin were derxistin nêrîna wan e. 
 
Aydin, anî ziman ku madeyên behsa xeberê parastina maf û azadiyên gelê kurd a di asta destûra bingehîn de ye û ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve jî ev maf hatine parastin. Aydin, wiha got: “Di hişyarnameyê de gotinên weke ‘Ji bilî tirkan nabe ku qala tu neteweyên din were kirin’, ‘Dikare jê re welatiyên koka wan kurd were gotin’, ‘nabe ku qala perwerdeya bi zimanê dayikê were kirin’ û ev jî ‘li dijî yakparetî û nedabeşbûna dewletê ye.’” 
 
‘DIXWAZIN ŞIRÎKATIYA TÊKOŞÎNÊ JI HOLÊ RAKIN’ 
 
Bi domdarî Aydin anî ziman ku li dijî vê hişyarnameyê li pêşiya wan du rê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya yekemîn; dê li dijî vê îtîraz bikin, ya duyemîn jî dê di nava 60 rojan de rêziknameyê sererast bikin. Em ê nivîseke ku vedibêje bê ka madeyên behsa xeberê çima ne li dijî destûra bingehîn in ji Dadgeha Bilind re bişînin. Em ê li wir têkoşîneke hiqûqî bimeşînin. Divê mirov ji Doza Kompasê ya Kobanê ve qala vê hişyarnameyê bike. Cezayên di wê dozê de li sosyalîstan hatine birîn, di esasê xwe de ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û ya sosyalîstan nebe yek, gefek bû. Bi vê hişyarnameyê jî dixwazin têkoşîna hevpar a sosyalîstan û tevgera kurd tune bikin û zemîna wê nehêlin. Refleksekî dewletê ye.” 
 
TIRSA SERDESTAN
 
Di berdewamê de Aydin got ku di navbera sosyalîstên tirkiyeyî û kurdan de têkiliyên qewî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo avakirina xetên têkoşîna yekbûyî zemînên tifaqên nû tên avakirin û di rewşeke wiha de dewlet bi vê refleksa xwe nîşan dide bê ka ji vê çiqas ditirse û dixwaze tune bike. Weke partî banga me ya eşkere ev e; têkoşîneke piralî di serî de ya gelê kurd, bi têkoşîneke yekbûyî ya gelan pêkan e. Xuyaye ku dewlet tehemûla vê têkoşîna yekbûyî nake û vê peyamê dide.” 
 
‘DIXWAZIN GELÊ KURD BI TENÊ BIHÊLIN’ 
 
Aydin, bi lêv kir ku serdest naxwazin tevgera kurd têkildarî Tirkiyeyê gotina xwe bike û ev tişt anî ziman: “Tevgera kurd ji bo Tirkiyeyê fikran pêş dixe û ev jî serdestan aciz dike. Ev yek, ji avakirina HDP’ê heta niha, bertekeke li dijî têkoşîna demokratîkbûnê ya tevgera kurd bû. Dixwazin gelê kurd bi tenê bihêlin. Ya din jî naxwazin sosyalîst li gel kurdan têkildarî Tirkiyeyê gotinekê bikin. Zemîna sosyalîst û kurd tên gel hev, krîmînalîze dikin. Heke bêyî tirsê em bên gel hev wê demê dikarin vê rewşê ji holê rakin. Divê zemîna têkoşîna yekbûyî were nîqaşkirin.” 
 
BANG KIR
 
Aydin, axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazin me di nava qadekî biçûk de bisînor bikin. Divê tevgera kurd û sosyalîstên tirkiyeyî bikarin xîtabî derveyî wê qadê bikin. Weke Partiya Sosyalîst, li gorî me niha pirsgirêka herî lezgîn nebûna têkoşîna yekbûyî ye. Lewma em banga avakirina zemîna têkoşîna yekbûyî li hemû sosyalîst û bindestan dikin. Ya din jî li dijî van polîtîkayên înkarger, yekperest û pişaftinê, divê hemû şoreşger, demokrat û raya giştî dengê xwe derxîne, piştgiriyê bide û helwesta xwe nîşan bide.” 
 

Sernavên din

11/09/2024
11:15 Ceza dan girtiyên govend gerandin
10:49 Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin
10:42 Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
10:38 Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye
10:35 Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
10:08 Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
10:06 Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'
09:41 Şanoger û nivîskarê rojhilatî: Ez dixwazim gelên din ji êşên civaka me haydar bikim
09:38 Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn
09:24 SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte
21:49 Li Pulurê wesayîta leşkerî qeza kir: 4 leşker mirin
21:40 Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
21:25 Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin
20:13 Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP
19:55 Panela ‘şer û çareseriyê’: Ocalan muzakeravanê sereke ye